MÊRDÎN - Di dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek topên hawanê li Nisêbîn û Qoserê ketibûn. Ji ber van topan 14 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi ser mirina 14 kesan re 3 sal derbas bûne, lê heya niha tenê hevokek li lêpirsînê hatiye zêdekirin.
Tirkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de tevî hêzên paramîlîter êriş biribû ser bajarên Serêkaniyê û Girêspî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di dema êrişan de ji Rihayê heya Şirnexê gelek derdorên nêzî sînor bandor ji êrişan girtibûn. Wê demê li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê jî 14 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi êrişên Tirkiyeyê re li Nisêbînê Fatma Yildiz (47) û zarokên wê Leyla Yildiz (16) û Emîne Yildiz (12), Huseyîn Çakir (48), Naîf Sîncar (68), Ahmet Delen (16), Orhan Dogan (30), Aytekîn Eroglû (35), Mehmet Şîrîn Demîr (50), Hasan Mûhammed (39), Dara Alî (17) û Şivan Çetîn (26) jiyana xwe ji dest dabûn. Li Qoserê jî Halîl Turkoglû (45) û Bedran Tukroglû (18) jiyana xwe ji dest dabûn.
Çendî rayedarên hikûmetê gotibûn "YPG'ê topên hawanê avêtine" jî, lê raya giştî jê bawer nekiribû. Şêniyên Nisêbîn û Qoserê diyar kiribûn ku MÎT'ê û komên mîlîtarîst ên pê re topên hawanê avêtine û Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîl wê demê dauxyandibû ku tu eleqeyea wan bi van topên hawanê re tune ye. Li gel vê daraz jî bêyî ku lêpirsîneke çalak bike, dosyeya 14 kesan hewaleyî buroya "kiryar nediyaran" kiribû.
Dewlet ji dêvla ku lêkolîn bike bê kî topên hewanê avêtine, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn gotibû "şehîdên sivîl" û xwestibû bi "pereyê xwînê" malbatan bitepisîne. Wezareta Karên Navxweyî û Walîtiya Mêrdînê jî her sal ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane di bin navê "mewlûdê" de bernameyekê li dar dixin, lê malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane tevlî vê bernameyê nabin.
Li gor agahiyên ji parêzeran bi dest ketine, di lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê kirin, heya niha bi qasî serê derziyê jî pêşketinek çênebûye. Di lêpirsînê de tenê agahiyên der heqê kesên jiyana xwe ji dest dane, raporên otopsiyê, dîmen û wêneyên roja bûyerê û zabitnameyên ji aliyê polîsan ve hatine çêkirin hene. Heya niha tenê ewraqek daxilî dosyeyê hatiye kirin; ew jî ji hevokekê pêk tê. Dozger dı sala 2020'an de gotiye di lêpirsîna hatiye kirin de kiryar an jî kiryarên bûyerê nehatine diyarkirin, lewma divê dosye daxilî nava yên "kiryar nediyar" bê kirin.
MA / Ahmet Kanbal