Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin

img

ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, ji bo ku were tedawîkirin daxwaz kir ku sewqî girtîgeheke din were kirin lê li midûriyeta girtîgehê hate derbkirin. Kekê Fîlîz, Şeyhmûs Fîlîz xwest ku ji bo tespîtkirina binpêkirinan şandeyek ji girtîgehê re bê şandin. 

 
Binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Li hêlekî girtiyên nexweş tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û li hêla din jî dema girtî diçin nexweşxane û saziyên din mafên wan tên binpêkirin. Yek ji girtîgehên ku di demên dawî de ji ber zext, binpêkirinên mafan û miameleya xerab her tim di rojevê de jî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê ye. 
 
Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz (28) ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin da zanîn ku ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Fîlîz, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Nexweşiyên weke gumana penceşêra kolonê, ulseratîf kolît, zerik û helîna hestiyan bi Fîlîz re hene. Fîlîz ev 7 sal in girtî ye û di 4’ê tebaxê de li ser telefonê bi kekê xwe re axivî û got; “Min ji bo tedawiya xwe bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Li wir pêş çavên wan ji hêla gardiyanan ve hatim derbkirin. Ev kêlî ji hêla kamerayan ve hatiye qeydkirin. Heke nehêlin ez bêm tedawîkirin dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikim. Ji hemû encamên neyînî jî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.” 
 
Kekê Fîlîz, Şeyhmûs Fîlîz têkildarî hevdîtina bi birayê xwe re bi ajansa me re axivî. 
 
DERB Û ZEXTA PSÎKOLOJÎK
 
Şeyhmûs Fîlîz anî ziman ku birayê wî di 2’yê tîrmehê de ji bo pirsgirêka tedawiyê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û ev agahî dan: “Li wir ji hêla gardiyanan ve hat derbkirin. Xebatkarên girtîgehê jî bi kamereyan dîmen digirtin. Laşê birayê min reş û şîn bûye û ew şop hêj jî li ser disekinin. Birayê min xwest bê tedawîkirin lê hate derbkirin û di bin zexta psîkolojîk de ye. Axaftinên birayê min ên li ser telefonê tên qeydkirin. Di dema axaftinê de jî xebatkarên girtîgehê wî sor dikin. Birayê min mafê xwe yê herî xwezayî dixwaze. Birayê min got heke daxwaza wî neyê qebûlkirin dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike û ji encamên neyînî jî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Her wiha birayê min got ku ewlehiya jiyana wî li girtîgehê nîne.” 
 
‘DI PÊVAJOYA TEDAWIYÊ DE HATE SIRGÛNKIRIN’
 
Bi domdarî Fîlîz diyar kir ku birayê wî ev 7 sal in bêyî ku delîlek were nîşandan, li ser îfadeyên şahidekî nepen girtî ye û wiha pê de çû: “Birayê min nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Piştre birin Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Li wir gumana penceşêra rûviyan e. Dema tehlîl dihatin kirin û di pêvajoya tedawiyê de şandin Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê. Li wir jî gotin ku dibe bi penceşêrê neketine û nexweşiya wî ulseratîf kolît be lê dîsa jî dê parçeyekî bigirin. Dema tedawiya didomiya de jî şandin Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê. Birayê min ji ber şert û mercên girtîgehê bi van nexweşiyan ket. Cihekî ku li Bodrumê lê derman bibe nîne. Lewma neçar dimîne ku biçe Muglayê. Ev jî nêzî 6 saetan dike û ji ber nexweşiya xwe vê rêwîtiyê ranake. Nikare di wesayîta rîngê de rûne. Ji ber ku xwîn jê tê. Ji ber nexweşiyên xwe nikare xwarinên asayî bixwe lê rêveberiya girtîgehê mamayên pêwîst jî nade.” 
 
‘BILA ŞANDEYEKÎ BIŞÎNIN GIRTÎGEHÊ’
 
Herî dawî jî Fîlîz ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza birayê min ew e ku biçe girtîgeheke ku bikare lê tedawî bibe. Lê belê bi awayekî sîstematîk zext lê tê kirin ku ber bi întîharê ve biçe. Weke malbat em dizanin ku vê polîtîkayê li dijî girtiyên siyasî bizanebûn dikin. Ez bang li parastvanên mafên mirovan, parlamenter û hiqûqnasan dikim ku ji bo tespîtkirina binpêkirinan şandeyekî bişînin girtîgehê.” 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

05/08/2022
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye