NAVENDA NÛÇEYAN - 8 penaberên siyasî yên ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Duh Asayîşa Silêmaniyê 8 penaberên siyasî binçav kiribûn. Ji duh ve gelek saziyan bertek nîşan dabû û bang kiribûn ku kesên binçavkirî bên berdan.
Hat hînbûn ku Meşrûk Çîftçî, Ersoy Yilmaz, Hesen Kaçar, Mehmed Soyler, Serwet Akdenîz, Şefîk Yildirim, Mûrad Tûrak û kesekî navê wî nehat hînbûn ku duh hatibûn binçavkirin, hatine berdan.