NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîlançoya 5 mehan ên êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê de hat ragihandin ku 2 hezar û 132 leşker û cerdevan hatine kuştin û 10 helîkopter jî hatine xistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), bîlançoya êrişên 5 mehan ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê hate parvekirin. Di bîlançoya 5 mehan de hat destnîşankirin ku herêm bi sedan caran hatiye bombebarankirin, bombeyên fosfor, termobarîk, çêkên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nûçeyê de hat gotin ku dewleta tirk di êrişan de 2 hezar û 4 caran ‘sûcê şer’ kiriye.
HEJMARA HPGI'YÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Her wiha di berfirehiya nûçeyê de hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên 5 mehan de 105 endamên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dane.
10 HELÎKOPTER HATIN XISTIN
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di şerê heta niha de 2 hezar û 132 leşker û cerdevan hatine kuştin û 10 helîkopter jî hatine xistin. Hat diyarkirin ku di nava leşkerên hatine kuştin de 13 jê leşkerên payebilind in.