MÊRDÎN – Hat hînbûn ku di şerê li herêma Omeriya de 4 eskerên tevgera taybet û cerdevanek birîndar bûne.
Duh herêma Omeriya ya Mêrdînê bi balafirên şer hatibû bombekirin û piştî bombeberanê şer qewimîbû.
Îro jî danê sibehê li bejahiya gundên girêdayî Nisêbîn û Midyadê şerekî dijwar qewimî û gelek helîkopter sewqî herêmê hatin kirin. Hat hînbûn ku di şer de heya niha 4 eskerên tevgera taybet û cerdevanek birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar bi helîkopteran sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê hatine kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji eskerên birîndar rewşa yekî giran e. Hat ragihandin ku şerê li herêmê didome.