STENBOL - Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, bênavber didomin.
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, bênavber didomin.
Rêxistina HDP’a Beykozê ku di nav xebatan de cih digire, tax bi tax kolan bi kolan belavok belav kir û ji bo mîtîngê banga tev li bûnê kir.