Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye

AMED - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li her derê cîhanê derketiye û wiha got: “Li dijî neçareserkirina netew dewletê êdî pêdivî bi rêbaza konfederal heye.”

 
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê hêzên serwer, li aliyekî NATO û Rûsya ber bi şerê Ûkraynayê ve bir li aliyê din li Tayvanê hêzên weke Çîn û Amerîkaye anîn hemberî hev. Hêzên serwer ên çav berdane Rojhilata Navîn şerên heyî kûrtir kirin. Li Rojhilata Navîn ku modela netew dewlet û kapîtalîst têk çû, modela Modernîteya Demokratîk ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jiyana hevpar a gelan diparêze û weke vebijêrkeke sêyemîn peşkeş kir, li Rojava ket meriyetê. Di serî de Tirkiye dewletên weke Iraq û Îranê ji bo bidestxistina para li herêmê di nava şerekî de ne. Tirkiyeya ku bi xewna Osmaniya nû li Herêma Kurdistan Federe şer kûr kiriye, bi lêgerîna şerekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav lêgerîna nûjenkirina Misak-i Mîllî û Lozanê de ye ku sedsaliya xwe temam dike. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî, bi lêv kir ku li her derê cîhanê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derketiye û anî ziman ku kapîtalîzma cîhanê beriya Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn jî bi heman rengî krîz qewimîne. Temellî, diyar kir ku navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku maliyeta vî şerî ya herî mezin li ser gelê kurd zêde bûye. 
 
Sezaî Temellî bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û senaryoyên Tirkiyeyê yên li ser dijminatiya kurdan û rêyên çareseriyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   
 
 
'ÇEND ASTÊN DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN HENE'
 
Temellî, bal kişand ser dijminatiya Tirkiyeyê ya li ser gelê kurd û wiha got: “Çend astên dijminatiya li dijî kurdan hene. Yek hişmendiya Misak-i Mîllî ya duyemîn jî dijminatiya di roja me de tê afirandin û bi awayekî tê dizaynkirin heye. Di roja me de çima dijminatiya kurd tê afirandin? Dema em ji aliyê Tirkiyeyê ve lê dinerin berî her tiştî ji ber ku hem sermayeyê hem jî aqlê dewletê bi polîtîkayên belavbûnê Kurdistan kirine hedef, ev dijminatî ji nû ve tê afirandin. Erdnîgariya ku em jê re dibêjin Kurdistan hem ji aliyê çavkaniyên enerjiyê hem jî ji ber berfirehbûna finansal a leşkerî heta konsepta sinaî ku axa herî ‘berdar’ ku kapîtalîzm xwe bikare ji nû ve biafirîne ye. Em qala erdnîgariya ku herî zêde qeyran lê heyî û lê tê hîskirin dikin. 
 
QEYRANA HEYÎ KÛRTIR DIKE
 
Kapîtalîzma Cîhanê, weke krîza beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Dûyemîn e. Dibe ku em şerekî cîhanê yê weke Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn temaşe nekin lê li her derê cîhanê şerek heye. Herî dawî li Tayvanê gengeşiyek çêbû. Dibe ku Çîn û Amerîka li Tayvanê bên hemberî hev. Weke ku li Ûkraynayê NATO û Rûsya hatin hemberî hev. Erdnîgariya ku herî zêde ev yek lê tê jiyîn bêguman Rojhilata Navîn e û maliyeta vî şerî ya herî mezin li ser gelê kurd zêde bûye. Li vir tişta herî girîng li Tirkiyeyê dewlet û desthilata niha li ser dijminatiya gelê kurd senaryoyên xwe yên pêşerojê dinivîsîn. Ev yek jî qeyrana heyî kûrtir dike.”
 
'TIRKIYE DIXWAZE MÎSAK-I MÎLLIYÊ NÛJEN BIKE'
 
Temellî, da zanîn ku 10 salan zêdetire polîtîkayên firehbûnê û belavbûnê yên Tirkiyeyê plankirine hene û wiha berdewam kir: “Bi van polîtîkayan dixwaze Mîsak-i Mîllîya berê ji nû ve têxe meriyetê û bi şerê Sûriyeyê vê nûjen bike. Erdogan, dixwaze xweseriya Komara Tirkiyeyê biparêze û ketiye li pey ji bo di nav her du koman de senaryoya xwe binivîse, gavan biaveje. Rojekê hûn lê dinêrin berê xwe dide NATO’yê rojekê dide Amerîkayê rojekê jî hûn dinêrin berê xwe daye Rûsyayê. Ji ber vê yekê jî din ava siyaseta rojane ya Tirkiyeyê jî nîqaş hene. Ergenekonî û Asyayî nînin, di bingeha nîqaşa NATO’yiyan û rojavayiyan de jî ev heye.”
 
'XISÛSA DIYARKER GELÊ KURD E'
 
Temellî, bal kişand ser salvegera Peymana Lozanê û wiha pê de çû: “Ji Lozanê tu cejn dernakevin. Bibe bibe wê senaryoyeke têkçûyînê jê derkeve. Ji ber ku Tirkiyeyê di vê sedsalê de ji tu pirsgirêkên bingehîn re çareserî nedîtiye. Aştiya civakî, siyasî û îktîsadî pêk neaniye. Gelo mirov dikare vê biguherîne? Belê dikare. Lê ne bi aqilê li Lozanê, dema avakirina komarê û îtîhatiyan. Divê pêvajoya pêşiya me ya komarê binirxînin. Ji ber wê em ji vê re dibêjin lêgerîna Komara Demokratîk. Em dikarin Komareke Demokratîk a çawa avabikin? Pêdiviya me bi aştiyeke tendurist, civakî, siyasî û Komareke aştiya Rojhilata Navîn daniye pêşiya xwe û demokratîkbûyînê ji xwe re dike armanc heye. Rêya vê jî ji civakkirina Lozanê re derbas dibe. Rêya vê ji demokratîkkirina Komarê re, di aştiya kurdan re, bi hişmendiya Mîsak-i Mîllî ya bi kurdan re derbas dibe. Divê bi hişmendiya Komareke Demokratîk ku hemû gelê Rojhilata Navîn di bingeha hemwelatîbûna wekhev de bikare xwe bide afirandin were tevgerîn. Lê li vê derê xisûsa diyarker gelê kurd e. Çareserkirina meseleya statuya ku gelê kurd binê xêz kiriye. Ev yek dikare were pêkanîn? Bêguman dikare.” 
 
'TIŞTA KU BIRÊZ OCALAN DESTNÎŞAN DIKE EV E'
 
Temellî, destnîşankirina ‘Lozana Civakî’ ya ji bo çareseriya pirsgirêkan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku kiribû jî wiha nirxand: “Em dikarin vê serdemê hem ji aliyê kurdan hem tirkan hem jî gelên li herêmê ve veguherînin firsendê. Tişta ku birêz Ocalan binê wê xêz dike jî ev e. Tişta ku hatiye windakirin ji nû ve dîtine. Belê ev biratî hatiye windakirin lê di nava civakê de. Ev bi temamî hişmendiya aqlê avakarên dewletê ne û li gelan û civakan tê ferzkirin. Divê em ji vê hişmendiyê xelas bin. Dema em qala Komara Demokratîk dikin, em demokrasiya herêmî, qadên jiyanê yên xweseriya demokratî û neteweya demokratîk destnîşan dikin. Divê em pergal, teşe û formulên jiyana bi hev re hilberînin. Tişta ku birêz Ocalan jî her tim destnîşan dike ev e. Formula jiyana bi hev re ne ev e. Ev cihê ku em hatinê şer e, têkçûne, krîz e. Em dibêjin ku vebijêrkeke din jî hey em ne mehkumî jiyaneke wisa ne. Rêya sêyemîn bi temamî vê deyne holê. Heke hûn dikarin bi Lozanê re aştiyekê bikin. Di sedsala Komarê de hûn dikarin halana şer bikin, çavkaniyan ji çekan, ÎHA’yan û SÎHA’yan re veqetînin lê yek ji van jî ne çareserî ye. Dema niha hûn derdikevin kolanan, hûn li welatekî ku mirov lê keyfxweş nînin dibînin. Em qasa mirovên ku nikarin debara xwe bikin, bêkarî û xizantiyê û welatekî ku pirsgirêkên cidî lê tên jiyîn dikin. Kî dixwaze li welatekî wisa de bijî? Kes naxwaze. Gelo sedemê vê çiye? Sedemê vê siyaseta ku sedsal in didome ye, ev stratejiya kor û şer e. Heta ku ev bi dawî nebin, li ser siyaseta çareseriyê hevkariyê nekin ne pêkan e pêş bikevin.”
 
'TIŞTÊN KU EM DI DEMEKE KURT DE BIKIN JÎ HENE'
 
Temellî, da zanîn ku dema qala Tifaqa Demokrasiyê dikin, hemû beşên di têkoşîna demokrasî û aştiyê de bên cem hev vedixwînin têkoşînê û wiha domand: “Em ji kesen ku vê yekê dikin re vê dibêjin, bikevin ferqa rastiya Rojhilata Navîn. Di ferqa vê rastiyê de divê em sedemê hebûna gel, civak û mirovên li vê derê dijîn, çandên wan ên civakî li ber çavan bigirin û wisa çareseriyan hilberînin. Ji ber wê yekê em qala hişmendiyeke Ocalanîst dikin. Belku jî em qala Lenînê sedsalê dikin. Li dijî neçareserkirina netew dewletê êdî pêdivî bi rêbaza konfederal heye. Helbet rêyeke dirêj e. Lê tiştên ku em di demeke kurt de bikin jî hene. Beriya her tiştî pêkanîna aştiya siyasî. Bidawîkirina girtina girtiyên siyasî, li Tirkiyeyê pêkanîna efûyeke giştî, bingeha avakirina makeqanûneke demokratîk. Çiqas temsiliyeteke xurt bikeve Meclîsê wê derfetê makekanûneke demokratîk jî ewqas zêde bibe. Dîsa li ser navê aştiya siyasî xelasbûna ji qeyûman, demokratîkbûna rêveberiyên herêmî girîng e. Gavên ji bo aştiya îktîsadî jî bên avêtin hene. Divê ji polîtîkayên çandiniyê heta yên enerjiyê bi nêzikatiyeke ekolojîk û ji bo li Tirkiyeyê aboriya bi edalet were avakirin divê gavên bilez bên avêtin. Heke dema avêtina van gavan û şunde Tirkiye bikar di qada siyasî de bêhn bistîne, pêkane ku ew gavên beriya niha em axivî pêk bînin. Pêkanîna çareseriyê beriya her tiştî hatina gelhev a civaka û bi hev re tevgerîna wan e. Em hewl didin vê pêk bînin û têkoşîna vê didin. Çi desthilat be çi muxalefeta siyasî be bi rik û israr hewl dide vê hişmendiyê bi Doza Kobanê, bi doza girtina HDP’ê, bi her cure êrişan û polîtîkaya tundiyê tasfiye bike. Lê me her care derxist holê ku nikare vê pêk bîne. Ji ber ku têkoşîn û berxwedan mezin dibe û bihêz dibe. Ji ber vê yekê hişmendiya kor a li hemberî me fêm dike ku bi windakirinê re rûbirû ye.”
 
'HDP WÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ Û ŞER TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNE'
 
Temellî, nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Naxwazin çareseriyê bibînin, bi kodên dewletê û xetên sor ên dewletê diaxivin. Diçin Wan û Amedê dibêjin ‘rêya demokrasiyê di vir de derbas dibe’ em ‘helaliyê’ dixwazin. Deshilat jî dibêje ku ‘pirsgirêka kurd nîne min çareser kir’ lê mesele di holê de sekinî ye. Çareserî heye lê ne desthilat ne jî muxalefeta îro nêzî çareseriyê nabe. Heke xwestibûna têkildarî çareseriyê di ajandaya wan de da teqez tiştek binivîse. Li bernameyên wan ên propagandayê binêrin hûn tiştêkî têkildarî van nabînin. Ji ber ku ne cesareta wan a nivîsînê ne jî bernameyeke wan a siyasî heye. Ev bername li cem me, li HDP’ê heye. HDP’ê bi israr têkoşîna vê da û heta van rojan hat. Wê ji îro şunde jî bi awayekî bi biryar bidomîne. Li dijî tecrîdê, şer, mêtîngeriyê wê têkoşîna xwe bidomîne. Dema em dibêjin çareserî em in em bernameya çareseriyê jî bi awayekî zelal deynin holê.
 
'ÇARESERÎ EM IN'
 
Fikriyatek, paradîgmayek û aqilekî me yê avakar heye. Bi rastî jî çareserî em in. Dema em evqas pirsgirêkan dinêrin bingeha hemûyan pirsgirêka kurd e. Wê demê divê hûn ji çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi kar bikin. HDP yekane partiya ku çareseriya hilberîne ye. Ji ber vê yekê em dîsa bi gotina ‘Çareserî em in’ di rêyan de di qadan de di nava têkoşînê de ne û berxwedanê mezin dikin. Wê têkoşîn li kolanê, li kargehê, li taxê û li her derê ku em bêhnê distînin berdewam bike. Ji ber ku em ji vê bawer dikin; Çareserî em in. Yekane rêya pêkanîna vê yekê jî ji têkoşîna li dijî vê hişmendiya kor a bênavber re derbas dibe. Li dijî şer, li dijî hemû pêkanînên faşîst û antidemokratik berxwedan li ku be HDP jî li wir e. HDP hêza herî mezin a li pêş wê berxwedanê têkoşînê mezin dike ye.”
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

11/08/2022
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin