Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye

  • rojane
  • 15:00 21 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan. Di serdanê de gel diyar kir ku HDP hêviya wan e û wiha gotin: “Divê desthilatdarî êdî bê guhertin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li navçeya Cizîr a Şirnexê çûn serdana esnafan. Li gel Keskîn û Bayindir, her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclisa Ciwanan Dêrsim Dag, parlamenter Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz û gelek partiyî jî tev li serdanê bûn. 
 
Şande di seranseriya serdanê de bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” hat pêşwazîkirin. Hevserokan pirsgirêkên esnafan gundarî kirin. Esnaf, gazinên xwe ji polîtîkayên şer ên AKP’ê kirin û gotin ku sedema krîza aborî jî ev polîtîka ne. Welatiyan, bal kişand ser hilbijartinê û diyar kirin ku tekane hêviya wan HDP ye û dê di vê hilbijartinê de AKP’ê têk bibin. 
 
DIVÊ DESTHILATDARÎ BIGUHERE
 
Serdana hevserokan li ser Cehdeya Îdîlê dest pê kir û balkêş bû ku di dema silavdayîna Buldan de kalekî 70 salî giriya. Her wiha esnafekî ciwan gazinên xwe ji bo Buldan û Bayindir kir û da zanîn ku krîza aborî ya heyî rewşa wan gelek xerab kiriye. Bi domdarî esnafê ciwan ev tişt anî ziman: “Krîza aborî her ku diçe girantir dibe. Divê ji vê re çareseriyek bê peydakirin. Li her derê zext hene. Xwezaya me talan dikin û darên me dibirin. Nahêlin kesek daxuyaniyekî jî bide. Divê desthilatdarî biguhere. Kî çi dibêje bila bibêje lê vîna me HDP ye.” 
 
NIFŞÊ Z’YÊ BI HDP’Ê RE YE
 
Ciwaneke din jî anî ziman ku muxalefet û siyaseta HDP’ê bo gel bûye hêvî û nêrînên xwe wiha parve kir: “HDP li her dever û qadê têdikoşe. Bersivê dide hemû êrişan. Em bi HDP’ê serfiraz in. Em ê heta dawiyê li cem HDP’ê bin. Çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Nifşê Z li cem HDP’ê ye. Rêjeya dengên me ya di hilbijartinan de ser ji sedî 14-15 e. Medyaya desthilatdariyê vê rastiyê veşêre jî rastî ev e. Dengên me roj bi roj zêdetir dibin.” 
 
Buldan û Bayindir piştre jî li Hala Zebzeyan a Cizîrê geriyan û pirsgirêkên ji ber krîza aborî guhdarî kirin. Gazinên esnafan ji ber zemên her roj tên kirin hebûn û gotin ku ji bo sererastbûna aboriyê tekane hêviya wan HDP ye. 
 
‘YÊN KU HDP’Ê MUXATAB NEGIRIN EM JÎ MUXATAB NAGIRIN’ 
 
Di dema serdanê esnafekî destnîşan kir ku ew rêya çarseriyê di HDP’ê de dibînin û ev tişt anî ziman: “Yên ku HDP’ê weke muxatab nabînin, em jî wan muxatab nagirin. Li rojava dema darek tê birîn qiyametê radikin lê dema li vir tên qirkirin, nahêlin daxuyaniyek jî bê dayîn. Me weke dijminên xwe dibînin. Hêviya me hûn in.” 
 
BULDAN: ÊN KURDAN ÎNKAR DIKIN DÊ BIÇIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bi lêv kir ku yên HDP û kurdan înkar dikin dê winda bikin û wiha domand: “Ên ku înkar dikin dê têk biçin. Heke AKP kurdan înkar bike, dê têk biçe. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Em ê wan têk bibin.” 
 
Di dema serdanê de Buldan û Bayindir gelek caran bi ciwanan re sihbet kirin, pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin. 
 
 ‘ME SÛDA SIYASETA RAST DÎT’ 
 
Her wiha esnafekî got ku heke li Meclisê siyaseteke baş bê kirin dê rewşa gel xweştir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me pêvajoya çareseriyê dît û sûd jê girt. Hêvî û daxwaza me jî ew e ku parlamenterên me li Meclisê siyaseteke rast bimeşînin.” 
 
Piştî serdanên esnafan, Buldan û Bayindir derbasî Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê. 
 

Sernavên din

21/09/2022
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû
20:24 Qetilkirina Mahsa Amînîyê hat şermezarkirin
20:05 Cenazeyê Bariş Keve anîn Wanê
17:29 691 parêzerên ji Sûriyê ji bo Ocalan bang li Wezareta Dadê kirin
16:54 Li Kobanê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:18 Peywira parastinê ya parêzer Uçar hat qedexekirin
16:05 Polîsan li Amedê rojnameya Xwebûnê desteser kirin
15:58 HDP çû serdana DFG’ê
15:56 Nexweşê penceşêrê Huseyîn Dûrmaz bila bê berdan
15:49 Dosyaya teduristiyê ya Sîbel Balaç şandin ATK’ê
15:36 Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir
14:44 Artêşa tirk Amediye û Metîna bombebaran kir
14:43 Feray Şahîn a polîsekî ew qetil kiribû hat bibîranîn
14:29 Zilaman li du bajaran tundî li jinan kirin
14:27 Gelê Rojhilat ji bo Mahsa Amînî dest bi greva giştî kir
14:20 Derbarê polîsê parêzer birîndar kir de îdianame hate amadekirin
13:23 Odeyên Avahîsazan ji bo îhaleya firotina taxê hişyarî da: Dê temînatên we bên bloqekirin