Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma

img
MÊRSÎN - Hevjînê girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir ku li nexweşxaneyê hate binçavkirin girtin, Hamza Çakir, diyar kir ku tedawiya hevjîna wî di nivî de maye û wiha got: “Divê em ji bo girtiyan têbikoşin.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji wan girtiyên nexweş Semîran Erbaga Çakir e (32). Nexweşiyên Çakir ên weke tansiyon, mîde, pirsgirêkên demaran hene. 
 
Çakir, a di 31’ê tîrmeha 2018’an de li navçeya Erdîşa Wanê li mala xwe hate binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh ve bi 20 kesan re hate girtin. Di doza derbarê Çakir de bi îdiaya “Xerakirina yekitiya dewletê” hatiye vekirin de, dadgeha herêmî cezayê muebbedê yê hefsê birî. Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî xera kir. Çakir a ji nû ve hate darizandin vê carê ji aliyê dadgehê ve ji “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn û di tebaxa 2021’an de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Piştî ku biryara dadgeha herêmî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin Çakir di 4’ê tebaxê de dema li Edeneyê li nexweşxaneyê dihate dermankirin hate binçavkirin û sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê Çakir girt û şand Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê. 
 
Hevjînê Çakir, Hamza Çakir, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya hevjîna xwe û da zanîn ku gelek zehmet e ku girtiyên nexweş di girtîgehê de bên dermankirin. 
 
TEDAWIYA WÊ DI NIVÎ DE MA
 
Çakir, diyar kir ku dema Semîran ewilî hate girtin nexweşiya wê hate tespîtkirin û got: “Cara ewil bi birayê xwe re hate girtin. Di vê navberê de bavê wan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku delîlên şênber û îdiayên rast nebûn jî cezayê hefsê yê muebbetê li Semîranê hate birîn. Pişt re dosya xera bû. Piştî ku xerabû di pêvajoya darizandina nû de 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate berdan. Dû re ji bo dermankirinê em hatin Edeneyê. Em her tim diçûn nexweşxaneyan. Her tim aciz dibû û bêhal bû. Tevî vê yekê jî hatin girtin û birin. Dema cara ewil ew girtin bijîşk jê re gotibû ku ‘dilê te weke saeta bi bombe ye, em nizanin wê kengî biteqe’. Raporên bijîşkan hene lê dîsa jî li ber çav nagirin.”
 
Çakir, bi lêv kir ku dermankirina hevjîna wî ya li derve di nivî de ma û anî ziman ku ji ber girtinê tedawî di nivî de ma û her ku diçe jî rewşa bixeter dibe. 
 
GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN
 
Çakir bal kişand ku girtî bi awayekî bi rêk û pêk nayên dermankirin û da zanîn ku girtiyên nexweş gelemperî sewqî beşên nexweşxaneyê ku tu têkiliya wan bi nexweşiyên wan re nebin. Çakir, pirsa “Çima girtî bêyî ku bên dermankirin dibin girtîgehê” kir û diyar kir ku gelek caran revîrên girtîgehan sewqên girtiyên nexweş ên nexweşxaneyan betal dikin. 
 
‘DIVÊ EM JI BO WAN TÊBIKOŞIN’
 
Çakir, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin polîtîkayeke û wiha got: “Desthilat, pirsgirêkên ku girtiyên nexweşên giran dijîn paşguh dikin. Armanca sereke ya desthilatdaran a li ser girtiyan ew e ku girtîgehê weke cihê rehabîlîtasyonê bi kar tînin û wisa dibînin. Tevî van jî normalîzekirina şertên tecrîdê ye. Tu daxwaza me ji dewleta ku hiş û mantika wê tê zanîn nîne. Yekana daxwaza me ya ji civakê ji bo girtiyan di nava hewldanan de bin. Tevî hemû bê derfetiyên girtiyan jî divê em nîşan bidin ku ne bi tenê ne û divê em ji bo wan têbikoşin.”
 
 

Sernavên din

11/09/2022
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin