QERS - Hîmê Termînala Otobûsan a Qersê di sala 2007’an de hate avêtin lê hêj neketiye meriyetê. Hêj ne diyare dê kengî ji xizmetê re bê vekirin.
Şaredariya AKP’î di sala 2007’an de li Qersê hîmê Termînala Otobûsan a Navbajarî danî û li gel ku bi ser re 18 sal derbas bûne jî hêj dest bi xizmetê nekiriye. Şaredarê demê Alîbeyoglû, salek piştî îhaleya termînalê ji AKP’ê îstîfa kir û derbasî CHP’ê bû. Xebatên çêkirina termînalê di sala 2007’an de dest pê kir û li ser 55 hezar metrekareyan hatiye çêkirin, 4 hezar metrekare girtî ye, 13 peronên wê hene, otoparka wê ya vekirî, restourant û kafeteryaya wê hene. Hîmê termînalê hatiye avêtin lê tu rêveberiyên şaredarî bidest xistî ev proje nedomand.
PROJEYA TERMÎNALÊ DÎSA HATE AMADEKIRIN
Di sala 2019’an de HDP’ê şaredarî bi dest xist û ji bo çêkirina termînalê projeyeke nû amade kir. Şaredariya HDP’î di sala 2020’an de tevî endezyaran raporek amade kir û tespît kir ku hesin û betonê hatiye bikaranîn riziyaye. Di raporê de hat gotin ku lêçûnên xebata ji bo bihêzkirina termînalê dê ji bihayê çêkirina wê ya jinûve zêdetir be. Lewma jî şaredariya HDP’î ji bo termînal jinûve were çêkirin proje amade kir. Lê belê demekî kin piştî projeyê, waliyê bajêr Turker Oksuz li şûna hevşaredarên HDP’î weke qeyûm hat tayînkirin.
DAN ÎHALEYÊ LÊ
Bi tayînkirina qeyûm re çêkirina termînalê careke din sekinî. Qeyûmî, di 5’ê Tîrmeha 2022’yê de çêkirina îhaleyê bi 61 milyon û 991 hezar TL’an dîsa da îhaleyê. Fîrmaya ku îhale wergirtî, teahûd kir ku dê termînalê di 5’ê Gulana 2023’yan de teslîm bike. Lê fîrmayê termînal di dema xwe de teslîm nekir. Cîgirê qeyûmê Qersê Muhammet Enes Çikrik di 17’ê Çileya 2024’an de daxuyaniyek da û got ku ji wedî 90’ê termîlanê amade bûye û dê di meha gulanê de bikeve meriyetê.
Lê belê hat zanîn ku ji bo fîrmaya behsa xeberê karê xwe temam bike, 30 milyon TL jê re hatine şandin.
GEL BAWER NAKE
Ji wê rojê heta niha her çend daxuyaniyên ku weke înşaeta termînalê hatiye temamkirin hatibin dayin jî, termînal hêj neketiye xizmetê. Rayedar dibêjin ku dê di mehê biharê de bê vekirin lê xelkê Qersê bawer nake.
Çêkirina termînalê di sala 2007’an de dest pê kir û bi ser re 18 sal derbas bûn. Di van 18 saan de 6 hilbijartinên giştî, 4 yên herêmî û 2 referandûm hatin kirin û 7 waliyên bajar guherîn.
MA / Mehmet Guleş