Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir

  • rojane
  • 10:23 21 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk zêdetirî 6 meh in êrişî heman deverên Zap û Avaşînê dike. Dewleta tirk, li qadên ku nikare yek gavê pêş bikeve bikaranîna çekên kîmyewî 15 qat zêdetir kir û heta niha zêdetirî 2 hezar û 476 caran bi kar anîne.
 
Dewleta tirk, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî qadên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Starta êrişan, di sala 2018’an de li dijî herêma Bradostê dest pê kir û di meha gulanê ya sala 2019’an de bi êrişên li dijî herêma Xakûrkê re hat berfirehkirin. Di 10’ê sibata 2021’an de jî li dijî herêma Garê êrişeke berfireh hat kirin. Di êrişê de 41 balafir, gelek helîkopter, SÎHA û yekîneyên taybet hatin bikaranîn. Di encama êrişê de yek jê kesekê iraqî bi giştî 13 leşker, polîs û endamên MÎT a tirk hatin kuştin. Dewleta tirk ku ji êrişa Garê encamek bi dest nexist, îcar di meha nîsana heman salê de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Di êrişên behsa xeberê de çekên kîmyewî û xazên jehrî hatin bikaranîn. 
 
BÎLANÇOYA WEZARETÊ 
 
Du roj piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di 15’ê nîsana 2022’yan de li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re kir, îcar li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrişên berfireh hatin destpêkirin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di van 6 mehên şer û pevçûnan de tenê navê 63 leşker û cerdevanan ragihand. Di heman demê de wezaretê ragihand ku helîkopterek ji ber pirsgirêkên teknîkî ketiye. 
 
HPG: 2 HEZAR Û 346 LEŞKER HATIN KUŞTIN
 
Li hêla din HPG’ê jî bîlançoya şer û pevçûnên 6 mehan bi raya giştî re parve kir û li gorî daxuyaniyê; di encama şerê 6 mehan de heta niha 17 jê payebilind bi giştî 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di şer de 10 helîkopter hatine xistin û herêm 3 hezar û 491 caran ji hêla balafirên şer ve û 4 hezar û 197 caran jî ji hêla helîkopteran ve hatiye bombebarankirin. Di heman demê de herêm bi hezaran caran hat topbarankirin. Yek ji mijarên balkêş ên daxuyaniya HPG’ê jî bikaranîna çekên kîmyewî bû. HPG’ê, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin, roj bi roj zêdetir dibe. HPG’ê, da zanîn ku di nava 6 mehan de artêşa tirk 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di bîlançoyê de hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de heta niha 153 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ: 44 HPG’IYAN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Demekî kin piştî bîlançoya 6 mehan, îcar HPG’ê nasnameyên endamên xwe yên di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dayîn parve kir. HPG’ê, da zanîn ku di encama êrişên kîmyewî yên di mehên destpêkê de 27 endamên wan û di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. 
 
LEŞKERÊN KU KUŞTINA WAN TÊ VEŞARTIN 
 
Di vê pêvajoya şer de HPG’ê kunyeyên gelek leşkerên di şerde hatine kuştin parve kir. Di 31’ê gulanê de hat ragihandin ku Berbaz Çawişê Biqidem Yûnûs Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Eylîk û Taşkin di 8’ê îlonê de hatine kuştin û dîmenên kunye û alavên wan bi raya giştî re hatin parvekirin. 
 
Hat ragihand ku di encama şerê di 7’ê tîrmehê de li qada Girê Şehîd Pîrdoxan ê Girê Amediyê  2 leşker hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, navê leşkerekê hatiye kuştin Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî dîmenên cenazeyê Kaygisiz hatin parvekirin. 
 
Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di şerê 11’ê îlonê yê li Girê Cûdî û yê di 12’ê îlonê de li Zapê, 10 leşker hatin kuştin. Navên leşkerên hatine kuştin jî weke Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat hatin parvekirin. 
 
Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî di daxuyaniya xwe ya di 11’ê îlonê de tenê navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh parve kirin. Lê belê têkildarî aqûbeta leşkerên din tiştek parve nekir. 
 
ÊRIŞ JI ROJEVÊ XISTIN
 
Yek ji bûyerên herî balkêş ew bû ku dema dewleta tirk dest bi êrişên xwe kirî, propagandayeke pir mezin kir lê belê demekî kin piştî destpêkirinê, êriş hema hema bi temamî ji rojeva çapemeniya tirk ket. Medyaya alîgir a AKP-MHP’ê ku di destpêkê de her serê deqeyê manşetên xwe bi ‘deqeya dawî’ didan, mijara behsa xeberê roj bi roj ji rojeva xwe xist û demek piştre jî tenê bi daxuyaniyên wezaretê bisînor ma. 
 
TIRKIYE PÊŞ NAKEVE
 
Tirkiye ji êrişên xwe encamekî bi dest naxe û pêşketina ku hêvî dikir bi dest nexistiye. Yek jê girîngtirîn sedema xistina vê mijarê ya ji rojevê jî ev rastiye ye. Di bîlançoyên mehane de derheqê qadên bipevçûn de agahî tên parvekirin û ev agahî jî vê sedemê piştrast dike. Li gel ku bi ser pevçûnan re 6 meh derbas bûne, hêjta şer li heman qadan didome. Tevî piştgiriya mezin a PDK’ê jî dewleta tirk li qadên ku cara ewil êriş lê kiribûn pêş neketiye. 
 
Di daxuyaniya piştî êrişa ewil a di 17’ê nîsanê de qadên rastî êrişê hatin wiha hatibûn diyarkirin; qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qadên Kurê Jaro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş ên Zapê. Di demên piştre de jî hat ragihandin ku êriş ber bi qadên Mamreşo, Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Girê Hekarî, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM, Girê Sor, Saca, Girê Kartal, Çemço û Sîdayê ve hatiye berfirehkirin. Li gorî daxuyaniyên di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî qadên ku êriş li ser didomin wiha hatin destnîşankirin; Werxelê, Kurê Jaro, Girê Sor, Mamreşo, Girê Hekarî, Şikefta Birîndaran, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Sîda, Çemço û Girê Kartal. Anku ev 6 meh in dewleta tirk êrişî kîjan deverê kiribe, hêjta yek gav pêş neketiye û li wir xitimî ye. 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ 15 QAT ZÊDETIR KIRIN
 
Êrişên li dijî qadên navborî hêj berdewam in. Dewleta tirk ku di êrişan de tu pêşketinan bi dest naxe, îcar bikaranîna çekên kîmyewî hêj zêdetir kir. Di bîlançoya meha ewil de hatibû destnîşankirin ku dewleta tirk di êrişên xwe de 164 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Ev hejmar, di nava 6 mehan de 15 qat hat zêdekirin û dewleta tirk heta niha zêdetirî 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîne. 
 

Sernavên din

23/10/2022
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan