Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne

  • rojane
  • 10:27 4 Cotmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Nazîrê Bîrlîk ku cenazeyê kurê wê Haci Lokman Bîrlîk li erdê hatibû kaşkirin, diyar kir ku ev 7 sal in di dosyaya kurê wê de tu pêşketin nînin. Parêzer Ramazan Demîr jî da zanîn ku dozger û dadger li gorî poîtîkaya necezakirinê tevdigerin û xwe nêzî dosyayê nakin. 
 
Haci Lokman Bîrlîk (24), di 3’yê cotmeha sala 2015’an de li Taxa Dîcle ya Şirnexê bi awayekî birîndar hat binçavkirin, bi 28 guleyan hat qetilkirin û piştre jî cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hat girêdan û kaşkirin. Dîmenên kaşkirina cenazeyê Bîrlîk ji hêla polîsan ve li ser medyaya civakî hat parvekirin. Lê belê di lêpirsîna derheqê bûyerê de tenê ji bo 4 polîsan cezayê “rawestandina qidemê” hat dayîn û ev 7 sal in di dosyayê de tu pêşketin nînin. Têkildarî Midûrê Şaxa Tevgera Taybet M.K. û Midûrê Emniyetê yê Asta 1’emîn E.R. ku di wesayîtê de bi bêtêlê diaxiviyan jî tu kirarî nehatin kirin. 
 
Dayika Bîrlîk, Nazîrê Bîrlîk qala têkoşîna xwe ya 7 salan kir û parêzerê malbatê Ramazan Demîr jî bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê. 
 
EV 7 SAL IN ÊŞ DIDOME 
 
Nazîre Bîrlîk (74), da zanîn ku bi ser qetilkirina kurê wê re 7 sal derbas bûn lê êşa wan hêj mîna duh wekî xwe ye û wiha got: “Xwedê kesekî bi dil nexe îmtîhanê. Her tişt qedera Xwedê ye lê hinek tişt bi destê mirovan tên kirin. Tiştên bi serê gelê kurd tên, qedereke keyfî ye. Ev qeder, qedera dijminatiyê ye. Qedera wekhevî û îslamê nîne. Tu eleqeya van tiştan bi îslamê re nîne. Di îslamiyetê de hemû kes wekhev e û xwedî heman mafan in. Lê belê ev mirov mafên kurdan nadinê.”
 
KÎNA LI DIJÎ KURDAN
 
Bi domdarî Bîrlîk diyar kir ku di dema serdanên şînê de hîn bûye ku kurê wê hatiye kuştin û wiha domand: “Me zilmekî wiha nedîtiye. Dayikek hat cem min, bi destê min girt, serxweşî da û got; ‘bila bên bêxin stûyê kesên ben xistine stûyê kurê te.’ Wê demê ez hîn bûm ku werîs xistine stûyê kurê min. Dayikeke din got; ’28 gule li kurê te hatine xistin. Îşala ew jî bi 28 guleyan bên kuştin.’ Wê demê hîn bûm bê ka kurê min bi hovîtiyeke çawa hatiye qetilkirin. Dikarin mirovekî bi guleyekê jî bikujin. Çima 28 gule lê hatin xistin? Heta dozgerê ketiye otopsiya kurê min jî got; ‘Hovîtiyeke ewqas mezin nabe.’ Li dijî kurdan dilê wan bi kînê tije bûye. Dilê wan req bûye. Dema kurd bi destê wan ket, sax jî be mirî jî be, êriş dikin. Çima goristanên kurdan hildiweşînin? Bi vî awayî kîna xwe derdixînin. Gorên mirovan xerab dikin. Heta navên li ser goran jî dişewitînin.” 
 
‘BI YEKITIYÊ RE DÊ DILÊ ME HINEK HÊNIK BIBE’
 
Di berdewamê de Bîrlîk got ku divê gelê kurd li dijî êrişên heyî yekitiya xwe ava bikin û ev tişt anî ziman: “Çend heyf û mixabin ku ji heman malbatê yek jê gerîla, yek jê leşker, yek cerdevan û yê din jî kujer e... Başe dê yekitî çawa ava bibe? Heta ku dilê kurdekî ji bo kurdê din neşewite, dê tifaqek çênebe. Kêmasiya me ya herî mezin jî nebûna tifaqa me ye. Heke kurd li dijî hev rast û dirûst bûna û tifaqa wan hebûya, kesekî bi kurdan nedikariya. Kurd bi aqil û cisareta xwe gelek jîr in. Heke tifaqa xwe çêbikin, bibin yek û nasname û çanda xwe biparêzin, qet nebe wê demê dilê me dayikan dê hinek hênik bibe. Divê her kes tiştên tên kirin ji dil hîs bike. Heke dilê kurdan bo hev nesoje, dilê kesekî bo wan nasoje. Rêya xwedîderketina li kurê min ew nîne ku bibêjin ‘heyf û mixabin bû, em pê êşiyan û hwd.’ Xwedîderketina li kurê min û hevalên wî, bi xwedîderketina li rê û armancên wan dibe.” 
 
PARÊZER DEMÎR: LÊPIRSÎN NEHAT KIRIN
 
Parêzerê malbata Bîrlîk, Ramazan Demîr jî da zanîn ku bi ser qetilkirina Bîrlîk re 7 sal derbas bûn lê belê têkildarî şêweyê kuştina wî û pêvajoya piştre tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Demîr, bi lêv kir ku Bîrlîk bi awayekî derhiqûqî hatiye qetilkirin û wiha derbirî: “Ji roja destpêkê heta niha mirina Bîrlîk nehat vekolandin. Tenê piştî ku dîmenên îşkenceyê li ser medyaya civakî hatin parvekirin, têkildarî parvekirinan lêpirsîn hat destpêkirin. Tevî hemû daxwaz û destwerdanên me jî, dozgerî û hêzên ewlekariyê biisrar tenê têkildarî parvekirina van dîmenan bi hinek kesên din re da ber lêpirsînê. Nêzî 8-9 dozgeran ev dosya dît. Lê tevekan jî biisrar daxwazên me paşguh kirin. Têkildarî komkirina delîlan û girtina îfadeyên hêzên ewlekariyê yên di wê operasyonê de tu tiştek nehat kirin. Ya ku hatiye kirin ne tenê heqareta li bîranîna mirî ye. Bi taybet jî ji bo ezyeta li malbatê û xizmên wî ev yek hatiye kirin. Lewma jî hiqûq nikare vê deyne cihekî. Heke kesek bi wer re bikeve pevçûnê jî, peywira we ew e ku hûn wî kesî sax bigirin. Peywira hêzên ewlekariyê jî ew e ku wan kesan radestî darazê bike.” 
 
DOZGERAN XWE NÊZÎ DOSYAYÊ NEKIRIN
 
Demîr, daxuyand ku ji hêla hiqûqî ve têkildarî qetilkirina Bîrlîk tu gav nehatine avêtin û ev agahî dan: “Me 2 sal berê serî li Qanûna Bingehîn da. Tevî ewqas daxwazên me jî tu gavek nehat avêtin. Me 2 sal berê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê AYM’ê jî heta niha derheqê dosyayê de tu gavek neavêtiye. Hêj jî di pêvajoya lêkolînkirinê de ye. Rewşa dosyayê 7 sal berê çawa be, niha jî di heman rewşê de ye. Tevî raporên teftîşê yên wezaretê jî her dozgerê li dosyayê dinihêre, biisrar nexwest tiştekî bike û xwe nêzî dosyayê nekirin. Heta niha jî tu dozgereke ku delîlan kom dike, lêpirsînê berfireh dike û ji bo daxwazên me ketiye nava hewldanan nehatiye. Lewma me serî li AYM’ê da. Em ê li gorî bersiva wê gavên nû biavêjin.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ YA DEWLETÊ
 
Parêzer Demîr got ku heke heta niha gaveke şênber nehatibe avêtin, sedema vê polîtîkaya necezakirinê ya Tirkiyeyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de, di hemû bûyerên munferît ên di dema qedexeyên derketina derve de hêzên ewlekariyê tev li bûn, derheqê faîlên sûc û bûyeran de lêpirsîn nayên destpêkirin. Dewlet di vê mijarê de xwedî helwestek e. Polîtîkaya dewletê ye. Ileh divê li ber kamerayan îşkence bê kirin ku derheqê wan kesan de bikarin dozê vekin. Ne dozger û ne jî dadger ji bilî wan bi tu awayî lêkolîn nakin. Di gelek dosyayan de li gel ku her tişt pêşçav e jî, tê dîtin ku dozger û dadger hêzên ewlekariyê diparêzin, xwedî lê derdikevin, cisaret didin wan û serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Ev yek qet neguherî û îro jî didome.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel - Omer Akin 
 

Sernavên din

05/10/2022
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê