Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn

  • rojane
  • 13:59 17 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn ku di sala 1991’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 710’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hatin ba hev. Hevserokê Odaya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran pisiştgirî da çalakiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Gundem hat pirsîn ku di 25’ê îlonê di nîvşevekê de ji hêla  serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî ve hatibû binçavkirin û 31 sal in tu agahî jê nayên girtin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, di serî de bal kişand ser doza rojnameger û zanyarê kurd Mûsa Anter ku ber demborînê dikeve û wiha got: “Ji her alî ve bêhiqûqî heye û nenaskirina hiqûqê heye. Hemû kiryarên di demên berê de bi awayekî derhiqûqî hatine kirin, bêceza man. Ev jî nîşan dide ku kesên sûc kirine ji hêla dewletê ve tên parastin. Divê dewlet faîlan bêceza nehêle, wan neparêze û nehêle doz ber demborînê bikeve. Ji bo darizandina van faîlan em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘DÊ HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIM’
 
Piştre jî xwîşka Gundem, Ferîde Gundem axivî û wiha got: “Tevî ewqas salan jî em hêj li birayê min digerin. Em her hefteyê di roja şemiyê de li vê derê e. Dema em tên vê derê, weke ku biçin goristanê. Dayik û bavê min bi hesreta birayê min wefat kirin. Heta ku sax bim dê vê têkoşînê bidomînim. Birayê min bêsûc û bêguneh bû. Çawa birine, bila wisa bînin jî.”
 
SERPÊHATIYA GUNDEM XWENDIN
 
Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin. 
 
Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe.
 
Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.” 
 
Piştî xwendina serpêhatiyê, çalakvanan ji bo Îbrahîm Gundem û hemû windakiriyan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
ÊLIH

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 546’an de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de serpêhatiya nivîskar, rojnameger û zanyarê kurd Apê Mûsa (Anter) hat xwendin ku di 20’ê îlona sala 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin. Xizmên Windakiriyan, endamên ÎHD’ê û kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter tev li çalakiyê bûn. Serpêhatiya Apê Mûsa ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz ve hat xwendin. 

Sernavên din

19/09/2022
14:43 Feray Şahîn a polîsekî ew qetil kiribû hat bibîranîn
14:29 Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin
14:27 Gelê Rojhilat ji bo Mahsa Amînî dest bi greva giştî kir
14:20 Derbarê polîsê parêzer birîndar kir de îdianame hate amadekirin
13:23 Odeyên Avahîsazan ji bo îhaleya firotina taxê hişyarî da: Dê temînatên we bên bloqekirin
13:22 Li Romayê hezaran kes di konsera ‘Ji Ocalan re Azadî’ de hatin cemhev
12:57 Ji bo cenazeyê Keve yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da ambûlans nehate dayîn
12:48 Mûsa Anter dê li cihê hatiye qetilkirin bê bîranîn
12:39 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Dê têkoşîn bidome
12:19 Ferît Şenyaşar: Dozger li şûna dozê vekin tên malbata me lêkolîn dikin
12:16 Leyla Guven: Serdest ji miriyan çi dixwazin?
12:08 Berdevka YPJ’ê: Pêngava me gihişt armanca xwe
11:42 Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
11:35 ÇEVDER: Divê pêşî li qirêjiya Golan Wanê bê girtin
11:19 Rapora Hengawê ya Îranê: 38 kes birîndar bûn, 13 kes hatin girtin
10:56 Li Hezexê rêza ‘xizaniyê’
10:55 Ciwanên HDP’î yên hatin berdan: Piştgiriya Şenyaşar kirin mijara sûc
10:54 Ev 5 sal in ji bo keça xwe li edaletê digerin: Cihê kujer ne kolan lê girtîgeh e
09:48 Îbrahîm Ayhan vegotin: Di rizgarkirina Kobanê de rola wî mezin e
09:07 Welatiyên ku tev li meşa Cûdî bûn: Destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikêşin
09:07 'Bidestxistina mafê perwerdehiya bi kurdî di destê kurdan de ye'
09:06 Li Wanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
09:05 ‘Hevdîtina bi Ocalan re daxwaza raya giştî ya demokratîk e’
09:05 Bersiva Wezaretê ya li ser birîna daran: Em daristanê ciwan dikin
09:04 Di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok ên polîsan: Di destê wî de perend hebû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:55 Fînalîstên tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyar bûn
18/09/2022
23:59 Li Girtîgeha Akçadagê Bariş Keve bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
22:10 Li Silopiyayê Atolyeya Zarokan hate lidarxistin
21:57 Tûra dûçerxê ya Jinên Xemilandî hat betalkirin
18:14 Li Geverê wesayîtek gêr bû: Welatiyek mir yek jî birîndar bû
16:36 Li Geverê operasyona leşkerî: 10 gundî hatin binçavkirin
16:24 Nîqaşên jin û aştiyê: Armanca jinan avakirina civakeke wekhev e
16:00 Pakîstan Demîr tevî 5 biryarên ‘dûrxistinê’ jî hate qetilkirin
15:46 ‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’
15:08 Çalakiyên li Îranê berdewam in: Jinan pora xwe jê kirin
14:34 Wezaretê got ku sedema rabûna lehiyan şaredariya AKP'î ye
14:25 TJA: Em têkoşîna nasnameyê ya Mahsa Amînî ji bîr nakin
13:56 Aydenîz: Bila kesek li ser kurdan hesaban neke
13:25 Hovîtiya leşkerên Azerbaycanê: Jina ermen a leşker tecawiz kirin û bi îşkenceyê qetil kirin
13:04 Tirkiyeyê êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
12:21 Li Pirsûsê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
12:20 Der barê kesên ‘33 Rêwiyên Hêviyê’ bi bîr anîn de îdianame hat amadekirin
11:53 Şêwirmendê Peker hat binçavkirin
11:49 Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze
11:09 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de didome
11:03 Baroya Şirnexê ji bo qirkirina daristanan cara duyemîn serlêdan kir
10:49 Li Çewlikê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:34 Li Silêmaniyeyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin
10:31 Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn
09:57 Xwendekarên ODTU'yê ku tev li Meşa Cûdî bûn: Em ê li her derê têbikoşin
09:12 '3 meh in em nikarin bi zarokên xwe yên girtî re biaxivin'
09:02 'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'
09:01 Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye
09:01 Îdare dixwaze mazgalên deriyên hucreyan bigire
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
17/09/2022
22:04 Zeraq li ser 'Rengê Hebûnê' axivî: Duzimanîbûn ji bo me mirin e
18:27 Ji bo tevlî Meşa Cûdiyê nebin 11 saetan hatin sekinandin
16:51 Amînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin bi girseyî hate veşartin
16:46 Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye
16:42 Li Dîlokê qirkirina xwezayê hat şermezarkirin
16:36 Di lêpirsîna derheqê kesên tev li Nobeta Edaletê bûyîn de biryara neşopandinê hat dayîn
16:19 Îşkenceya li Guzelê hate kirin bi gotina ‘fikra kesayetî ye’ hate îadekirin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’
15:39 Bi hezaran kes li dijî şer û talanê li Cûdî ne
15:15 'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû
14:43 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag re got: Daxwaza me edalet e
14:36 ‘Biryara demborînê nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye’
14:19 Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê hate kirin
14:10 ANF: 5 HPG’î di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan
13:59 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Gundem pirsîn
13:40 HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
13:30 Kalê 84 salî bi gopalê xwe tev li Meşa Cûdî bû
12:27 Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket
12:11 Ji alîgirên Amedsporê re doza 'nerabûna ser piya ya Sirûda Îstîklalê’ hate vekirin
12:01 Kesê jê re digotin ‘ji tîma sûîqestê ye’ boyaxvanê emniyetê derket
11:42 Jina êzdî ya li Kampa Holê hatiye rizgarkirin: Ez ê ji bo azadiya jinên êzdî bixebitim
11:20 Du baskên Meşa Cûdî gihiştin hev: Em destûr nadin bêmirovbûnê
10:12 Ji bo 16 rojnamegeran serî li AYM’ê dan
10:06 Şampiyonên herêmê yên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût li Silopiya ne
09:45 Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
09:44 Kilinç ê 30 sal in girtî bû hat berdan
09:30 Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye
09:02 Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand
09:02 Ji ber tirşiyê ceza li girtiyan hatiye birîn!
09:01 ‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:51 Ji Serhedê ber bi Cûdî ve ketin rê
16/09/2022
21:20 Li Kercewsê dozger xwe kuşt
20:44 Sancar malbata Hakan Arslan ziyaret kir
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin