Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne

  • rojane
  • 10:47 10 Îlon 2022
  • |
STENBOL - Rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ên ku ceza li wan hatibû birîn diyar kirin ku beyanên şahid riziyan e û dozger jî mîna şahidan derewan dike û dadgehê jî xwest bi cezakirinê ser vê derewê binixûmîne. 
 
Danîşana biryarê ya doza rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku ji ber xebatên xwe rojnamevaniyê dihatin darizandin, di 8’ê îlonê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Dadger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li her rojnamevanek 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. 
Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Sadik Topaloglû û rojnamevan Sadiye Eser cezayê li wan hatiye birîn nirxandin. 
 
 
ÎDIANAME LI SER PÊJNÊ HATIYE AMADEKIRIN 
 
Topaloglû anî ziman ku sûcdariyên di îdianameyê de li wan tên kirin “hevnegirtî” ne û tu bingeha wan rewşên ku wek “delîl” nîşan dane jî nîne. Topaloglû da zanîn ku wan vê rewşê ji dadgehê îspat kiriye û got: “Divê meriv ji emniyete dest pê bike. Ev komployek pir eşkere ya li hemberî rojnamevanan e. Bi vî cezayê birîn xwestin kirasek li komploya xwe bikin. Çimkî dema me birin emniyete tenê Ozgur Baran li ser me îfade dabû. Baran îdia dike ku em çûne Qendîlê. Ne wek ku dîtibe, li ser tiştên pê hesiyaye vedibêje.” 
 
‘ŞAHID’ WÎ NAS NAKE 
 
Topaloglû anî ziman ku kes abi navê Dîlek Akyol ku wî qet nas nake, wêneyê wî datînin ber wê û îfadedayînê lê ferz dikin. Topalgolû got her çiqas Dîlek Akyol dibêje ku ew nas nake jî lê belê dîsa jî navê wê di îdianameyê de cih girt. 
 
‘DEREWÊN WAN LI HOLÊ NE’ 
 
Topaloglû diyar kir ku ew Ozgur Baran ku îfade li ser wî daye nas nake û wiha got: “Ez rojnamevan im. Min gelek caran ji bo televîzyonan bername çêkir. Dibe ku li kuçeyan jî welatî min nas bikin û yên nas dikin derdikevin pêşiya min. Lê vî kesî derbarê 182 kesan de îfade daye. Di nav van de biraziyê min rojnamevan jî hebû. Ew li dadgeha Semsûrê hat darizandin û hat beraetkirin. Pir zelal û eşkere Ozgur Baran derewan dike û ev bi biryarên dadgehê jî li holê ne. Ev jî qenata vê yekê pir eşkere nîşan dide.” 
 
‘JI EMNIYETÊ HETA DADGEHÊ DEREWAN DIKIN’ 
 
Topaloglû anî ziman ku derewên Ozgur Baran ku gotiye, “porê wî spî ye” de jî eşkere dibe û got: “Lê belê porê min spî ye. Ev jî her tiştî eşkere derdixe holê. Ji bo vê yekê jî ne hewceyî rapora pisporiyê ye. Ev îdianame li ser van derewan hat amadekirin. Îtîrafkar Baran nehatiye danişînekê jî. Lê tevî vê yekê jî dozger li ser derewên Ozgur Barna mutala xwe peşkeş kir. Dozger mutalayek bi sosretan tije peşkeş kir. Dozger hem delîlan ji holê rakir û hem jî derewan kir. Îtîrafkar bo min gotiye di 2014’an de derketiye derveyî welat. Lê ez di wê tarîxê de derneketime derveyî welat û min vê derewê jî eşkere kir. Dozger jî hema derewên îtîrafkar erê kiriye. Pir eşkere ji emniyetê bigire heta dadger ev komployek eşkere ye.”
 
MEŞA LI PEY HEQÎQETÊ
 
Topaloglû destnîşan kir ku wê çapemeniya azad bi van zextan dê neyê bêdengkirn û vî cezayê li wî hatiye birîn ji bo li pey heqîqetê bibeze ne asteng e û ji bo ew heqîqetê derxin holê jî deynê stûyê wan e. 
 
‘JI BER KURDBÛNA ME CEZA BIRÎN’ 
 
Rojnamevan Sadiye Eser jî anî ziman ku Ozgur Baran di îfadeya xwe de derbarê wê de gotiye ku “porê wê zer e” û di wê heyama behsa wê tê kirin de porê wê ne zer bûye û viya bi wêneyên hatine girtin jî li dadgehê hatiye piştrastkirin. Eser da zanîn ku derketina wê ya derveyî welat wek sûcê “endamtiya rêxistinê” hatiye hesibandin û ev yek jî wek mutala dozger hatiye amadekirin. Eser anî ziman ku dozger û dadger guh li îfadeyên wê û Topaloglû dane jî girtin û got: “Îdianame, doz, dosye gişt hem ji bo min hem ji bo hevkarê min dozek pûç e. Ez wisa difikirim ku dixwazin peşkê li xebatên me rojnamevaniyê bidin. Lê wê nikaribin peşkê li xebata wan rojnameveniyê bixin û bitepisînin. Her wiha ji ber nasnameya ya kurdbûnê vî cezayî li me birîn. Heke em ne li medyaya kurdî nexebitiyan dê doz li me nehata vekirin. Lê belê ez ê tevî hemû birîna ceza û zextên tên kirin jî pîşeya xwe bidomînin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

11/09/2022
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin