Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin

img

RIHA - OHD û ÎHD’ê derbarê Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê de raporek amade kirin û di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya girtiyên nexweşên rewşa wan giran nayê kirin û li gel hewa germ jî klîma û perweaneyên wan hatine desteserkirin. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Rihayê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an û 2’yan Tîpa T’yê diqewimin raporek amade kir. Rapor li avahiya ÎHD’a bi civînek çapemeniyê hat ragihandin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel rapor xwend û got tevî hemû hişyarî û hewldanên saziyan jî li girtîgehan heman pirsgirêk bi israr dewam dikin. 
 
KLÎMA Û PERWANE HATINE DESTESERKIRIN
 
Demîrel anî ziman ku girtî li her du girtîgehan jî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û wiha got: “Deteya Çavdêriya Îdareya Girtîgehê ya Jimara 2’yan bi awayek kêfî berdana 3 girtiyên ku dema berdana wan hatiye asteng kiriye û daxwaza berdana wan red kiriye. Bi pandemiyê re sewqkirin hatin rawestandin û di vê pêvajoya ku daxwaza sewqan hatiye redkirin de bêyî daxwaza girtiyan ku girtî û malbatên xwe di rewşek zor de bimînin, sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin. 
Yek ji bajarên herî germ ê herêmê Riha ye. Tevî vê kele kela germa havînê jî li Girtîgeha Jimara 1’an klîma û perwaneyên girtiyan hatine desteserkirin.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ASTA JOR DE NE 
 
Bi awayên “qedexeya cihêkariyê” û “rêgeza wekheviyê” mafê axaftina bi dîmen a girtiyên siyasî tê binpêkirin. Mafê hevdîtinê yên girtiyan tên astengkirin. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, pirtûk û kovaran nadin girtiyan. Her ku girtî daxwaznameyan ji îdareya girtîgehê re dinivisînin jî bêbersiv tê hiştin an jî dereng bersiva wan didin. Îdare helwestên tahrîkirî li hemberî girtiyan nîşan dide. Xwarina kêm, nepaqij û bêtehm didin girtiyan. Li ser daxwaza îdareyê di hefteyekê de du sê caran li qawîşan lêgerîn tê kirin. Di lêgerînan de eşyayên girtiyan ên girîng tên destesrkirin û lêgerîn vediguherîn muameleyên xerab. Girtî ji bilî sporê sûdê ji aktîvîteyek din nagirin û girtî nikarin bi qawîşên din re topê bileyîzin. Sewqên ji bo nexweşxaneyan di şertên xerab de tên kirin û di çûn û hatinê de girtî bi muameleya xerab re rûbirû dimînin û lêgerîna li ser girtiyan di asta rûmet şikandinê de t3en kirin. Girtiyên nexweş dema sewqî nexweşxaneyan dikin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin û ji ber vê yekê jî nexweşînên wan zêdetir dibin.” 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Demîrel bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Tedawiya pêwîst ji bo girtiyên nexweş nayê kirin. Sewqa wan bo nexweşxaneyan nayê kirin. Girtiyên ku nikarin li girtîgehê bijîn hene. Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e û nexweşiya vertîgo pê re heye. Celal Ercan ji ber diranên wî tune ne divê bi tiştên avî xwe têr bike. Bazo Yilmaz girtiyek nexweş ê giran û nexweşîna KOAH’ê pê re heye. Fevzî Arslan fitiqek giran pê re heye û roviyên wî li derve ne û neçar e korse girê bide. Tedawiya van girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayê kirin. Nikarin di girtîgehê de bimînin. Bi raporên dijhiqûqî û li dijî tibê ku tên amadekirin, brdana wan tê astengkirin.” 
 
 
 

Sernavên din

02/08/2022
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin