Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin

  • rojane
  • 09:03 16 Tebax 2022
  • |
img
WAN -  Parêzerên malbata zarokê bi navê H.E. (12) yê di encama têqîna cismekî leşkerî de li gundê Kiratî yê navçeya Elbaka Wanê giran birîndar bûbû, giliyê berpirsyaran kirin. 
 
Li gundê Kiratî yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di 26’ê tîrmehê de cîsmek leşkerî teqiyabû û di encama teqînê de zarokê 12 salî H.E. bi giranî birîndar bûbû. Rewşa H.E. yê di beşa lênêrîna awarte de her ku diçe giran dibe. Parêzeran derbarê Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Parastinê û leşkerên li Qereqola Cendermeyan a Gulukê peywîrdar de serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dan û giliyê wan kirin. 
 
‘BERGIRIYÊN PÊWÎST NEHATIN GIRTIN’
 
Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku leşkeran bergiriyên pêwîst negirtine û daxwaza vekirina doza cemaweriyê kirin. Parêzeran destnîşan kirin ku têkildarî herêma bimayîn bergiriyên ewlehiyê yên weke kuleya çavdêriyê, lewheya hişyariyê, têlkirin nehatine girtin û wiha gotin: “Bi awayekî aşkere di holê de ye ku ji ber sazî û personelên têkildar ên giliya wan hatine kirin bergirî negirtine û xebatên xwe yên kontrolkirinê nekirine teqîna mayînê pêk hatiye.”
 
HEKE BERGIRÎ HATIBÛNA WERGIRTIN WÊ BÛYER PÊKNEHATIBÛYA
 
Parêzeran di serlêdana xwe de destnîşan kir ku heke bergirî hatibûna wergirtin wê teqîn pêknehatibûya û ev nirxandin kirin: “Muwekkîl li herêma ku nedizanî ye bimayîn e pezê xwe diçerand û heke bizane ku herêm bimayîn e bikeve wê derê ev yek li dijî jiyana rojane ye. Wekî din heke derdora herêma mayînkirî ji aliye personelên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hûndir û personelên têkildar ve hatibûya têlkirin an dîwarkirin wê pêkan nebûya ku muwekîl bi mihên xwe ve bikeve herêmê.”
 
‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’ 
 
Parêzeran diyar kir ku ji ber bergirî nehatine wergirtin mafê jiyanê yê H.E. yê 12 salî hate binpêkirin. Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku haya gelê herêmê ji mayînên hatine bicihkirin nîne û ev tişt gotin: “Erdê bi mayîn ji aliyê gel ve weke çêregeh tê bikaranîn. Ji ber ku şahidên di dosyaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Elbakê û hemû gelê herêmê de tê diyarkirin ku ev der ji aliyê her kesî ve bê astengî ji bo çêrandina sewalan tê bikaranîn.”
 
Parêzeran destnîşan kir ku ji bilî bergiriyên nehatin wergirtin, ambûlansa ku dereng hatiye jî xetereya jiyana H.E. zêde kiriye û wiha gotin: “Sedemê vê îhmalê jî li herêma ku telefon nekişîne personelê saziya ku gilî lê hatiye kirin tevî bûyer ferq kiriye jî neçûye cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê agahdar nekirine. Di rastiyê de Serpelê Nobedar ê Kuleyê Binefser M.M. ku îfadeya wî di dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Elbakê de hat girtin, di îfadeya xwe de diyar dike ku wî teqîn ferq kiriye û di cih de bi kameraya xwe ya rojê li cihê bûyerê mêze kiriye û muwekîlê birîndar û hevalê wî yê li kêleka wî dîtiye. Lê belê di berdewamiya îfadeya xwe de diyar dike ku wî bûyerê ji fermandarê qereqolê re ragihandiye, li benda vegerê maye, neçûne cihê bûyerê û tevî rewşa birîndar a dema ku muwekîl ji aliyê du kesan ve hatiye birin temaşe kiriye.
 
TÎMÊN TENDURISTIYÊ NEHATIN AGAHDARKIRIN
 
Lê belê dema li hemû îfadeyên M.M. hate nêrîn, her çendî bûyer bi tevahî hatiye dîtin û bûne şahid jî, îfadeya wî tuneye ku ekîbên tenduristiyê ji aliyê wî û personelên nav navenda qereqolê ve hatine agahdarkirin. Ji ber vê sedemê mafê jiyanê yê muwekîl ji ber xemsariya aliyên peywendîdar hatiye binpêkirin û her çend zû hay ji bûyerê bûne, bi agahdarnekirina tîmên tenduristiyê ya di demeke maqûl de xetereya jiyana muwekîl zêde kiriye.”
 

Sernavên din

18/08/2022
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike