Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e

img

RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê banga tevlibûna mitînga HDP’ê ya li Amedê kirin û anîn ziman ku mifteya çareseriyê li gel Rêberê Abdullah Ocalan e. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” wê di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyona Amedê mitînga bajarên herêmê li dar bixe. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ev hefteyeke bi dirûşmeya "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li kolan bi kolan, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebata amadekariya mitîngê berdewam dikin û banga tevlibûna mitîngê li xelkê dikin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî amadekariyê xwe ji bo tevlibûna mitîngê dikin. Tê payîn gelek kes û Dayikên Aştiyê ji Rihayê tev li mitîngê bibin. Dayikan banga tevlibûna mitîngê li jinên Rihayê kirin û destnîşan kirin ku mifteya çareseriyê li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
'BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN’ 
 
Yek ji dayikên dê beşdarî mitîngê bibe jî Edalet Çay a 61 salî ye. Edalet Çay di 6’ê cotmeha 2020’an de bi hêceta daxwaza aştiyê kriye hatiye binçavkirin û piştî binçavkirinê cezayê hefsa malê dabûnê û kelemçeya elektronîk li lingê wî hatibû xistin. Dayika Edalet ku ji ber daxwaza aştiyê hatibû binçavkirin, carek din bi daxwaza çareserî û aştiyê xwe amade dike ku beşdarî mitînga li Amedê bibe. Edelet Çay anî ziman ku dayik her dem bi kul û êşan re rûbirû dimînin û wiha got: "Êdî bila dayik negirîn.Bila şer bi dawî bibe. Bi xwînê çareserî nabe. Ji bo xwîn bisekine çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo ku ti kes nemire em ê aştiyê bînin ziman. Mifteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e. Ku birêz Ocalan azad bibe wê çareserî were. Birêz Ocalan ku biaxive wê aştî were. Ku bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnên wê rijandina xwîn bisekine. Lê ku tecrîd berdewam bike wê rijandina xwînê bidome. Daxwaza me dayikan ew e bila rojek berê rojekê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Ji bo em rêya çareseriyê bidin xuyakirin, bila di serî de hemû jin berê xwe bidin mitînga li Amedê.”  
 
CAREK DIN JI BO ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ BERÊ XWE DIDE AMEDÊ 
 
Dayika Aştiyê Fatma Akbaş a 58 salî jî ku ji ber daxwaza aştiyê kiribû bi Edalet Çay re hatibû binçavkirin jî ji bo tevlibûna mitîngê xwe amade dike berê xwe bide Amedê û carek din daxwaza aştî û çareseriyê bike. Fatma Akbaş anî ziman ku wê ji bo bilêvkirina aştî, azadî û wekheviyê tev li mitînga Amedê bibe û wiha got: "Em dixwazin ku êrişên li ser partiya me HDP bi dawî bibin. Em naxwazin ku xwîn biherike. Yê ku jiyana xwe ji dest didin hemû keç û xortên me ne. Êşa dayikan yek e. Ku dayik hemû bibin yek wê şer bi dawî bibe. Dibê dayik bibin yek. Mifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Ji ber ku deriyê çareseriyê were vekirin, divê rojek nêz de deriyê Îmrali were vekirin. Ku birêz Ocalan azad bibe wê hemû civak azad bibe. Şer heya îro nebû çareserî wê ji îro şûnve jî nebe. Çareserî aştî ye. Dibê dayikên leşkeran ji bêjin 'Çima zarokê me li wira tên kuştin?' Zarokên me ji bo me jî hemû tiştî biqîmetirin. Me zarokên xwe winda kirin, em naxwazin ku ti kes zarokê xwe winda bike. Jibo wê divê hemû dayik dest bidin hev û li Amedê werin cem hev."
 
'ŞER NE QEDERA KURDAN E’ 
 
Dayika Aştiyê Hadle Ogur a 51 salî jî ji bo aştiyê heya îro gelek bedelê diran dane. Dayika Hadle Ogur ku ji bo aştiyê xwestiye heya îro gelek caran hatiye binçavkirin û bi tundiyê re rûbirû maye. Ogur tevî hemû neheqiyên li ser xwe dê carek din ji bo aştiyê berê xwe bide Amedê. Ogur bal kişand ku tevlibûna jinan a mitîngê girîng e û got: "Mitîng ji bo ku em bêjin ji şerê na jî aştiyê re erê tê lidarxistin. Bila demek zûtirîn aştî pêk were. Em ji bo aştiyê giriyan lê bila zarokên me negirîn. Bila şer bi dawî bibe. Şer ne qedera kurdan e. Li çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em dayik vê yekê qebûl nakin. Ku em dayik bibin yek wê şer bi dawî bibe."
 
'DIVÊ DAYIK BIBIN YEK Û AVEKÎ VÎ AGIRÎ VE BIKIN’ 
 
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî anî ziman ku wê dayik aştiyê bînin vî welatî û wiha got: "Ev 50 sal e şer heye. Em wekî dayikên aştiyê naxwazin êdî kezeba tu kesî bişewite. Em wek dayikên aştiyê yên kurd êşa hemû dayikan di dilê xwe de hizir dikin. Çareserî ne şer e, diyalog û hevdîtin e. Divê gavek beriya gavekê hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin û divê hemû dayik dest bidin destê hev û avekî bi vî agirî ve bikin.” 
 
MA / Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

05/08/2022
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye