Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake

  • rojane
  • 09:04 15 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Ji IPI'yê Scott Grîffen têkildarî "qanûna sansurê" ya li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin anî ziman ku ji aliyê azadiya çapameniyê ve li Tirkiyeyê aloziyeke mezin heye û got ku bi vê qanûnê zextên li ser çapemeniye jî dê zêde bibin. 
 
Enstituya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), PEN'a Navneteweyî û nûnerên Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Çapemeniya Ewropa û Navenda Azadiya Medyayê (ECPMF), Article 19, South East Europe Media Organisation (SEEMO) bi pêşengiya IPI'yê civîna xwe ya ku her sal li Tirkiyeyê li dar dixê duh li Stenbol, Enqere û Amedê li dar xist. IPI, bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê rapora nirxandina misyonê parve kir. Ji IPI'yê Scott Grîffen ku cara ewil e bi rojnamegerên kurd re hevdîtin kiriye pirsên me bersivandin. 
 
'EM Ê CARDIN WERIN AMEDÊ'
 
Grîffen ku cara ewil e hevdîtinê bi çapemeniya kurdî re kirine anî ziman ku ev hevdîtin ji bo wan pir girîng e û wiha got: "Em hevî dikin ku serdanên xwe berdewam bikin. Di çarçoveya mîsyona ku em li dardixin de carek din em dê werin Amedê. Girîngiya serdana me ya îro ew bû ku we bi me re binpêkirinên mafan ku hun her tim bi wan re rû bi rû dimînin, parve kir. Ji ber wê em jî dixwazin serdanên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin." 
 
'LI VIR ÇAPEMNIYEKE PIR XURT HEYE' 
 
Grîffen destnîşan kir ku li vir tişta herî zêde bala wî kişandiye girtin û darizandinên "keyfî" bûne ku bi salan e li ser vê erdnîgariyê diqewimin û wiha got: "Girtina rojnamegeran û destdanîna ser amûrên rojnamegeriyê bala me kişand. Tişta herî matmayî jî ev pêkanîn bi salan e berdewam dikin. Lê tevî van pêkanîn û zextan jî hun karê xwe berdewam dikin. Ev yek pir bandor li me kir. Ji ber vê sekna we em kêfxweş in. Em di ferqê de ne ku li vir çapemeniyek pir xurt heye. Lewma hatina me ya vir pir girîng e." 
 
'QANÛNA SANSURÊ'
 
Grîffen li ser "qanûna sansurê" ku li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin jî sekinî ku Tirkiye dibêje ev yek ji Ewropayê mînak girtine û ev tişt gotin: "Li Ewropayê tiştekî wiha tune ye. Qanûna ku li Tirkiyeyê hatiye erêkirin hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê pêkanînê ve ne wekhev e. Meriv Tirkiyeyê û deverên din nikare bide ber hev. Li Ewropayê jî qanûnên bi vî rengî hene, lê ne wekî yên vir in. Tişta ku li vir em jê ditirsin, zêdebûna zextên li ser rojnamegeran e û pêşîgirtina li ber azadiya çapemeniyê ye. Heke dadgehên Tirkiyeyê xweser û bêalî bûna ev qanûn dê pir girîng bûna, lê gumana me ji dadgehên Tirkiyeyê heye. Em saziyên navneteweyî ku ji bo parastina mafên rojnamegeran dixebitin, em dê li dijî sepanên bi vî rengî ku li dijî azadiya çapemeniyê ne rabin. Lê mixabin ji ber ku dadgehên Tirkiyeyê xweser nîn in, wiha xuya dike ku dê ji ber vê qanûnê zextên li ser çapemeniye zêde bibin." 
 
Grîffen wiha domand: "Em IPI, rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Ji naveroka qanûna sansurê de xuya ye ku li Tirkiyeyê dê otosansur û sansur zêde bibe. Helbet ew qanûn dê di nava Ewropayê de rêza ji Tirkiyeyê kêm bike. Lê ji aliyê din jî ew qanûn dê azadiya çapemeniyê bi tevahî ji holê rake."
 
Grîffen di dawiyê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de aloziyeke mezin heye û wiha got: "Ev alozî bi salan e berdewam dike. Ji aliyekî rojnameger tên girtin ji aliye din jî medya di bin dorpêça dewlete de ye. Bi vê qanûne êdî dê rojnameger tenê neyên girtin, qanûnên bi vî rengî ji bo tirsê jî tên bikaranîn. Bi vê qanûnê dê zextên li ser çapemeniye zêde bibin. Helbet belavbûna dezenformasyonê pirsgirêkeke giştî ye, lê sûcbûna dezenformasyona li Tirkiyeyê çavtirsandina rojnamegerên ku karê xwe rast dikin bi xwe ye û ji bo çavtirsandina tevahiya rojnamegeran tê bikaranîn. Ji ber ku mafê gel ya xwegihandina geşadanên nû binpê dike, ew helwesta Tirkiyeyê şaş e."
 
MA /  Mahmût Altintaş - Mujdat Can 

Sernavên din

15/10/2022
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin