ŞIRNEX - Hate diyar kirin ku piştî teqîna li depoya cebilxaneya Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê pêk hat, du leşker birîndar bûne.
Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Cotkakarçîna ya Şirnexê di saetên nîvro de li ser hev sê teqîn pêk hatin. Ji ber teqînê ji fermandariyê dû rabû. Hate hînbûn ku ji ber parçeyên cebilxaneyê yên li derdorê belav bûyî şewat derketiye.
WALITIYA ŞIRNEXÊ DAXUYANÎ DA
Walitiya Şirnexê di daxuyaniya xwe ya têkildarî teqînê de îdia kir ku ji ber bê baldariya leşkerekê teqîn pêk hatiye û aşkere kir ku ji ber teqînê du leşker birîndar bûne
Li aliyê din hate diyar kirin ku şewata li daristanê derketiye bi agirkuj û TOMA’yan mudaxile hatiye kirin û şewat hatiye vemirandin.