STENBOL - Endamên HDP’a Esenyurtê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê çalakî li dar xist. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 9 kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyurt a Stenbolê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” li hemberî Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Aydin daxuyanî da. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 9 kes ji piştve kelemçe kirin û bi îşkenceyê binçav kirin.
LI PÊŞ ÇAVÊN ZAROKAN HATIN DERBKIRIN
Di dema binçavkirinê de pozê welatiyê bi navê Metîn Burukan şikest û Gamze Kaya jî li pêş çavên 3 zarokên xwe hat derbkirin û binçavkirin. Di dema derbkirinê de Ayten Yilmaz bi ser hişê xwe çû.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Gamze Kaya, Çayan Yilmaz, Dînçer Gun, Metîn Burukan, Medet Duzenlî, Sînan Polathan, Mûrat Guven, Ayten Yilmaz û Welat Ekmekçî.”
Kesên hatine binçavkirin piştî kontrala tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Beylîkduzuyê, derbasî Qereqola Polîsan a Kiraçê hatin kirin.