'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'

  • rojane
  • 09:00 26 Cotmeh 2022
  • |

WAN - Waniyan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên li hemberî girtiyên siyasî, ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li ser esasên dijminatiya bi kurdan re zêde dibin û gotin: "Tenê ne malbatên girtiyan, divê tevahiya gelê me li dijî vê zilmê rabe." 

Her ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir dibe, tahdeya li girtiyan tê kirin jî zêde dibe. Girtiyên nexweş ên mafên wan ên dermankirinê tên binpêkirin ji ber ku nayên berdan, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 10 mehên sala 2022'yan de 63 girtî hatine qetilkirin. Her wiha li gorî rapora ÎHD'ê di girtîgehan de 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 
 
Waniyan bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan dan. 
 
'SEDEM POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ NE'
 
Ji welatiyan Omer Çagli diyar kir ku divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan demildest bên berdan û got ku ji ber ku girtî nayên dermankirin, mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Çagli, anî ziman ku ji ber kurdbûna wan mafê dermankirinê tê binpêkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û wiha domand: “Gelek girtî hene ku sedema girtina wan tenê kurdbûna wan e. Girtî bi polîtîkayên desthilatê tên çewisandin. Em dixwazin girtiyên bêsûc demildest bên berdan."
 
'POLÎTÎKAYA DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN'
 
Osman Semo jî binpêkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş wekî “zilm” bi nav kir û got ku polîtîkaya dijminatiya li dijî kurdan tê meşandin. Semo, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu aliyekî vê pergalê yê mirovî nîne. Lewma divê AKP ji desthilatdariyê bê xistin. Em bawer dikin ku heke AKP ji holê rabe, wê di qada mafên mirovan de hin geşedan rû bidin. Girtiyên siyasî bi awayekî keyfî di girtîgehan de tên girtin. Armanc çavtirsandina kurdan e."
 
BERTEK
 
Têkilarî mijarê welatiyê bi navê Şukru Akdogan jî bi bîr xist ku li girtîgehên ku roj bi roj binpêkirinên mafan zêde dibin, girtî li pey hev jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: "Divê em her roj ji bo girtiyên nexweş li qadan bin, lê deng ji kesî nayê. Heya girtiyên nexweş nemirin, deng ji me dernayê. Berpirsê sereke yê mirina girtiyan em in, ji ber ku em bêdeng in." 
 
TÊKOŞÎN
 
Faysal Semo jî da zanîn ku di zindanan de li dijî girtiyan êriş tên kirin û ev tişt anî ziman: "Girtî her tim rastî binpêkirinên mafan tên. Gelek ji wan girtiyên nexweş in, ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Ev jî ji ber polîtîkaya tecrîdê ya AKP-MHP'ê ye. Armanca wan tepisandina girtiyan û gelê kurd e. Divê kurd li dijî vê yekê têbikoşin û li ber xwe bidin."
 
'TENÊ NE MESELEYA MALBATAN E'
 
Ji welatiyan Zekî Erdem jî bi lêv kir ku bi polîtîkayên heyî re zilm li girtiyan tê kirin xwest ku girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Hesîn Erkol jî diyar kir ku “teslîmiyet” li girtiyan tê ferzkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev 30 sal in teslîm nebûne û nabin jî. Siyasetmedara jin Aysel Tûglûk çendî nexweş e jî nayê berdan. Ev nayê qebûlkirin. Tenê ne malbatên girtiyan, divê tevahiya gelê me li dijî vê zilmê rabe." 

Sernavên din

28/10/2022
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke