ENQERE - Têstên Covîd-19 ên Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel û endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Zeynep Karaman pozîtîf derketin.
Têstên Covîd-19 ên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a berê Sebahat Tûncel û endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Zeynep Karaman ku ji Doza Kobanê tên darizandin pozîtîf derketin.
Parêzerên ku îro çûn serdana Girtîgeha Sîncanê diyar kirin ku testên Covîd-19 yên Tûncel û Karaman pozîtîf derketine û nikarin tev li danişînê bibin.