* Berdevkê Komîsyona HDP’ê yê Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan bal kişand ser qedexekirinên konser û mîhrîcanên kurdî û got: "Ev qedexekirin bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir û paşê belavî ser civakê bû. Qedexekirina çand û hunerî jî pêşî li dijî kurdan dest pê kir û niha jî li ser tevahiya civakê belav bûye.”
* Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Huseyîn diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojava zindîkirina DAIŞ’ê ye û got: “Ev êriş li dijî projeya Netewa Demokratîk in, lê hêza tu kesî têrê nake ku îradeya ku li Rojava hatiye afirandin bişkîne."
* Hevserokên HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen û Sabuha Akdag banga mitînga 1’ê Îlonê ya li Silopiya bê lidarxistin kirin û gotin: “Em ê li Botanê li dijî aloziyan û şer dengê xwe bilind bikin.”
* Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bandora saziyên navnetewî jî di xebernegirtina miwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de heye û dê nikaribin felsefeya Ocalan tecrîd bikin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 539’emîn de berdewam dike.
* Doza Kobanê ku 20 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin, wê li kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk were. (10.00)
* Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)
*Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş wê li Meclîsê der barê rojevê de daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ
* HDP, dê li navçeya Bazarcix a Mereşê serdana esnafan bike û şahiya gel li dar bixe. (10.00-18.00)
* Komeleya Jinan a Starê wê têkildarî komkujiyên jinan ên zêde bûne li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (14.00)
* Rêxistina HDP’a Îzmîrê, di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de wê li pêş Navenda Çanda Turkan Saylan ji mirovan zincîrê çêbike. (17.30)