* Karmendên Pîşesaziya Colemêrgê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek xebatkarên xwe ji kar derxistine û ev tişt gotin: "Pereyên ji bo şer tên xerckirin heke ji bo gel bên xerckirin wê rewşa her tiştî baş bibe."
* Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê hêvî, abwerî û kelecanê ava kiriye û ev tişt got: "Divê em her qad û kuçeyê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê."
* Avahiya dîrokî ya di dema qeyûmê berê yê Cizîrê de ji bo Hatîce Atan a AKP'î ku weke 'Keça Manewî' ya Erdogan tê naskirin hatibû terxankirin niha weke mêvanxane AKP'î lê tên pêşwazîkirin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 567’emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza derbarê endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)
* Danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin. (10.00)
* Danişîna doza derbarê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ên bi hinceta teqîneke li çoltera navçeyê qewimî ji peywîrê hatibûn girtin de hatiye vekirin wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê li Semsûrê tev li civîneke gel a li eywaneke dawetê were lidarxistin bibe. (14.30) ZINDÎ