COLEMÊRG - Li herêma Geliyê Tiyarê a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, îro danê sibehê operasyonaeke eskerî hat destpêkirin.
Hat ragihandin ku li gund, zozan û zozanên Herêma Geliyê Tiyarê, gundê Gûzereş, Ziyaniş, Şivîşk, Zavîte û Marûfan ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyoneke leskerî hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku nêzî 610 esker û cerdevan ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê û Fermandariya Cendirmeyan a Çelê tevlî operasyonê hatine kirin.
Hat ragihandin ku li herêmê liv û tevgera hewayî didome.