STENBOL - Rojnameger Mutlu Çîvîroglû diyar kir ku DYA ya ku ewlehiya Îsraîlê esas digire dê bi Trump re bi awayekî xurt vegere Rojhilata Navîn û wiha got: “Dibe ku ev rewş ji bo kurdan rê li ber firsendên nû veke. Rastiya li Washingtonê teşe digire li gorî daxwaza Tirkiyeyê nîne.”
Rojnameger Mutlu Çîvîroglû têkildarî serokê nû yê DYA’yê Donald Trump û îxtîmala polîtîkayên wî yên hundir û derve nirxand. Çîvîroglû, got ku careke din hilbijartina Trump di dîroka Amerîkayê de rewşekî girîng e.
‘DÊ BIHÊZ VEGERE ROJHILATA NAVÎN’
Çîvîroglû, diyar kir ku partiya Trump li Meclisa Nûneran piraniya dengan bi dest xist û wiha got: “Lewma dê bi rehetî bikare ajandaya xwe bi cih bîne.” Çîvîroglû, got ku dê Amerîka bi dîsa hilbijartina Trump re pir xurt vegere Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Rêveberiya Biden piranî bala xwe da ser Rûsya û Çînê. Lê dê Trump piranî li ser Rojhilata Navîn bisekine. Biden soz dabû ku dê hebûna xwe ya leşkerî siyasî û dîplomatîk a li Rojhilata Navîn kêm bikin. Gavên xwe li gorî vê avêtin. Trump, kesekî nêzî Îsraîlê ye. Îxtîmalekî mezin e ev rêveberî dê piranî li ser parastina Îsraîlê, bihêzkirina wê, tunekirina rêxistinên weke Hamas û Hîzbullahê û kontrolkirineke mutleq a li ser Îranê bisekine. Dibe ku hinek hêzên herêmî di vê navberê de çendek gavan biavêjin. Weke mînak, operasyona Tirkiyeyê ya li dijî bakurê Sûriyeyê dikare di vê çarçoveyê de were nirxandin. Li Washingtonê şîroveyên bi vî awayî tên kirin. Dibêjin ku Tirkiye dixwaze ji vê rewşê sûd bigire. Ji ber ku di navberê de valahiya otorîteyê çêdibe. Lê dema mirov van navên behsên xeberê lê zêde dike; navenda siyaseta derve ya Amerîkayê dîsa dibe Rojhilata Navîn. Xuyaye ku dê Trump piştgiriyeke mezin bide Îsraîlê. Beriya niha Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir û Konsolosxaneya Amerîkayê biribû wir. Tê gotin ku dê vê biryarê bidomîne.”
'DIBE KU JI BO KURDAN FIRSENDÊN NÛ BIAFIRIN’
Bi domdarî Çîvîroglû destnîşan kir ku dê polîtîkaya DYA’yê ya li dijî Îranê pir hişktir bibe û wiha got: “Dema DYA vê siyasetê dike, dibe ku ji bo kurdan hinek firsend derkevin holê. Îsraîl di demên dawî de peyamên erênî ji bo kurdan dide. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê yê nû Gideon Saar got; ‘kurd şirîkên me yên xwezayî ne.’ Dibe ku ev tenê bi gotinê bisînor nemînin. Di rewşekî wiha de dibe ku ji bo kurdan firsendên nû çêbibin.”
Çîvîroglû, bal kişand ser rageşiya dîrokî ya di navbera Îsraîl-Sûriyeyê de û wiha dom kir: “Dibe ku ev rewş bi kêrî karê kurdan bê. Bihêzbûna kurdan a li wir, domandina hebûna leşkerên Amerîkî yan jî zêdekirina hejmara wan, ji bo kurdan girîng e. Îsraîl jî kurdên Rojava pir girîng dibîne. Ji ber ku ji hêla erdnîgariyê ve kurdên herî zêde nêzî Îsraîlê yên Rojavayî ne. Lewma dibe ku ji bo wan firsendek çêbibe.”
'DAXWAZEKE JI BO VEKIŞANDINA LEŞLKERAN XUYA NAKE’
Têkildarî nîqaşên ser vekişandina leşkerên Amerîkayî ya ji Iraq û Sûriyeyê jî Çîvîroglû ev nirxandin ir: “Di serdema nû ya Trump de biryara vekişandina leşkeran a ji Sûriyeyê hebû. Wê jî ji bo kurdan encamên giran bi xwe re anî. Trump kesayetekî cuda ye û gelek caran guh nade burokrasiyê, kadroya dîplomasiyê û şêwirmendên xwe. Rewşa Îsraîlê, rewşa têkildarî Îranê ji bo Rojava hêj girîngtir dibe. Ji ber ku li herêmên di bin kontrola HSD’ê de hem li dijî DAIŞ’ê têkoşîn didome hem jî ji bo astengkirina bandora Îranê ya li herêmê cihekî girîng e. Her wiha hem hêza Sûriyeyê ya li Sûriyeyê kontrol dike hem jî ji hêla Tirkiyeyê ve girîng e. Anku dema mirov li rewşa heyî dinêre, rewşeke ku leşkeran paşve bikişînin xuya nake. Berevajî vê, potansiyel heye ku ev hejmar were zêdekirin. Biden, ji bo vekişandina leşkeran bi Iraqê re peyman mohr kiriye lê Trump bi rehetî dikare betal bike. Lewma ez ne bawerim hêzên xwe ji Rojhilata Navîn vekişînin.”
'DIBE KU LI ROJHILAT ROLA KURDAN DERKEVE PÊŞ’
Rojnameger Çîvîroglû got ku li DYA’yê şîroveyên weke “Îranê hedê xwe derbas kir” û “Îsraîl di xetereyê de ye û divê were parastin” tên kirin û wiha derbirî: “Ji ber bandora lobiyên Amerîkayê, Kongreyê, saziyên raman û hêzên alîgirên Îsraîlê yên di nava rêveberiya nû de dibe ku bikin li Îranê piştgiriyê bidin muxalefetê. Bi taybet jî kurd, hêza herî çalak a muxalefeta Îranê ye. Ji bûyerên Jîna Emîniyê heta serhildanên cuda, kurd her tim pêşeng bûn. Dibe ku rola hêzên çekdar ên kurd ên li Îranê derkeve pêş. Pêşşîroveyên wiha hene.”
DÊ ÇI BI TÊKILIYÊN TIRKIYE-DYA’YÊ BIBIN?
Çîvîroglû, daxuyand ku DYA-Tirkiye şirîkên hev in lê belê dema mijar dibe kurd di navbera wan de alozî derdikeve. Çîvîroglû, wiha axivî: “Tirkiye bi sala ye dixwaze avadaniyên leşkerî û siyasî yên kurdan tune bike. Lê ji Obama heta Trump û Bidene, ev daxwaz nehat qebûlkirin. Bi taybet jî têkiliyên xwe yên bi avadaniyên li Rojava û Başûr re didomîne. Hebûna siyasî û leşkerî ya DYA’yê ya li Rojava bi sala ye heye. Anku ji çavkaniyên xwe yekser agahiyên didin navendê. Washington heta niha bi nêrîna Tirkiyeyê li kurdan dinihêret. Lê niha li Rojava nûnertiya wan a Wezareta Karên Derve heye. Koalîsyon jî li wir e. Anku hikûmeta Amerîkayê ji têkiliya bi kurdan re keyfxweş e.”
'RASTIYA HEYÎ NE LI GORÎ DAXWAZA TIRKIYEYÊ YE’
Çîvîroglû, axaftina xwe wiha qedand: “Gelek caran daxwazên Tirkiyeyê ji bo DYA’yê tu wateya wan nîne. Naxwazin li ber kamerayan Tirkiyeyê bixin rewşekî zor lê di encamê de siyaseta xwe pêk tînin. Erdogan û kesên derdora wî dibêjin qey bi hatina Trump re dê têkiliyên berê bi kar bînin, dê Erdogan li Qesra Spî bibe mêvan, dê daxwazên xwe yekser ji Trump re bibêje û siyaseta xwe pêk bîne. Biden, Erdogan li Washingtonê nekir mêvan. Ji bo Trump bi hêvî ne lê rastiya li Washingtonê teşe girtî ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê ye. Lewma ev nayê wê wateyê ku dê her daxwaza Tirkiyeyê pêk were. Têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê niha baş nînin.”