Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Zîwêr Şêxo di dema Fermana 74’an de bi hezaran êzidî rizgar kir. Şêxo, dibêje ku wan rojan tu carî ji bîr nake û wiha got: “Dema min dît ku ciwanên êzidî çekê radikin, bi min re hêviyeke mezin çêbû. Li dijî rev û teslimiyetê, ruhê berxwedanê derket pêş.” 

 
Di encama çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji bo parastina civaka êzidî li Şengalê bûn, Şengal bê parastin hiştin û bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin. Êzidiyên ku bêparastin man jî ji bo ku xwe rizgar bikin berê xwe dan Çiyayê Şengalê.  Jin, ciwan, kal û dayikên ducanî ji bo ku nekevin destê DAIŞ'ê, bi rojan tî û birçî man û gelek ji wan bi hewledanên mezin xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di rewşeke wiha giran de gerîlayên PKK’ê bi hawara wan ve çûn. Bi çûyîna gerîlayên HPG’ê re di navbera Rojava û Şengalê de korîdora jiyanê hat vekirin û gelek êzidî ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Gelek êzidiyên ketine destê DAIŞ’ê û hatine qetilkirin jî di gorên komî de hatin veşartin. Her wiha bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. 
 
Di qirkirineke wiha mezin de ji her çar aliyên Kurdistanê gelek kes bi hawara êzidiyan çûn. Yek ji van jî Endamê Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîwêr Şêxo ye. Şêxo di nava 6 rojan de bi hezaran êzidî di korîdora navbera Şengal û Rojava de ji qirkirinê xelas kirin. Şêxo têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
 
JI WÊ AXAFTINÊ BANDOR BÛ
 
Şêxo, anî ziman ku dema bihîstî ku li ser Şengalê êriş çêbûye, hewl daye ji wan re bibe alîkar û wiha qala wan rojan kir: Di 3’yê Tebaxa 2014'an di dema fermana êzidiyan de ez endamê herêma Cizîrê bûm. Dema fermanê Ronahî TV li Çiyayê Şengalê kete weşana zindî. Kesekî rûspî tev li televîzyonê bû û got,'Ji şevê din ve em ji malên xwe derketine.' Bi şev li derve mabûn. Digot,'Gel ber bi Çiyayê Şengalê ve tê. Gelek jin, zarok û kal li vê derê ne û rewşa wan xerab e.’ Gotineke wan a ku ez pir pê êşiyam hebû. Gotina Rêbertiyê ya ‘Herin Şengalê biparêzin. Heke hûn çûbûn Şengalê û PDK'ê destûr nedabe ku hûn bikevinê ew tiştekê din e. Lê heke hûn neçûbin bizanin ku dê hesabê bidin.’ bi bîr dixist. Ev bangê wan bo min pir balkêş hat. Keseke ku dibêje ferman li ser serê me çêbûye û em tenê bi kincên xwe reviyane û bi çolan ketine, bi rêya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gef li PKK'ê dixwar. Ji bo min baweriya wê civakê û hesab xwestina wî pir balkêş bû û ez di bin bandora wê de mam. Hevaltî û girêdaneke pir baş derket. Danê nîvro bû û hêj zelal nebûbû ku rewş çiye. Me bihîst ku çend şengaliyan xwe gihandiye Rojava. Roja din ez û xwîşkeke xwe hatin Goristana Qamişlo û me bang li dost û xizmên kirin ku rewşeke wiha heye. 
 
ÇÛYINA ŞENGALÊ
 
Bi domdarî Şêxo bi lêv kir ku wijdana wî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê ranegirt û wiha domand: “Me dost û xizmên xwe xwest ku tiştên pêwîst amade bikin û bi vê meseleyê re eleqeder bibin. Piştre em derbas bûn. Me dît ku hejmara kesên tên Rojava zêde dibe. Me piştgirî da Heyva Sor. Hin kesên ku 2 rojan meşiyan hebûn û birînên wan hebûn. Birînên binê piyên wan giran bûn. Me jî birînên wan derman dikirin û dipêçan. Piştre jî komeke ji Rojava hat û gotin em ê biçin hundir. Min jî xwîşka xwe bi tenê hişt û bi wan re derbasî xaka Iraqê bûm. Cihekî piştre em rawestiyan û gotin em nikarin zêde biçin. Lê me di serê her gava xwe de hinek kes didîtin. Di dema vegerê de ez rastî şehîdê fermanê Hamza Tolhildan hatim. Wî got dê bikeve hundir û min jî got ez ê bi te re werim. Em li wesayîtê siwar û ketin herêmeke ku rêya wê nediyar. Şevek berê YPG’ê korîdor vekiribû. Heta me xwe gihandî Çiyayê Şengalê roj ava bûbû. Dîmenekî balkêş bû. Xelk bi piyan derdiket û gelek kesan xwestibûn xwe bi wesayîtan bigihînin Rojava lê di rê de sekinî bûn. Ji ber ku çol bû û rêyeke vekirî nebû. PKK li wir civiya û got; ‘gel çiqasî ji çiyê derkeve dê ewqas baştir e. Ji ber ku em nizanin bê ka haziriyên DAIŞ’ê çi ne. Em nizanin dê di kîjan kêliyê de komkujiyê bikin.’ Lewma li ser parastina çiyê û pêşîlêgirtina komkujiyê sekinînin. Em li wir bi Rojava re axivîn û me got çiqas wesayît hebin bişînin ji ber ku korîdor hatiye vekirin. Piştre hejmareke zêde ya wesayîtan hat û êzidî vediguhestin Rojava.” 
 
PÊVAJOYA RIZGARKIRINA ÊZIDIYAN
 
Di berdewamê de Şêxo wiha qala wan kêliyan kir: “Piştre em ketin herêmeke pir xetere. Me ne dizanî dê DAIŞ derkeve pêşiya me. Korîdor hatibû vekirin û pir fireh bû. Gel êdî ji çiyê vedikişiya. Em di navbera Çiyayê Şengalê û Rojava de bûn. Me lê nihêrt ku hemû wesayît sekinî ne. Ez berpirsyarê 50 wesayîtan bûm. 5 hezar kes tê de bûn. Wesayît bi wesayît digeriyam û min jê dipirsiya bê ka kî rê nas dike. Lê kesekî nedizanî. Min nedikariya wan bibim cihekî. Nexwe heke DAIŞ derketa pêşiya me dê komkujiyeke mezin bikira. Ez li wesayîtekî siwar bûm û qederekê çûm û vegeriyam. Min ew dan pey xwe û derketin rê. 5-6 saet piştre em gihiştin Rimêlayê. Min 5-6 rojan ev kar kir. Cihê şanaziyê ku mirov di rojên tengasiyê de piştgiriyê bide gelê xwe. 
 
ÇEKÊN ME JI ME STANDIN Û REVIYAN
 
Li hêla din jî dibêjim xwezî ew roj ji hişê min biçûna. Hin dayik zarokên wan li ser destê wan lê bawer nedikirin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Tiştên wisa balkêş çêbûn. Em dema ku gihiştin Çiyayê Şengalê, berî ku gel bi me re li wesayîtan siwar bibe ji ewil dipirsiyan ‘Hûn kî ne?’ Em nas nedikirin. Digotin; ‘Hûn PKK ne?’ Ji min re giran dihat ku bibêjim ‘Ez PKK me.’ Piştre min lê nihêrt ku heke wisa nebêjim dê nekarim bibim alîkar, ji neçarî min got erê. Piştre ji me bawer dikirin. Ji PDK'ê ditirsiyan. Ditirsiyan ku PDK vêcarê berê wan bide cihekî din. Di dema rizgarkirinê de em pê re diaxiviyan û kurd û êzidî ji hev cuda didîtin. Lê li Rojava tu ferq û cudahiya kurd û êzidiyan nîne lewma gotinên wan bo me ecêb dihatin. PDK’ê demekî dirêj êzidî weke kurd nedîtine. Yekî got; ‘Roja ku dê pêşmerge vekişiyan min jê re taştê amade kiribû. Me jê re digot ku DAIŞ’ê Mûsil û Til Efer girtine lê qebûl nedikirin û digotin hêza me bi têrî me dike. Di carekî de telefon jê re hat û beriya ku taştê bixwin derketin çûn. Xwe vekişandin û ji me re negotin hûn jî xwe xelas bikin. Me jê re got çekên xwe bidin me da ku zarokên xwe biparêzin. Lê nedan. Ser re çeka min ji min standin û gule li min reşandin. Ez birîndar kirim û çeka min jî birin.’
 
Bi komkujiyê re rû bi rû hiştin. Hişê mirov ranake ku kurdek wisa bi kurdekî bike. Piştre me ji Serokê Desteya Parastinê pirsî bê ka çima çekên pêşmergeyan jê nestandine. Bi vekirî ji me re got; ‘Ji me re gotin heke hewce bike em ê bi hev re gelê xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin.’ Li Rojava hevalên me ji fermandarê pêşmergeyan re dibêjin,'Hûn neyên jî van çekan bidin me.'  Ew jî ji hikûmeta xwe dipirsin û ferman bi vî rengî ji wan re tê; ‘hûn yek fîşekê jî li pey xwe nahêlin.’
 
DIVÊ BARZANÎ BÊ DARIZANDIN 
 
Divê neyê jibîrkirin ku ji mirina her êzidiyekî ya li Şengalê PDK berpirsyar e. Dîmenên biêş hebûn û bawerî bi başûrê Kurdistanê nema bû. Tenê çendek pêşmerge hebûn û divê mirov mafê wan nexwe. Min jê pirsî bê ka ev kî ne. Gotin ku pêşmergeyên YNK’ê ne. Hejmareke kêm bû. Ji ber ku PDK li wir serwer bû. Piştre em hîn bûn ku li Urdunê civînek hatiye kirin ku PDK jî di nav de bû û rê dan DAIŞ’ê ku biçe Şengalê. Hemû hewldanên PDK’ê yên wê demê ji bo hevkariya DAIŞ’ê bû. Me çavên xwe ev yek didît. Ne bawerim di dîrokê de kesekî li ser gelê xwe planeke wiha kiribe. Lewma êzidiyan ji wan bawer nedikir. Digotin; ‘Barzanî em firotin.’ 
 
RUHÊ BERXWEDANÊ DERKET PÊŞ
 
Ciwanên êzidî piştî digihiştin Rojava çeka xwe diavêtin û digotin; ‘êdî hewcehî pê nema.’ Me jê re digot; ‘heta dawiyê xwe biparêzin.’ Lê digotin ‘em gihiştin Rojava û tirs nema.’ Di roja sêyemîn de me dît ku ciwanên êzidî cilên leşkerî li xwe kirine û çek rakirine. Vî dîmenî di min de hêviyeke mezin çê kir. Ji dîmenê rev û teslîmkariyê, ruhê berxwedanê kete pêş. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê ji wan komên destpêkê derketin. Dirûşme diavêtin û derbasî herêmê dibûn. Bi destwerdana HPG û YPG’ê re pêşî li qirkirinê hat girtin. Heke ew nebûyan dê nîviya Şengalê ji tî û birçan bimirina. Min 5-6 rojan ev kar kir. Êdî nema dikariyam cilên li ber min li xwe bikim. Dayika min çend caran şûştin û piştre jî avêtin. Ji ber ku helandina laş çêbûbû. Me tenê ava gerim vedixwar. Dema ku em digihiştin Rojava jî me biskûvî dibirin û dixwarin. Wan dîmenan di min de şikestineke mezin çêkir. Min li wir fêm kir ku plana li ser Rojava plana Şengalê bû. 
 
DIVÊ BARZANÎ BÊ DARIZANDIN
 
Bi êrişên destpêkê yên 2012'an ên li ser Serekaniyê re dixwestin Rojava û Şengalê carekê ji kurdan paqij bikin. Niha jî Erdogan dibêje,' Divê 35 kîlometre bê valakirin.’ Ev tevek nîşaneya vê rastiyê ne. Divê PDK ji ber vê dîroka xwe ya reş lêborînê bixwaze. Li gorî min divê Mesûd Barzanî bê darizandin. Ji ber ku piraniya berpirsyariya vê komkujiyê pêşmerge bûn. Divê wan pêşmergeyan îstîfa bikira û bigotina ‘ez bi kêrî parastina vî gelî nayêm.’ Dema mirov bi qezayê dibe sedema mirina kesekî dibêje min sûc kiriye. Lê ev bi hezaran kes hatine kuştin û 5 hezar kes hatine revandin lê kesek hesaba vê nade. Ji ber ku bi plankirî bû. Ji bo civaka kurd rihê xwe parastina cevherî divê bikaribe xwe biparêze û parastin xwe ji kesekî re nehêle.”
 

Sernavên din

02/08/2022
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin