Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berfîn Hezil a dema ku pêşmerge ji Şengalê direviyan kişandibû û şahidiya wan kêliyên dîrokî kiribû wiha got: “Bi peymana PDK’ê ya bi DAIŞ û yên din re civaka êzidî careke din bû qurbana dîrokê. Beyî ku guleyek biteqînin civaka me ya êzidî li ser sifreyeke zêrîn pêşkeşî DAIŞ'ê hate kirin.”    

Di 3’yê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir. Li gel êrîşkirina DAIŞ'ê 12 hezar pêşmergeyên ku ji bo parastina civaka êzidî şandibûn Şengalê beyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê vekişiyan û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. Êzidiyên ku di dîroka xwe de cara yekem bû ku bi hovitiyeke wiha re rû bi rû diman tenê hatin hiştin. Çekên ku ji bo parastina xwe di malên xwe de veşartibûn jî ji aliyên pêşmergeyan ve hatibûn desteserkirin. Êzidiyên ku bêparastin hatibûn hiştin, jin, zarok, pîr ji bo ku xwe rizgar bikin berê xwe dabûn Çiyayê Şengalê. Gelek ji wan jî hêj ku negihiştin Çiyayê Şengalê ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Endamên YPG’ê ku dixwestin bikevin Şengalê û parastina civaka êzidî bikin jî ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin û hatina wan hat sekinandin. Pişt re hêzên YPG'ê û HPG'ê bi hewledanên xwe ketin Şengalê û ber bi Rojava ve korîdora mirovahiyê vekirin. Li gel vekirina vê korîdorê bi hezaran êzidî hatin rizgarkirin. Lê belê gelek ji wan jî hatin qetilkirin û gelek jinên êzidî jî di bazaran de hatin firotin. Rojnameger Berfîn Hezil a dema ku pêşmergeyên PDK'ê direvin mîkrofonê dirêjî wan dike û wan dîmenên dîrokî dikişîne û şahidiniya wan rojên dîrokî dike bi minasebeta salvegera fermanê ya 8'an ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) axivî.   
 
 
'DESTÛR NEDA KU YPG DERBASÎ ŞENGALÊ BIBE'
 
Rojnameger Berfîn Hezil, anî ziman ku civaka êzidî yek car bêparastin hat hiştin û ketina DAIŞ'ê ya Şengalê wiha vegot: “Şengal di nava deşta Musulê de deştek e. Dema ku mirov dibêje çiyayê Şengalê ne weke çiyayên Bakurê Kurdistanê çiyayekî mezin e. Çiyayê Şengalê çiyayekî biçûk e lê berzbûna xwe di herêmê de heye. Taybetmendiya Iraqê jî nêzî Rojava û Başûr e. 20 kîlometre dûrî Rojava ye. Şengal cihekî stratejik e. Ji ber wê ew der bû hedefa DAIŞ'ê. Ji ber ku bikare di navbera Mûsil û Reqqa de hevsengiyekê çêbike pêwîst bû ku wî cihê stratejîk bigire. Lê beriya wê heye. Piştî ku ketin Mûsilê her bala me li ser sînor bû. Artêşa Iraqê reviya û nava seatekî de Mûsil ket. Bi hezaran leşker li Mûsilê hebûn. Çekên herî giran di Mûsilê de bûn. Lê di nava seatekî de Mûsil ket destê DAIŞ'ê. Lê diyar bû ku ev jî hevpeymaneke di navbera wan de bû. Ji ber wê yekê jî metirsiyeke me hebû. Ji bilî wê jî birêz Ocalan her tim dewletên netewî hişyar dikirin ku civaka êzidî biparêzin. Di heman demê de li Tilaferê jî tirkmen hebûn. Ew jî di xeteriyê de bûn. Hem civaka tirkmen û hem jî civaka êzidî û hin eşîrên suryanî di talûkeyeke pir mezin de bûn. Ji ber wê yekê hewledan hebûn ku berî ku DAIŞ êrîş bike Şengal were parastin. Lê ji bo ku PDK'ê bi DAIŞ'ê re hevpeyman çêkiri bû nehişt ku tu hêz bikeve wê herêmê ku parastinê bike û wî gelî bi rêxistin bike. Li tevî hemû hewledanên PKK'ê jî PDK'ê nehişt. Herêma wê bû û xwe weke desthilatdar didît û digot ez ê biparêzim. Lê nehişt ku civaka êzidî jî xwe biparêze. Dema ku artêşa Iraqê ji Mûsilê reviya û ew der teslîmî DAIŞ'ê kir, YPG çû û ew der rizgar kir. Wê çaxê talûke mezintir dibû. Bala YPG'ê jî bêtir li ser Şengalê bû. Û ew sînor hemû girt. Tevî ku Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêçe de bû û her roj bi êrîşên DAIŞ'ê re rû bi rû dima jî YPG’ê sînor qasî 15-20 kîlometreyan xistibû bin kontrola xwe. Êzidiyên di nava Artêşa Iraqê de jî bi dizî çek tînan ku civak bikaribe xwe biparêze. Lê berî ku DAIŞ êrîşî Şengalê bike, PDK'ê hemû çekên êzidiyan kom kirin û yê ku nedida jî bi girtinê tehdît dikir. Çek hebûn lê civaka êzidî digot, 'meseleya misilmana ye em êzidî ne wê êrîşî me nekin' lê piştî ku hin cih ketin destê DAIŞ'ê, di nava civaka êzidî de tirs mezin bû. Lê em dikarin bibêjin ku dengê şoreşa Rojava jî diçû Şengalê. Li aliyekî hin kesan digot, 'Hema tenê 10 YPG'î hebin ew ê me biparêzin' Yanî civakê bi her rêbazekî xwe tatmîn dikir. Xwe bi xapandinekî re rû bi rû dihişt. Di nava dorpêça PDK'ê de bû. Berê jî gelek êrîşên DAIŞ'ê li ser Şengalê çêbibûn û YPG'ê bersiv dabû. Tevî ewqasî hewledanê jî PDK’ê destûr neda ku YPG biçe Şengalê biparêze. Serê sibehê seat pêncan telefon hat û gotin, 'DAIŞ ket Şengalê û Şengal ket.' Me ji Qamişlo berê xwe da wir. Dema ku me hevpeyvîn dikirin di min de hîsek hebû ku wê tiştek pir mezin biqewime û  komkujiyek pêk were. Lê ev hîssiyat ne ew bû ku wê bibe rûreşiya mirovatiyê.”   
 
DEMA PÊŞMERGE REVIYAN  
 
Hezil,di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser vekişandina hêzên pêşmergeyan a ji Şengalê û wiha domand: “Me hevpeyvîn çêdikirin gel jî ji Şengalê berê xwe didan Zaxoyê. Gel digot,'pêşmerge em neparastin, pêşmerge çekên me desteserkirin nehiştin ku em li ber xwe bidin û em tirsiyan reviyan' di wê gavê de pêşmerge direviya. Mirov bixwaze nexwaze di mirov de hêrsbûnek çêdibe. Me jî ji wan pirsî, 'Hûn çima reviyan, we çima ev civak neparast û tevî çekên xwe tu direvî?' Ji xwe civakeke ku di dorpêçê de ye û ji xwe ji 73’ê fermana re derbas bûye û bi rojane dihat kuştin û mafê wî yê jiyanê tune bû û nedikarî biçe Duhok, Zaxo û Hewlêrê. Çima? Ji ber ku êzidî bû û ji şeklê wî diyar bû. Ne dikarî bazirganiyê bike, ne dikarî tiştekî bifiroşe û ne jî dikaribû ku li cihekî kar bike. Ji ber ku êzidî bûn. Bi taybetî li Hewlêr, Duhok û Zaxo heram dihatin ditin. Dema hevpeyvînê de dayikekî got, 'Keça min ne cara ewile ku em di fermanekî re derbas dibin. Ev tenê ew e ku herkesê dît. Fermana ku em tê de derbas bûn ew bû ku ya ku ji destê me tasek av nevedixwarin. Em zû de ne ku di fermanê re derbas dibin' Bi peymana PDK'ê ya bi DAIŞ û yên din re civaka êzidî careke din bû qurbana dîrokê. Ji ber wê yekê dema ku mirov dibêje Şengal êşeke bê tarîf, xiyaneteke rûreşî û lehengiyeke qehremanî bi hev re jiyan kirî tê berçavê mirov. Pêşmerge jî beyî ku guleyek biteqînin civaka me ya êzidî li ser sifreyeke zêrîn pêşkeşî DAIŞ'ê kirin. Ev siyaseta ku li ser civaka me ya êzidî tê meşandin ne nû bû. Ji dema Seddam ve ev siyaseta qirkirina li ser êzidiyan gav bi gav hat meşandin. Cihê parastina wê çiyayê wê bû. Ji çiyayê wê derxistin û gund çêkirin. Derdora Şengalê binêrin her gundekê wê qasî Şengalê mezine. Gund çêkirin û civaka êzidî ji çiya derxistin li gundan bi cih kirin. Ceyran li ser wan qutkirin, ava çiyayê Şengalê hemû qutkirin ku civak nekare li wir bisekine. Di pêşerojê de amadekariyeke bi vî rengî dikirin ku bêparastin bimîne. Dema ku mirov diçe çiyayê Şengalê rûte û ava wê nîne. Çima? Ji ber Saddam çikand. Çima? Ji ber ku gel bê ceyran û mazot dima dar dibirin û dar neman. Çima? Dema yekî xwestiba ku darekî li çiyayê Şengalê biçîne Saddam ew îdam dikir. Ev siyaset berê de dihat meşandin. Lê siyaseteke pir zirav dihat meşandin. Ji aliyekî ve darve dikir û ji aliyekî ve jî mafê wan ê êzidî diparastin. Bi wê re PDK'ê jî wisa kir. Di navbera misilman û êzidiyan de nakokayin çêdike. Ev civake her tim di nava xîsarê de bû. Ji aliyekî ve Iraq ji aliyekî ve jî PDK zextê li ser vê civakê dikirin ku teslîm bigirin. Erê, dorpêç kirin lê ev civak zû teslîm nabe. Ji ber ku teslîm nabe bi hevpeymanekê bi fermanê re rû bi rû ma.”
 
VEKIRINA KORÎDORA MIROVAHIYÊ
 
Hezil, bi lêv kir ku gelek kes hêj ku xwe negihiştin çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan û wiha behs kir: “Ji 12 hezar pêşmergeyên PDK'ê beyî ku guleyekî biteqîne reviya. Layiq neditin ku ji bo wan şer bikin û reviyan. Dema ku direvin jî hûn jî dibînin pir rûkenî bersiv didin. Ev tişt nakeve nava qalibên mirovahiyê. Dema ku pêşmerge reviyan min nû zanî ku em bi fermaneke çawa re rû bi rû ne. Berî ku DAIŞ bikeve cihekî tirs û xofa wê tê. Heger ku mirov êzidî be ev cudatire. Ji aliyê herkesî ve deriyê wê ji bo kuştinê vekiriye. Dema ku DAIŞ ji sê milan ve êriş dike gundê Koço û Til ezer nêzikî 7 seatan li ber xwe dide. Çekên wan ên giran tune ne heta heft seatan li ber xwe didin û piştî heft seatan nêçar dimînin ku birevin. Tişta ku wan ewil kirî berê xwe dan çiyayê Şengalê. Çimkî çareyeke din tune bû. Lê di rê de gelek tên kuştin, gelek dimirin. Piraniya wan jî xwe nagihinin çiyayê Şengalê. Zarokên 2-3 salî ji ber tîbûnê zuhabûn û jiyana xwe ji dest dan. Kesên temen mezin xwe negihandin çiyayê Şengalê. Germahiyeke wisa hebû ku 50'î derece bû. Di sedsala 21'an de şerma mirovahiyê ya herî mezin fermana li ser civaka êzidî bû. Refleksên Rojava xurt bûn. Bi dengê Şengalê hesiyan û zû refleks nîşan dan. 7 salî heta 70'ê salî berê xwe dan sînor. Rojava tevî ku di bin talûkeyeke pir mezin de bû jî bi hawara Şengalê hat. Korîdora mirovahiyê vekirin. Îxtîmaleke mezin hebû ku DAIŞ'ê jî wisa hesab kiribû gel xwe di çiyayê Şengalê de bigire û çiyayê Şengalê de komkujiyeke mezin pêk bîne.”  
 
'EM BI REHETÎ FIROTIN Û BI REHETÎ JÎ KIRÎN'  
 
Rojnameger Hezil, diyar kir ku Barzanî pişt re propagandaya weke ku wî Şengal rizgar kiriye, kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Teknolojiyê tu peymanên ku hatine kirin di tariyê de nema ye aşkere kiriye, kî hêza şer kiriye aşkere kiriye. Çi hat jiyan aşkere li ber çavan bû. Şengal bi sê serdeman hat rizgarkirin. Yek ji van hatina YPG'ê ya Şengalê û vekirina korîdora mirovahiyê bû, ya duyemîn hatina HPG'ê bû. Piştî ku birêz Karayilan bangawazî kir di nava şevekî de, gerîlayan ji Qendîlê xwe gihandin Şengalê. Bi awayekî fedaî û bê hesab hatin. Ev hemû hat kişandin û hat dîtin. Li sê aliyên çiyayê Şengalê korîdorên parastinê hatin vekirin. Bê hesab şehîd dan. Di rizgarkirina serdema duyemîn de jî korîdor carekî vekir, carekî hat girtin. 200 hezar kes ji çiyayê Şengalê hat rizgarkirin. Lê 15-20’ê cotmehê korîdor hat girtin. Ev ê tengasiyeke pir mezin çêkir. Ji aliyê Rojava ve êrîş kirin. Ji aliyê Iraq, Rojava û her alî ve çiyayê Şengalê hat dorpêçkirin û korîdor hat girtin, gerîlla xwe kişand çiyayê Şengalê. Gel birçî ma. Di wê zivistanê de PDK'ê çi kir? Ji bo ku gel bi birçîbûnê terbiye bike bi nirxên wê civakê leyîst. Bi wê helîkopterê nirxên wê ciwakê leyist. Lê gerîllayan çi kir, ji bo ji wan gundên ku di destê DAIŞ'ê de, hinek erzax ji wî miletî re bibin û werin vi çiyayî wî miletî biparêzin bi pêvçûnên gelek mezin re rû bi rû diman. PDK’ê vê carê jî dixwest ku bi birçîbûnê teslîm bigire. Ev jî siyaseta PDK'ê bû. Lê li tevî hemû neyiniyan jî ew korîdora mirovahiyê hate vekirin. Dema ku Barzanî bi helîkopterê hat ser çiyayê Şengalê civaka Êzidî got, 'Barzaniyan çawa em bi rehetî firotin û em wisa rehetî jî kirîn' Heta ku gerîlla korîdorek vedikir bi rojan pêvçûnên dijwar diqewimîn. Pêşmergê bi çekên sivik bi rehetî hatin ketin Şengalê. Kê rê vekir? DAIŞ'ê rê ji wan re vekir. Çibû? Şengal rizgar kirin. Gerîlla û YBŞ'ê bi rojan şer dikir heta ku gundekî rizgar bike. Madem dibêjin ku me Şengal rizgar kirin bila bibêjin yek pêşmerge şehîd ketiye. Lê bi sedan gerîlla şehîd ketin. Lê PDK çi bike bila bike ew ê nikaribe xwe ji rûreşiya xiyanetê paqij bike. Heta ku ew neyê dadgeh kirin wê ev civak tu caran wê rojê ji bîr neke. Xiyaneta di sedsala 21'an de û rûreşiya mirovahiyê xiyaneta PDK'ê bû.”
 
'TIŞTA HERÎ GIRÎNG AVAKIRINA YBŞ'Ê BÛ'   
 
Hezil, anî ziman ku piştî rizgarkirina Şengalê pêşketina herî bi wate avakirina YBŞ'ê û di nav vê hêza leşkerî de bi cihbûna jinên êzidî bû û axaftina xwe wiha domand: “Di Şengalê de serkeftina herî mezin çibû? Ketina jinan a di nav YBŞ’ê bû. Ev serkeftineke pir mezin bû. Ji ber ku tevî ku di ola êzdatiyê de jinê roleke xwe yê pir girîng heye, lê ji ber tesîra îslamiyetê jin li dawiyê hatibû hiştin. Dema qirkirinê de YBŞ bi xwe hat avakirin. Bersiva herî mezin a ji vê fermanê re birêxistinkirina jinê ya di nav YBŞ'ê de bû. Ji ber wê di nava ola êzdatiyê de jî pir girîng bû. Bersiva herî mezin a ji Barzanî û DAIŞ'ê re avakirina YBŞ'ê bû. Ya duyemîn jî bi awayeke pir lez civakê xwe bi rêxistin kir. Meclîsên xwe avakirin, partiyên xwe avakirin. Civakê ev fêm kir ku bi şêwazeke teng xweparastin nabe. Tu nêçarî ku hêza xwe ya çekdarî çêbikî, hêza xwe ya xweser ava bikî û daxwaza xweseriya xwe bikî. Dema ku ev jî lez û bez çêbû derdor tirsiya. Ji bo hevalan wateya mirinê nema bû. Tenê armanca wan rizgarkirina vê civakê bû. Erdnîgarî nas nedikirin, herêm nas nedikirin, lê bi fedakarî hatin. PDK bi rûreşiya sedsala 21'an re ma, gerîlla jî bû xwedî lêhengiyeke bêsînor. Ji çiyayê Şengalê bipirsin dema ku ew dayik wê kela germê de dihatin yan ji tibûnê difetisîn. Heger zimanê çiyayê Şengalê hebûya ev êşa ku vê civakê jiyayî wê ji we re bigota. Ne bi wêneyan, ne bi dîmenan û ne jî bi gotinan mirov nikare behsa wê êş û komkujiyê bike.”   
 

Sernavên din

02/08/2022
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin