Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin

  • rojane
  • 16:34 31 Tebax 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Di Nobetên Edaletê ku malbatên girtiyan li Îzmîr û Denîzliyê dane destpêkirin de bal kişandin ser zêdebûna zextên li girtîgehan û banga edaletê hate kirin. 
 
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 106’an de li pêş Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ser dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” berz kirin. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê ( EGE TUHAY-DER) piştgirî da malbatan. 
 
DERMANAN NADIN GIRTIYAN 
 
Yek ji malbata girtiyan Sûltan Yagmekan diyar kir ku 106 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomînin lê dewlet bêdeng e. Yagmekan, bal kişand ku zextên li ser girtiyan zêde dibin û wiha got: “Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên nexweş ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ev çawa dibe? Zarokên me tên kuştin. Dema ez cara dawî bi kurê xwe re axivîm ji min re got ku 2 meh in dermanên wî nadinê. Dibêjin ‘derman nînin’. Çawa derman nabin. Em dayikin vê rewşê qebûl nakin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li her derê ji bo zarokên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
 
DAXWAZA WELATEKÎ KU BIKARIBIN LÊ BIJÎN
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş jî banga bi dawîkirina binpêkirinên mafan kir û wiha axivî: “Ji vê zilmê ji vê komkujiyê re bêjin bes e. Em xwîn û komkujiyan naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Aştiyê bînin vî welatî ku bibe welatî bikarin lê bijîn. We li Kurdistanê mirov nehiştin vêca daran difiroşin. Bila êdî leşker nemirin, zarokên me li zindanan nemirin.”
 
BILA AYSEL TÛGLÛK WERE BERDAN
 
Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever jî wiha axivî: “Şûna ku dê kurdan, kesên nexweş bigirin herin mafyayan bigirin. Em naxwazin êdî kes bimire. Bila girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk bên berdan. Êdî sebra me nema, em dayik in dilê me dişewite. Bila tecrîd bê rakirin, biçin Îmraliyê û aştî pêk were. Destê xwe deynin ser wijdana xwe em edaletê dixwazin.”
 
GIRTIYAN BI ÇEPIKAN PIŞTGIRÎ DA
 
Di dema axaftinên malbatên girtiyan de girtiyan jî bi çepik û fîtikan piştgirî dan malbatan. Malbatên girtiyan jî bi dirûşmeyan bersiv dan. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
LI DENÎZLÎYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 31’EMÎN DE YE
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê 24 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, ji bo bê dermankirin daye destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam dike. Çalakiya rûniştinê ya Dayik Songul Îlker jî ji bo mafê tenduristiyê yê kurê wê û daxwazên wî bên pêşwazîkirin li pêş Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê daye destpêkirin jî di roja 15’an de berdewam dike. 
 
Songul Îlker ku ji bo lêpirsîna derbarê Midurê Girtîgehê Alî Îhsan Yildirim de hatiye vekirin serî Edliyeya Denîzliyê da, diyar kir ku ji ber serdozger ji bo 3 hefteyan çûye betlaneyê nekariye daxwaznameyê bide. Îlker a bang li hiqûqnasan kir wiha got: “Pêwîste hemû parêzerên xwedî wijdan li vê dosyayê xwedî derkevin û pê re eleqedar bibin. Ji ber ku hewl tê dayîn lêpirsîn bê girtin. Daxwaznameya ku me ji bo wê pêşkêş kiriye wê bikeve dosyayê? Em vê jî nizanin. Ez li benda piştgiriya we hemûya me.”
 
 

Sernavên din

01/09/2022
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin