Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan

  • rojane
  • 10:55 29 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzer Nûray Ozdogan û Senem Doganoglû biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de axivîn û gotin: “Derdekî dadgehê yê darizandina DAIŞ’ê nîne. Bi vê biryarê re dê DAIŞ’iyên ji ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin bikarin bên berdan.” 
 
Dadgeha Bilind bi biryara xwe ya derheqê Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê re komkujî weke “sûcekî li dijî mirovahiyê” nenirxand û daxwaza parêzeran a ji bo lêkolînkirina berpirsyartiya dewletê ya di komkujiyê de jî red kir. Dadgehê biryar da ku saziyên mitîng organîze kirin û beşdarî mitîngê bûne mexdûr nînin û ji bilî Erman Ekîcî ku bi sedema “sûcê li dijî mirovahiyê kiriye” dihat darizandin, cezayên bersûcên din erê kir. 
 
Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê, ji destpêka roja doz hatiye vekirin heta niha li ber digere ku derheqê berpirsyartiya dewletê ya di komkujiyê de û têkiliyên DAIŞ’ê de lêkolîn bê kirin. Piştî biryara Dadgeha Bilind jî komîsyonê got; “Heta em nebêjin qediya, naqede.” 
 
Ji parêzerên komîsyonê Senem Doganoglû û Nûray Ozdogan têkildarî biryara Dadgeha Bilind bi ajansa me re axivîn. 
 
‘FAÎLTIYA DEWLETÊ’
 
Parêzer Senem Doganoglû diyar kir ku ji cezayê li faîlan tê birîn zêdetir a girîng ew e ku rêbaza pêkanîna komkujiyê bê zanîn û wiha domand: “Ya girîng ew bû ku faîltiya dewletê ya di komkujiyê de derketa holê. Dadgeha Bilind di vê mijarê de derheqê sedemên me yên temyîzê de tiştek negotiye. Bi kurt û kurmancî red kiriye. Di biryara xwe de nîqaşa ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ nekiriye. Cezayê Erman Ekîcî ku ji vî sûcî dihat darizandin jî xera kir. Dixwaze ji sûcê ‘binpêkirina pergala makeqanûnê’ îdianemeyek din amade bike û bi vê dosyayê re bike yek. Bi kurt û kurmancî ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ qebûl nekir. Gelek daxwazên me yên din ên derheqê kêmaniyan de hatine redkirin.”  
 
‘DÊ BI SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NEYÊN DARIZANDIN’ 
 
Bi domdarî Doganoglû diyar kir ku ji destpêkê heta niha di dosyaya bersûcên firarî de biryar hatiye dayîn ku ji bo sûcê li dijî mirovahiyê li benda biryara Dadgeha Bilind bê sekinandin û wiha pê de çû: “Dadgeh dê niha li dijî biryara xerakirinê danişînê veke. Bi kurt û kurmancî Dadgeha Bilind dibêje ‘ji sûcê li dijî mirovahiyê nedarizînin.’ Dadgeh jî dê bi keyfxweşî li gorî vê biryarê tevbigere û biryara xwe li gorî wê bide. Saziyên ku mitîng amade kirine û kesên yekser an jî neyekser ji komkujiyê bandor bûyîn jî xwestin tevli dozê bibin lê Dadgeha Bilind ev daxwaz red kir. Me digot; ‘darizandina DAIŞ’ê ya bêkirde.’ Dadgeha Bilind jî bi biryara xwe hewl da me ji kirdebûnê derxîne. Gelek kêmanî di dosyayê de hene. Ji bo bê zanîn bê ka DAIŞ’ê heta roja vê komkujiyê xwe çawa birêxistin kiriye firsendek bû. Ronîkirina pêvajoya cotmeh-hezîran-mijdarê ji bo dosyayên komkujiyên yên din jî girîng bû. Lê Dadgeha Bilind got; ‘Ez ê vê firsendê nedim we.’” 
 
‘DÊ HINEK BERSÛC BÊN BERDAN’
 
Di berdewamê de Doganoglû got ku dê bersûcên ji “endamtiya rêxistinê” tên darizandin piştî biryara Dadgeha Bilind bikarin ji girtîgehê derkevin û ev nirxandin kir: “Faîlên weke Abdulhamît Boz ku bi dehan sala ye avadaniyên cîhadiyan xweyî dike dê bikarin derkevin. Dê biryar di nava hefteyekê de biçe ber destê dadgehê û ev bersûc dê bikarin demekî kin de derkevin. Dê têkoşîna me bidome û em xwe ji bo pêvajoya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) amade dikin. Heta ku em nebêjin ev doz qediya dê neqede.” 
 
Parêzer Nûray Ozdogan jî bi lêv kir ku helwesta Dadgeha Bilind ji ya dagehê gelek cudatir nebû û ev tişt anî ziman: “Biryara Dadgeha Bilind ku nehişt sazî, sendîka û partî weke gilîker beşdarî dozê bibin, biryareke şaş e. Hewl da vê mijarê ji civakîbûnê derxîne û weke sûcekî şexsî nîşan bide. Pêkan e ku hemû gelên Tirkiyeyê bibin gilîker lê nehiştin amadekarên mitîngê û yên tev li bûne bibin gilîker. Ev biryar, biryareke li dijî hiqûqê ye. Her wiha hewl dide komkujiyê ji çarçoveya siyasî derxîne. Derdekî wan ê weke darizandina DAIŞ’ê nîne. Heke em qala darizandina DAIŞ’ê û têkiliyên wê binêrin, dê gelek saziyên dewletê jî bikevin ber. Dadgeha Bilind pêşî li vê girt. Dadgeha Makeqanûnê biryar dabû ku ji hêla berpirsyariya cemaweriyê ve jî bê lêkolînkirin. Me ev pêşkeş kir lê Dadgeha Bilind guh neda. Anku di çarçoveya sînorê desthilatdariya siyasî de ma.” 
 
‘BIRÎNDARIYÊN MANEWÎ RED KIR’ 
 
Herî dawî jî parêzer Ozdogan wiha got: “Dadgehê birîndariyên manewî qebûl nekir. Komkujiyê bi qadekî teng û fîzîkî bisînor digire. Her wiha nahêle berpirsyariya cemaweriyê bikeve rojevê. Weke komîsyona parêzeran me bi hûr û kûr daxwaznameyeke temyîzê pêşkeş kir. Me bi delîlan nîşan da ku gelemperiya kesên tên darizandin raste rast di komkujiyê de cih girtine. Lê Dadgeha Bilind guh neda daxwazname û delîlan. Cezayê kesên ji ber endamtiyê dihatin darizandin erê kiriye û daxwaza me ya bila ji komkujiyê bên darizandin red kir. Derheqê daxwaznameya me de jî tu nirxandin nekiriye. Ev biryar di demekî kin de kirin. Derheqê têkiliya vê komkujiyê ya bi komkujiyên din re tiştek nehatiye gotin. Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe re ji dadgeha herêmî re got; ‘di nava van sînoran de bidarizîne.’ Lewma jî biryarekî hiqûqî û bi edalet nîne.” 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

30/07/2022
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne