Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne

img
SÊRT - Ji ciwanên tev li çalakiya protestokirina qeyûm a li Sêrtê bûy Mahmût Kizilkaya, wiha got: “Ez 26 salî me. Heke bizanim dê tevahiya emre min di girtîgehê de derbas bibe jî, heke bizanim dê di vê rêyê de bimirim jî ez ê vê têkoşînê bidomînim.”
 
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê ya DEM Partiyî Sofya Alagaş di 28’ê Çileyê de hat lidarxistin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê Çileyê de jî waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya li şûna wê weke qeyûm hate tayînkirin. Çalakiyên protestoyî yên li Sêrtê li dijî qeyûm hatine destpêkirin di roja 7’an de didomin. Çalakvanan diyar kirin ku dê heta dawiyê çalakiyên xwe bidomînin.  
 
Ciwanê bi navê Mahmût Kizilkaya bal kişand ser nîqaşên ser “çareseriyê” û got: “Em li benda aştiyê bûn lê qeyûm tayîn kirin. Gotina wan a ‘em bira ne’ weke qeyûm, zext û zilm li me vedigere. Min bi destê xwe dengê xwe da partiya ziman, gel û çanda min diparêze. Lê wan bi sedan polîs û TOMA’yan şaredariya me xesp kirin. Ka edalet?”
 
‘HEKE QEYÛM XESP NEBE WÊ DEMÊ ÇI YE?’
 
Bi domdarî Kizilkaya pirsa “Heke qeyûm xesp nebe wê demê çi ye?” kir û ev tişt anî ziman: “Di salên 90'î de em ji gund û xaka me kirin û sirgunê metropolan kirin. Lê me dîsa pergala xwe ava kir. Em Kurd in hûn bixwazin jî nikarin biguherînin. Bi van polîtîkayên xwe hûn nîşan didin bê ka hûn çiqasî barbar in. Bila medyaya tirk bê vê derê û barbariya li vir bibîne. Banga min ji bo Recep Tayyîp Erdogan e, qedera te di destê Kurdan de ye. Bi vê polîtîkaya qeyûman te xwe û partiya xwe bêhtir biçûk xist. Bi milyonan lîre ji qaseyên Tirkiyeyê winda bûn. Ma hûn tê nebûn? Îcar jî dora şaredariya ye? Tevî hemû zext û êrişan jî em ê li ber xwe bidin. Ez 26 salî me û heke ez bizanim dê tevahiya emrê min di zindanê de derbas bibe û di vê rêyê de bimirim jî ez ê dev ji vê têkoşînê bernedim. Berxwedana me ya ji bo ji bo welatê azad û gelê azad dê bidome.” 
 
Yilmaz Kaya jî got ku ew ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm nobetê digirin û got: “Qeyûm, êrişeke ser gelê Kurd e. Lê heta em şaredariyê distînin dê têkoşîna me bidome.” 
 
'SERKEFTIN DÊ YA ME BE’
 
Remzî Gîrîşkîn jî got: “Armanca min a hatine vir ew e ku xwedî li îradeya xwe derkevim. Niha hilbijartin were kirin dîsa em ê bi ser kevin. Li ser xaka me bi hezaran polîsan tînin. Lê çi bikin jî serkeftin dê ya me be. Em ê li gel hevşaredarên xwe bin. AKP îro qeyûm tayîn dike, sibe pergal dê biguhere û dê dor were wan jî. Li her derê zilm li Kurdan tê kirin. Li pêşiya şaredariyê li dijî sivîlan polîsên çekdar bicih kirine. Heta ku em sax bin dê her li cem partiya xwe û doza xwe bin. Banga min ji bo xelkê Sêrtê ew e ku xwedî li îradeya xwe derkevin.” 
 
‘EM Ê HEQÊ XWE BIPARÊZIN’
 
Mûrat Gogun jî anî ziman ku ew ne qeyûman ne jî biryarên wan nas nakin û wiha got: “Hevşaredarên me Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ne. Ev 3 serdemin qeyûman tayîn dikin. Lê çi bikin jî nikarin vîna gelê Kurd tune bihesibînin. Xelkê Sêrtê jî li dijî vê helwestê li ser peyaye. Her cara qeyûm tayîn dikin em bêhtir ferqê diavêjin wan. Lê bêrû ne lewma dev ji qeyûm bernadin. Em jî dê dev ji têkoşînê bernedin.” 
 
Azîz Bakay jî diyar kir ku tayînkirina qeyûm neheqî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê heta dawiyê li dijî van qeyûman li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin. Bi sedan sala ye gelê Kurd tê qetilkirin û mafên wan tên binpêkirin. Her ku em qala biratî û aştiyê dikin ew bêhtir qetil dikin. Li dijî van polîtîkayan banga têkoşînê li gelê Sêrtê dikim.” 
 
MA / Fethî Balaman - Heval Onkol
 

Sernavên din

12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê de civiya ZINDÎ
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin HATE NÛKIRIN
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin