Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema

  • rojane
  • 17:26 23 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku li herêmê li gel zêdebûna hêzên ewlekariyê ewlehiya jinan nema ye û got: “Li Şirnexê êdî ewlehiya jinan nema ye. Yên ku van komkujiyan pêk tînin jî pişta xwe dispêrîne zagonên desthîlatdariyê.”
 
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP’ê derbarê qetilkirina Fîrdevs Babat a ji aliyê Ahmet Babat ve bi çeka cerdevanan hate qetilkirin û piştre avetibûn çem de li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan, Hevserokên DBP’ê yên bajêr û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Kuştina jinan polîtîke” hat vekirin. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabuha Akdag ve hate xwendin. Akdag, diyar kir ku li herêmê sedemê qetilkirina jinan polîtîkayên şer ên taybet in û got: “Herî dawî jî Firdevs Babat li navçeya Qilebanê bi awayekî hovane hate qetîl kirin. Di otopsiyê de derket holê ku Fîrdevs beriya bê kuştin rastî îşkenceyê hatiye. Mîna li hemû erdnîgariyên ku zîhniyeta bi serdestiya mêr a dewletê di her wateyê de tê xwedîkirin, jinên li Şirnex û navçeyên wê xwe li malê ewle hîs nakin. Wekî din, rêjeya çekirakirina mêrên li bajêr ji sedî 50 ye. Ev yek jî roj bi roj rêjeya sûcên bi taybetî jî kuştina jinan zêde dike. Pêknehatina desthilatdarên edlî û îdarî ku zagonan bi bandor pêk bînin, dibe sedem ku mêr mafê serdestiya jinan bibînin û jinan neçar bihêlin ku dest ji giliyên xwe berde.”
 
 ‘EM DI HEDEFÊ DE NE’
 
Akdag, da zanîn ku polîtîkayên bêcezakirina mêran dibe sedemê qetilkirina jinan û wiha domand: “Jin di hedefa desthîlatdariyê de nin û her diçe bi zagonên bêceza hiştinê jiyana jinan dixin bin xetereyê. Jin li Şirnexê xwe bi ewle hîs nakin. Serdestiya mêr a ku diwêre bi awayekî bêperwa hemû jinên têkoşer tehdît bike, hemû maskeyên xwe ji holê rakiriye. Jinên ku ji bo azadiya jiyana xwe têkoşînê dikin û li pey mafên xwe diçin di hedefa dewletê de ne.”
 
Pişt re parlamentera HDP’ê ya bajêr Nûran Îmîr axivî û destnîşan kir ku bi salan e bi polîtîkayên şerên taybet tê xwestin li herêmê exlaqê civakê xerab bikin û got: “Kujerên jinan ne tenê kesayetek in. Kujer cesaret û qûweta xwe ji dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê, û hêzên dewletê digire. Wekî Fîrdevs, Berîvan Alturk ku li Qilebanê hatin qetîl kirin û Sakîneya ku li Silopîyayê bi destê hêzên dewletê hatibû qetîl kirin, bi çekên dewletê hatin qetîl kirin. Li Şirnexê êdî ewlehiya jinan nema ye. Kesên ku van komkujiyan pêk tînin jî pişta xwe didin zagonên desthîlatdariyê.”
 
‘EWLEHIYA JINAN NEMA YE’
 
Îmîr, bang li jinan kir ku li hemberî tundiya bi rêxistinkirî têbikoşin û ev tişt got: “Îro di bin navê ewlehiyê de hemû bajêr û navçeyên me bi hêzên dewletê re hatine dorpêçkirin, di Şirnexê de ewlehiya tu jinan nehiştiye. Li dijî van êrîşan li ser jinan em ê bêdeng nemînin û heya ku kujer bi cezayekî giran were darizandin wê têkoşîna me berdewam bibe.” 
 
 
 
 

Sernavên din

25/08/2022
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand