* Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta "vîna neteweyî ya tekparêz" e û ji bo Tifaqa Miletê ku dibêje polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" jî got, siyaset dê nikaribe bibe projeya demokrasiya rasteqîn.
* Piştî îstifaya Abdulkadîr Tutaşi yê AKP'yî, Mifetîşên Dîwana Muhasebatê ku 5 sal in nehatine Şaredariya Artûklûyê, dest bi lêkolîna îhale û ruxsetên bi guman kirin.
* Jinên Hezexê ku 5 sal in naçin Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin gotin: "Her cara ku em diçûn em rastî lêgerînê dihatin. Ne bi pirsgirêkan re eleqedar dibin ne jî çareser dikin."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 540’emîn de berdewam dike.
* Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo daxwazên kurê wê bên pêşwazîkirin li pêş girtîgehê daye destpêkirin didome. (10.00-16.00)
* Çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-16.00)
* Dayikên Şemiyê û Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê bi minasebeta 30’ê Tebaxê Roja Kesên bi Darê zorê Hatine Windakirin dê li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê ya Kuçukçekmeceyê daxuyaniyê bidin. (13.00)