Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn

RIHA - Ji rêveberên Ozgur Gundemê yê wê demê Yusuf Serhat Bucak behsa nûçegihanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku hat kuştin kir û diyar kir ku rojnamevanan ji ber ku heqîqetê derdixistin holê hedef dihatin girtin û got: “Yên ku 30 sal berê Huseyîn kuştin, îro rojnamevanan didin girtin.” 

Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li naverasta kolana navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrişek çekdarî de hat qetilkirin. 30 sal di ser kuştina Denîz re derbas bûn. Denîz xwarziyê rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Musa (Musa Anter) e. Denîz salên dirêj li Nisêbîn û Siwêregê mamostetiyê dike û di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de tê girtin û 3 sal li Zindana Amedê girtî tê hiştin. Denîz di van salan de li ser ziman û folklora kurdî xebatan dike û pişt re xebatên xwe domand. Di sala 1991’ê de pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” derxist. Denîz endamê Yekitiya Nivîskarên Navnetewî PEN’ê bû. Nivîsên wî beriya Ozgur Gundemê, di rojnameyên Yenî Ulke, Cumhuriyet, 2000'e Dogru, Welat û gelek rojname û kovarên din de hatin weşandin. Dema ku Ozgur Gundemê di 31’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşana xwe kir, Denîz li navçeya Serêkaniyê nûçegihaniya rojnameyê kir û her wiha ji bo rojnameyê nivîs jî dinivîsand. 
 
Denîz di 9’ê tebaxa 1992’yan de li naverasta kolanek Serêkaniyê bi êrişek çekdarî re rûbirû ma, bixedarî birîndar bû û ewilî wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û di encama ku mudaxileya pêwîst nayê kirin, malbatê xwest Denîz bibe Amedê û wî ji bo tedawiyê derxistin rê. Lê belê Denîz beriya bigihîje Amedê di rê de jiyana xwe ji dest dide. 
APÊ MUSA: EZ DI ŞÛNA TE DE JÎ BINIVÎSIM 
 
Apê Musa piştî qetilkirina xwarziyê xwe ji bo bîranîna wî di 13’ê tebaxa 1992’yan de di kuncikê xwe yê Rojnameya Ozgur Gundemê de wiha dinivîsine: “Belê Huseyîn can mir. Lê belê dewleta ku li kuştina Huseyîn temaşe kir, ji îşkencekaran, cerdevanên bêrûmet û kontr-gerîla re dibêje şehîd. Lenet li we were, wan zilaman şehîdiya pîroz jî rezîl kirin. Lewma ji bo ku Huseyîn tev li nava wan nebe, min jê re got ‘miriye’. A rast Huseyîn ji Huseyînê şehîdê Kerbalê cuda nîne. Huseyîn lawê min ez nikarim ji te re bêjim ‘tu mirî yî’. Mirina te ewqas ji min re giran tê, heçkû dema ez ji te re bêjim tu miriyî, wek ku min te kuştiye ji min re tê. Lê xemgîn nebe lawê min, ez xalê te me. Heta ez sax bim, ez li şûna te jî binivisîm. Naxêr heke min jî bikujin, ez ê bigihîjim te û wê ev xwegihandin bibe xwegihandina her xweş.” 
 
‘KUJER NEHATIN DÎTIN’ 
 
Piştî kuApê Musa vê nivîsê nivîsand, 38 roj şûn ve ew jî di 20’ê Îlona 1992’yan de li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve li naverasta kolanê hat qetilkirin. Wek cînayetên din ên “faîl nedihar” kujerên Apê Mûsa jî û kujerên Huseyîn Denîz dernexistin holê. Cînayeta Denîz piştî ku 2 salan faîlî meçhûl ma, di sa 1994’an de çeka bi marqa Makarov ku di cînayetê de hatibû bikaranîn, li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hatibû girtin. Kesê navborî ji cînayetê berpirs hat dîtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê di sala 2002’an de cezayê Bakir ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û Bakir di sala 2004’an de tehliye bû. Bi vî rengî ser cînayeteke din hat girtin.  
 
Di heyama ku Denîz hat qetilkirin de Yusuf Serhat Bucak yek ji rêveberên Ozgur Gundemê bû. Bucak qala hevalê xwe Denîz ji ajansa me re kir. 
 
‘KESEYATEK LÊKOLÎNER BÛ’ 
 
Bucak bi bîr xist ku wî bi navbeynkariya hevalên xwe di sala 1977’an de li Siwêregê Huseyîn Denîz nas kriye û ji ber ew xwarziyê Apê Musa bû di demek kin de em bûn hevalên hev nêz. Bucak diyar kir ku Denîz kesek bêdeng, hindik diaxivî û kesayetek lêkolîner bû û wiha got: “Navbera wî û xwendkarên wî gelek baş bû. Bi kurdî bi wan re diaxivî. Di darbeya 12’ê Îlonê de hat girtin û di Zindana Amedê ma. Wê demê bi qasî 10 salan danûstandina me qût bû. Denîz di sala 1991’ê de li Rojnameya Ozgur Gundemê nûçeyên çand û hunerê dinivîsand û carek din em bi hev re axivîn. Ez wê salê bûbûm namzetê parlamenteriyê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Rihayê. Bi telefonê li min geriya û kêfxweşiya xwe anî ziman. Min navê wî di rojnameyê de didît lê belê hê jî min nizanibû Huseyînê me ye. Dema li min geriya wê çaxê min wî baş nas kir. Di telefonê de hevaltiya me dîsa wek berê dest pê kir. Di heyama hilbijartinê de ez çûm Serêkaniyê û min wî dît. Piştî 10 salan porê wî spî bûbû.” 
 
‘WÊ BIHATA NOBEDÊ’
 
Bucak qetilkirina rojnamevan Cengîz Altûn (24’ê sibata 1992’yan), rojnamevan Hafiz Akdemîr (8’ê hezîrana 1992’yan) û rojnamevan Yahya Orhan (31’ê tîrmeha 1992’yan) bi bîr xist û wiha domand: “Huseyîn li ser Yahya Orhan nivîsek nivîsandibû û gotibû, “Niha dora kî ye?’ Di 5’ê tebaxa 1992’yan de rojnamevan Burhan Karadenîz bi êrişekê re rûbirû mabû û felc bû. Heta ku Burhan mir jî li ser sandelyeya bi tekerlek bû. Me heyetek ava kir û em ji bo Burhan çûn Amedê û me nobed girt. Huseyîn di 8’ê tebaxê de li min geriya û got, ‘ez ê jî werim Amedê nobedê bigirim’. Di 9’ê tebaxê de min daxuyaniya çapemeniyê li ser daktîloya Hafiz Akdemîr amade dikir, wê kêliyê xebera kuştina Huseyîn ji me re hat. Piştî civîna çapemeniyê me bi lez berê xwe da Rihayê. Huseyîn ji serê xwe birîndar bûbû û rewşa wî xedar bû. Wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewleê ya Rihayê û nexweşxaneyek bisabaqa bû. Çimkî li vê nexweşxaneyê derzî li bavê min Faîk Bucak xistin û şehîd kirin. Lewma me li ber serê Huseyîn heta serê sibehê nobed girt. Serê sibehê me wî sewqî Amedê kir. Em gihîştin Amedê û Huseyîn jiyana xwe ji dest da.” 
 
‘MERASÎMA CENAZE VEGUHERÎ SERHILDANÊ’ 
 
Bucak anî ziman ku tevî astengiya polîs û leşkeran jî cenazeye Denîz birine Serêkaniyê û li Serêkaniyê girseyek bi heybet cenaze pêşwazî kir û roniya Huseyîn Denîz dabû ser Serêkaniyê. Bucak da zanîn ku cenazeyê hevalê wî Denîz bi şev hat veşartin û got: “Merasîma cenazeye Huseyîn veguherî yek ji serhildanên Kurdistanê. Bi hezaran kes tev li merasîmê bû. Me wî bi berzkirina dirûşma ‘şehîd namirin’ veşart. Ev girse hêrsa xwe ya li dijî dewletê nîşan da û lanetê li kujeran barand.” 
 
‘TAKTÎK GUHERÎ LÊ ZÎHNIYET NEGUHERÎ’ 
 
Bucak destnîşan kir ku Denî û hevalên xwe rojnamevan heqîqetê derdixistin holê û wiha got: “Wê rojê qetil dikirin, di roja me ya îro de jî rojnamevanan digirin. Kujerên Denîz nehatin cezakirin. Îro nakujin lê didin girtin. Yên ku 30 sal berê Huseyîn qetil kirin îro jî rojnamevanan didin girtin. Rojnamevan bi cezayên giran ê hefsê re rûbirÛ dimînin. Taktîk guherî lê tu ferq di navbera îro û wê demê de nîne. Wan rojan navê kujeran kontrgerîla, hizbî-kontra bû, îro tenê navê wan guheriye. Wê demê ji bo dengê me qut bikin, her bi ser me ve dihatin. Niha jî dixwazin dengê kurdan qut bikin. Roja ku Cengîz Altûn qetil kirin me manşeta ‘Em ê bêdeng nebin’ nivîsandibû. Hafiz nivîsa, ‘ez ê pênûsa Cengîz hildim, wê li erdê nemîne’.” 
 
‘NE MIMKIN E MIROV WAN JI BÎRA BIKE’ 
 
Bucak anî ziman ku li dijî bêdengkirina rojnamevanan her roj artêşa çapemeniya azad mezin dibû û got: “Ava ku her tim diherike xwe nûjen dike. Îro çapemeniya azad jî hin bêtir xwe mezintir kiriye û li ser erdnîgariyek mezin berbelav bûye. Min li ser bîranîna rojnamevanên kurd pirtûkek bi navê ‘Bîranîna kurdekî’ nivîsandiye û di mehên pêşiya me de dê derkeve. Min qet wan ji bîra nekiriye. Ne mimkin e mirov wan ji bîra bike. Heke îro çapemeniya azad ewqas bi hêz bûbe bi saya bedela wan e. Dema ez 3 sal şûn ve ji sirgûnê vegeriyam, min serdana gorên hevalên xwe rojnamevan kir. Gelê kurd wan ji bîra nekir û wê ji bîra neke jî.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

08/08/2022
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin