Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn

img
ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da destpêkirin. Di danasîna kampanyayê de hat gotin ku divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên cudakirin û hat destnîşankirin ku îro di dema desthilatdariya îslamiyan de baweriya mirovan a bi edaletê kêm bûye. 
 
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê, starta kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da. Di hevdîtinê de li gel Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, her wiha Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Dîba Keskîn û gelek beşdarên din amade bûn. 
 
Di destpêkê de Nesîmî Aday li ser navê Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê axivî û got ku armanca wan a ji kampanyayê ew e ku êrişên li dijî baweriyan wan tên kirin hîn bêhtir şênber bikin û weke HDP’ê nerazîbûna xwe ya li dijî van êrişan nîşan bidin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî bi erebî axivî û da zanîn ku desthilatdariya Tirkiyeyê nirxên Îslamê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne û wan jî li dijî van êrişan Maseya Îslamê ya Demokratîk ava kirine. Hatîmogûllari, da zanîn ku pêdiviya tevahiya cîhanê bi aştiyê heye. Bi domdarî Hatîmogûllari, diyar kir ku li cihekî edalet lê nebe, ne mirov dikare mafên mirovan, ne wekheviya jin û mêran û ne jî tiştekî din biparêze û ev tişt anî ziman: “Lê belê ev bazirganên olê, mîna bîreke bêbin zilma xwe didomînin. Li rexekî jin tên qetilkirin, li rexekî girtî di girtîgehan de dimrin û li rexa din jî cenaze bi kargoyan tên şandin.” 
 
DIVÊ ZEXTA LI SER BAWERIYAN BÊ RAKIRIN
 
Piştre jî ji Maseya Îslame Perîhan Yogurtçû û Zahît Mutlu metna danasîna kampanyayê bi tirkî û Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan Emîn Ay jî bi kurdî xwend. Metn, ji sernavên “Aştî, “Edalet”, “Jin” û “Ked” pêk dihat. 
 
Di metnê de hat gotin ku  divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên cudakirin, hemû nasname bikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin û ji bo laîktiyeke wekhev û azad têdikoşin. Bi domdarî hat gotin ku daxwazên aştî, edalet, ked û azadiyê di çarçoveya Belgeya 12 Hîmên Mafên Mirovan de tên destgirtin û hat gotin ku ji bo ku gel û baweriyên li Tirkiyeyê hebûna xw bidomînin, divê rêya ked, edalet û azadiyê li pêşiya her kesî bên vekirin. Di metnê ji bo aştiyê jî ev tişt hatin parvekirin: “Wateya navê Îslamê; aştî ye. Mezintirîn diyariya îslamê ya ji bo mirovahiyê, aştî ye.” 
 
EDALET RÊGEZA BINGEHÎN E
 
Metn, wiha berdewam kir: “Edalet, yek ji rêgezên bingehîn ên îslamê ye. Avakirina civakeke li ser bingeha wekheviyê, tenê bi zîhniyeteke biedalet pêkan e. Yek ji mînakên sepanên zalim û zordarên ku dibêjin qaşo li ser navê olê tevdigerin jî bêedaletiya li dijî girtiyan e. Girtiyên nexweş nayên berdan û terkî mirinê dikin. Her wiha bi dehan caran li dijî cenazeyên ciwanên kurd bêrêzî kirin, goristan xera kirin û îşkence li cenazeyan kirin. Ne mimkine ku mirov ji saziya destûra van daye re bibêje ‘îslamî’ ye. 
 
Yên ku li pêş çavên zarokên wê bi deh guleyan Taybet Înan qetil kirin û cenaze li kolanê hiştin, yên ku weazên bi kurdî qedexe kirin li dijî Hz. Muhammed in. Di dema desthilatdariya îslamiyan de baweriya mirovan a bi edaletê nema. Nikarin zilm û neheqiyên xwe veşêrin. Heke li cihekî aştî û edalet nebe, heke di navbera mirovan de wekhevî nebe, mirov nikare qala îslam û mirovatiyê bike. 
 
WEKHEVIYA JIN Û MEÊRAN
 
Yek ji guhertinên radîkal ên Hz. Muhammed li gorî şert û mercên wê demê bi xwe re anîn jî, mafên jinan e. Di gelek ayetan de di mijara maf û berpirsyariyan de jin û mêr wekî hev tên dîtin.  Li gel ku Hz. Muhammed girîngî dida mafên jinan jî, helwesta mezheban hema hema nasnameya jinan tune kiriye. Hedîsa ‘bihûşt di bin lingên dayikan de ye’ ku weke xelateke mêran a ji bo jinan hatiye beravajîkirin û heke gotin cih de be jin jiyanê hatiye qutkirin. Hêz, nasname û mafên jinan hatine binpêkirin û zîhniyeta mêrserdest hatiye rewakirin. Weke Maseya Îslamê ya HDP’ê, em radigînin ku ev sepanên li dijî jinan îslamî nînin. Kesek nikare nasnameya jinan bitepisîne û ev yek neheqiyeke mezin a li dijî îslamê ye. 
 
ÎSLAMÊ LI DIJÎ KEDXWARIYÊ ŞER DAYE DESTPÊKIRIN 
 
‘Keda mirovan esas e’ (Necm 39). Îslamê li dijî hemû cureyên kedxwariyê şer daye destpêkirin. Di vê mijarê de berpirsyariyên mezin xistine stûyê karmendan. Heta Hz. Muhammed keda karker esas girtiye û gotiye; ‘hêjta xweha laşê karker li ser necemidî, heqdestê wî bidê.’ Div ê mijarê de banga adilbûnê dike. 
 
Weke Maseya Îslamê ya HDP’ê em ê bikaranîna îslamê ji hêla rejîmên otorîter ve teşhîr bikin û rastiyê ji gelê xwe re vebêjin. Ola îslamê tu carî pergala kedxwariyê, cihêkarî, zext û pişaftin qebûl nekiriye. Lê belê di serî de saziyên weke wezareta diyanetê, hemû saziyên din ji bo rewanîşandana pişaftin û zilmê fetwa dane û didin.”  
 
Hevdîtin, bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar didome. 
 

Sernavên din

26/10/2022
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin