Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê

  • rojane
  • 15:12 23 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Beriya mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, ger gotin di cih de be Amed bi temamî hatiye dorpêçkirin. Li hêla din bi hezaran kes ji bajarên weke Riha, Sêwas, aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê veguhestin Amedê. 
 
Bi hezaran kes ji bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê ji bo mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan veguhestin Amedê. Ev kes, ji bajarên Riha, Sêwas, aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê bi wesayîtan ber bi Amedê ve hatine veguhestin. Wesayît, servîsên xwendekaran û otobûsên ku etîketa hejmaran li ser bûn û bi hezaran kes pê hatin veguhestin, ji çar aliyan ve ketin bajêr. Li ser mînîbusan li gel navên bajarên jê hatin, her wiha nivîsa “... Birêz serokkomarê me pêşwazî dikin” hebû. 
 
Ji Bismil û Êlihê jî trên jî di nav de gelek wesayît ji bo veguhestinê hatin bikaranîn. Hejmarên rêgehê yên otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di nava bajar de xizmetê dikin jê hatin kirin û bi vî awayî girse veguhestin qada mitîngê. Ji ber ku rêgehên veguhestinê hatin girtin û otobûsan AKP’î vediguhestin qada mitîngê, di hatin û çûnê de pirsgirêk derketin. Gel bertek nîşan da. 
 
RÊWÎ ACIZ BÛN
 
Rageşiya ji ber hatina Erdogan derketî, bandor li rêwiyên otobûsan jî kir. Komeke ciwanan ku bertek nîşanî hatina Erdogan dan, diyar kirin ku bihayê sotemeniyê yê wesayîtên kesên ji bajarên cuda pê hatine veguhestin hatiye pêşwazîkirin û wiha gotin; “Ev tevek jî tirşikçî ne.” Di dema axaftina ciwanan de jineke AKP’î xwest dîmenê ciwanan bikişîne û li ser vê yekê alozî derket. Ciwanan bertek nîşan dan û li ser vê yekê jina AKP’î got; “Derket holê bê ka hûn kî ne.” Piştî ku rêwiyên din ketin navberê jî bûyer hat girtin. 
 
MIFTITIYA BAJÊR XWENDEKAR VEGUHESTIN
 
Xwendekarên li qursên Qur’anê yên girêdayî miftitiya bajêr ders dibînin jî anîn qada mitîngê. Balkêş e ku cendirme jî bi otobûsên tûran veguhestin Qada Îstasyonê. 
 
LI NOQTEYA KONTROLÊ GBT HAT KIRIN
 
Ji ber hatina Erdogan, kesên hatin Amedê di dema ketina bajar de li bendên kontrolê GBT’a wan hat kirin. Di heman demê de di ketin û derketina kolanên ber bi Qasa Îstasyonê ve diçin de jî heman tişt hat kirin. Li gelek deveran wesayîtên zirxî noqteyên ewlehiyê danîn û li ser bajar jî helîkopterên polîsan geriyan. 
 
WESAYÎTA BI HEJMARA 361’AN HAT DÎTIN
 
Wesayîtên ku AKP’î vediguhestin, li cehdeyên cuda yên bajêr hatibûn parkirin û dîmenên wan hatin kişandin. Bikarhinêrekê medyaya dijîtal di dema rêwîtiyê de dîmenê wesayîtên ji rêgeha Bêdlis û Çewlikê ve ber bi Amedê dihatin kişand. Bikarhinêr di parvekirina xwe de wiha dibêje: “Mînîbûsên ji rêgeha Bêdlis û Çewlikê ber bi Amedê ve diçin. Li ser wesayîta niha li cem min derbas dibe re etîkata wesayîta 361’emîn heye.” 
 
Di heman demê de li ketina bajêr a hêla Rihayêve jî heman dîmen ji hêla ajokaran ve hatin kişandin. 
 

Sernavên din

26/10/2022
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin