NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rohilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna azadiyê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir mehek li pey xwe hişt.
Têkoşîna bi daxwaza azadiya ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye destpêkirin berdewam dike. Xwepêşandan û berxwedana xelkê Rojhilat û Îranê mehek li pey xwe hişt. Berxwedana gel tevî êrişên çekdarî, girtin û îşkenceya ji aliyê hêzên rejîmê ve tê kirin jî berdewam dike.
Dirûşma “Jin jiyan azadî” hê jî di kolanan de olan dide. Li gor rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di nava mehekê de hêzên rejîmê 201 çalakvan qetil kirin û bi sedan kes jî birîndar kirin. Tê destnîşankirin ku bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.