* Derbarê şeniyên gundê Gundikremo ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin de lêpirsîn hat destpêkirin. Yek ji şêniyên gund Halîme Gulçen a 55 salî bertek nîşanî vê pêkanînê da û got: "Ne edelet, ne jî qanûn heye."
* Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze Rêvebiriya Xweser teslîm bigire û got, berpirsên van êrişan Rûsya, DYA û Koalîsyona Navdewletî ne.
* Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku ji ber ku xwîn ji desthilatdariyê diçe êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Armanca bingehîn a van êrişan kurd û destkeftiyên wan in."
* Di biryara dadgehê de ya derbarê cezayê li rojnamevan Abdurrahman Gok hatiye birîn ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin.
* Destûra Dadgeha Bingehîn, derbarê mirina girtiyê nexweş Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derveyî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê" da.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 534’emîn de berdewam dike.
* Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker, ji bo bale bikişîne ser rewş û daxwazên kurê xwe wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêş girtîgehê bidomîne. (10.00-16.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin dê li pêş avahiya ATK’ê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ
* Berdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Îzmîrê dane destpêkirin dê li pêş Girtîgeha Kiriklarê berdewam bike. (13.00-16.00)