Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin

  • rojane
  • 09:07 2 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Li Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî girtiyên ku mafê wan ê perwerdehî û hînkariyê tê binpêkirin, li lojmanên personelên girtîgehê di karên paqijiyê de û li ser îskeleyên 10-15 metrekareyî tên xebitandin. 

Li Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî ya Tîpa L'yê Bûrak Bekîl, Taner Kaya û Vûral Kadîr Kargalioglû ku îsal di ezmûnên zanîngehê de bi ser ketin û qeyda xwe li Zanîngeha Hîtîtê çêkirin, mafê wan ê perwerdehî û hînkariyê ji aliyê girtîgehê ve tê binpêkirin. 
 
Bekîl ku berê di Girtîgeha Îskîlîp a Vekirî de bû, piştî di ezmûna zanîngehê de bi ser ketiye, ew bi "sewka hînkariyê" di 5'ê Îlonê de sewqî Girtîgeha Çorûmê ya Vekirî kirine. Hat diyarkirin ku gardiyanê di beşa perwerdehiyê de peywirdar di 6'ê Îlonê de hatiye qawîşê û ji wan re gotine "Dê Desteya Çavdêrî û ÎDareyê biryarê bide. Biryar dê roja înê teblîxî we bê kirin. Dê biryar bê dayîn ku hûn neçin dibistanê. Dadgeriya înfazê çi biryarê bide me eleqedar nake. Herin bi wir re biaxivin, kar û barê me heye." Bekîl ragihand ku sergardiyan Okkeş Solmaz jî jê re gotiye, "Piştî vî emrî tu yê çi bikî ji xwendinê. Ev qas mirov xwendine, wê çi bibe." 
 
Piştî gotinên gardiyanan Desteya Çavdêrî û Îdareyê jî biryara "neşandina dibistanê" teblîxî Bekîl û girtiyên din Taner Kaya û Vûral Kadîr Kargalioglû kiriye. 
 
LI SER ÎSKELEYAN TÊN XEBITANDIN!
 
Ji ber ku Bekîl di girtîgeha vekirî de ye, me bi telefonê xwe gihand wî. Bekîl diyar kir ku 39 kes di heman qawîşê de dimînin û got ku hin girtî bêyî ku sîgorteya wan a tenduristiyê hebe û bêyî baretê û kemera ewlehiyê bidin wan li ser îskeleyên 10-15 metrekareyî tên xebitandin. 
 
GEFXWARIN
 
Bekîl bilêv kir ku wan dişînin karê paqijiyê yê li lojmanan jî û wiha got: "Paqijiya malan bi me didin kirin. Ji bo paqijiya qadêçn şexsî jî girtî tên xebitandin." Bekîl ragihand kui gava girtî îtiaz dikin gardiyan gefan li wan dixwin û ji wan re dibêjin ew ê wan bişînin girtîgehine din. 
 
ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERSIV NEDA
 
Têkildarî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehê em li îdareya girtîgehê geriyan. Lê belê îdareyê tenê got: "Ev der girtîgeheke edliyan e. Em ê ji ku zanibin ku hûn ne neyarên girtiyan in. Ne pêkan e em der barê tiştên li vir diqewimin tiştekî bibêjin." 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê û Komîsyona Girtîgehan Parêzer Îlhan Ongor destnîşan kir ku binpêkirina mafmê perwerdehiyê yê Bekîl û her du girtiyên din dijî hiqûqê ye û bal kişand ser mafê perwerdehiyê yê di Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyîd e hatine mîsogerkirin. 
 
Ongor bibîr xist ku li gor daneyên sala 2021'ê yên Wezareta Dadê li girtîgehan 39 hezar û 519 xwendekar hene û wiha got: "Lê nayê zanîn bê ka ji van girtiyan çend jê bi awayekî rêkûpêk sûdê ji mafê perwerdehî û hînakriyê digirin." Ongor diyar kir ku li gelek girtîgehan xwendekarên girtî û hikumxwar niakrin tevlî dersan bibin û tew gelek jê nikarin tevlî ezmûnên li girtîgehê jî bibin û wiha got: "Wekî hincet an derfetên girtîgehê tên nîşandan an jî ewlehiya îdareya girtîgehê. Lê belê ev hincet xwe nasipirên tu delîlên berbiçav. Ev bi awayekî kêfî tên kirin." 
 
Ongor destnîşan kir ku peywir û berpirsiyariya dewletê ye ku li girtîgehan ji bo xwendekaran derfetan peyda bike.
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

29/10/2022
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin