Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe

  • rojane
  • 10:17 13 Cotmeh 2022
  • |
RIHA - Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku Tirkiye berxwedana Kobanê ranagire û wiha got: “Her ku DAIŞ qels dibe, Tirkiye dikeve navberê û naxwaze tune bibe.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê û yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê didomin. Di encama êrişa Tirkiyeyê ya di 6’ê cotmehê li dijî Kobanê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hasan Demîrtaş (Koçero Batman) jiyana xwe ji dest da. Êriş, di salvegera berxwedana gelê bakurê Kurdistanê ya li dijî êrişa 15’ê îlona 2014’an a DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de hat kirin. Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê de herî zêde kesayetên fermandar hedef tên girtin.
 
Di encama êrişên Tirkiyeyê yên bi SÎHA’yan de heta niha li herêmê di nav de zarok jî gelek sivîl û endamên leşkerî hatin qetilkirin. 
 
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî. 
 
‘GEL VAN ÊRIŞAN QEBÛL NAKE’ 
 
Newroz Ehmed diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrişan qebûl nake û wiha got: “Li herêmê hinek nirx û roj hene ku gel girîngiyê pê dide. Gelê me yê ku heta niha gelek bi komkujiyên mîna van re rû bi rû mayî, êdî dizane bê ka dê van êrişan çawa vala derxîne û ji bo azadiyê çawa têbikoşe. Lewma jî di rojên girîng de li dijî gel û şoreşê êriş tên kirin. Sedema van êrişan ew e ku xwe li têkoşîna azadiyê ya gelê me û şoreşê ranagirin. Tirkiye di rojên wiha girîng de hewl dide komkujiyên di demên berê de nîvcomayîn dîsa temam bike û polîtîkaya xwe ya dagirkerî, tunekirin û tesfiyeyê birêve bibe.” 
 
‘BERXWEDANA KOBANÊ BÛ MÎNAK’
 
Bi domdarî Ehmed anî ziman ku berxwedana di şexsê Kobanê de pêş ketî, ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê yên bindest û têkoşîna hebûnê didin bûye mînak û wiha domand: “Berxwedana Kobanê ya sala 2014’an, li bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanên kurd çêbû û têkoşîna kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz bû. Tirkiye di rojeke ji bo Kobanê pir girîng de êriş dike û ev jî nîşan dide ku vê berxwedanê ranagire. Wê rojê jî qebûl nekirin û niha jî qebûl nake. Berxwedana Kobanê ya li Bakur hêj jî didome. Dozên Kobanê yên li bakurê Kurdistanê, nîşaneya vê ye. Yên ku di vê berxwedanê de cih girtin û vê berxwedanê esas digirin, dikarin van gefan veguherînin serkeftinê.”
 
KOÇERO DEMEKÎ DIRÊJ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER KIR
 
Di berdewamê de Ehmed da zanîn ku gelek hevalên wê yên di dema berxwedanê de birîndar bûyîn niha li herêmên Rêveberiya Xweser xebatên xwe didomînin û wiha pê de çû: “Kesên ku li dijî êriş û komkujiyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Kobanê û hewl didan ev gef dîsa dernekevin, îro tên şehîdkirin. Hem li dijî êrişên DAIŞ’ê û hem jî yên Tirkiyeyê bi ruhekê canbexşane têkoşiyan. Koçero jî yek jê ji wan bû. Li gelek qadên cuda bi peywirên cuda cih girt. Tecrûbeyên xwe di Şoreşa Rojava de bi kar anîn. Hevalê me Rojhat ê hatiye qetilkirin jî wisa bû. Wan di rojên herî dijwar ên berxwedana Kobanê de cih girtin û heta rizgarkirina Kobanê jî li wir têkoşiyan. Li Kobanê şerê herî girîng, di dema şikandina DAIŞ’ê de hat kirin û piştre jî bajarên weke Req, Minbic û Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Lê belê dagirkeriyên li Serêkaniye û Girê Spî re Tirkiyeyê jî xwe xist vê çiravê.” 
 
‘HÊZÊN XWEPARASTINÊ HEDEF TÊN GIRTIN’
 
Ehmed, anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj niha jî ji bo maf, jiyan û nirxên xwe têkoşîneke mezin didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êrişên li dijî fermandaran, êrişên ji rêzê neyên dîtin. Tirkiye her tim van êrişan dike. Hewl dide bi van êrişan, çirava ku li vir ketiyê veşêre û encamekî bi dest bixe. Di van êrişan de kesên di rêveberiya xweser de siyasetê dikin jî hedef hatin girtin. Bi taybet jî milê leşkerî hedef tê girtin ku gel diparêzin û li ser pêyan digirin. Hêzên xweparastinê di heman demê de ji gel re rêbertiyê jî dike. Erdogan di demên berê de ji xwe gotibû ku dê bi rê û rêbazên cuda şerê xwe bidomînin.” 
 
XWESTIN MILÊ TÊKOŞÎNÊ BIŞIKÎNIN
 
Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed, got ku Tirkiye bi hedefgirtina fermandaran re gelek tiştan hedef dike û wiha derbirî: “A yekemîn, xwestin derbekî li milê leşkerî bixin. Xwestin milê leşkerî bê fermandar bihêlin û milê têkoşer bişikînin. Lê bi van êrişan re gelek fermandarên me yên ciwan gotin ku divê têkoşîn hêj bêhtir bê mezinkirin û dê ji bo vê bixebitin. Bi hezaran fermandarên me hene ku şûna wan bigirin. Gelek fermandarên me yên xwedî tecrube hene ku pêşî li ber fermandarên me yên ciwan vekin û di têkoşînê de rol bigirin. Ya duyemîn, bi hedefgirtina fermandarên ku xwedî li jiyan û nirxên civakê derdikevin re xwestin hêviya gel tune bikin. Lê belê xwe xapandin. Gel, ji kujerên fermandarên xwe re got; ‘ew zarokên vî gelî ne û ji bo azadiyê xwîna xwe rijandin.’ Bi vê peyamê jî xwedî li fermandarên xwe derketin. Gelê me ji me re got, divê hûn ji bo hevalên me bêhtir bixebitin û şoreşê mezintir bikin. Plana me ya ji bo demên pêş ew e ku xwe biparêzin û di çarçoveya azadî û serkeftinê de gavên nû biavêjin.” 
 
‘HER KU DAIŞ QELS DIBE TIRKIYE DIKEVE DEWRÊ’
 
Newroz Ehme, bi lêv kir ku dê di pêvajoya pêş de gavên qewîntir biavêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku milê leşkerî xurtir bikin. Berxwedan û têkoşîna gel, ji bo Tirkiyeyê jî peyamek e. Gel, dibêje ku ; ‘hûn nikarin bi êrişên xwe me bitirsînin. Li dijî êrişên we yên ser zarokên me yên pêşengtiyê ji şoreşê re dikin, em ê bêhtir xwedî li şoreşa xwe derkevin.’  Kengî DAIŞ qels bibe, demildest êrişên Tirkiyeyê dest pê dikin. Me gelek caran belgeyên ku têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê piştrast dikin parve kirin. Tirkiye raste rast piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Tirkiye nahêle DAIŞ qels bibe û tune bibe. A rast hewcehî bi îspatkirina vê nîne. Hemwextiya êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê vê yekê jixwe îspat dike. Piştî her êrişeke DAIŞ’ê, peyama ‘em li gel we ne’ tê dayîn. Tirkiye dê nekare bi van êrişên xwe DAIŞ’ê li ser pêyan bigire. Em ê têkoşîna xwe dîsa bidomînin. Gel û fermandarên me bi zanebûn tevdigerin. Li vir ne tenê gelê kurd û hêzên wan hedef tên girtin. Hemû gel di hedefa wan de ne. Banga me ya ji bo wan jî ew e ku parastina xwe xurt bikin. Heta ku em cihên dagirkirî rizgar nekin, dê nekarin azad bijîn. Em dibînin ku tevî êrişên berfireh ên demên dawî jî encamek bi dest nexistine.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

13/10/2022
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan