ŞIRNEX - Şaredarê AKP'yî yê bi îdiaya "gendeliyê û bertîlwergirtinê" 3 sal û meh û 15 roj ceza lê hatibû birîn, vê carê Waliyê Şirnexê ziyaret kir.
Şaredarê Qilebanê yê AKP’yî Saît Ûrek ku di 6’ê Çileyê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Şirnexê ve bi hinceta "gendeliyê û bertîlwergirtinê" 3 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, vê carê jî Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ziyaret kir.
SERDANA DOZGER Û DADGER JÎ KIRIBÛ
Li aliyê din Ûrek di 17'ê Tebaxê de jî Serdozgerê Komarê Erencan Yilmaz û dadger Kûbra Arslanê û Alî Severge jî ziyaret kiribûn û vê serdana xwe li ser hesabê xwe yê medyaya sanal jî belav kiribû.
ÇÛBÛ CEM SOYLÛ JÎ
Şaredarê Qilebanê Urek û Şaredara Hîlalê Cevher Benek ku hem ji ber sixtekariyê hem jî ber bertîlgirtinê dihatin darizandin û ceza girtibûn Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ziyaret kiribûn.