Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye

  • rojane
  • 10:03 26 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL – Rêxistinên rojnamevanan diyar kirin ku divê hevpîşeyên wan hatin berdan tavilê berdan. Parêzer Veysel Ok jî got dibe ku ev encama nerazîbûna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî be. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh li 9 bajaran li dijî nûçegihanên ajansa me û JinNewsê operasyona binçavkirinê hat lidarxistin û 11 nûçegihan hatin binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Her wiha Mehmet Gunhan ê demek li MA’yê stajyeriyê kiribû jî hat binçavkirin. 
 
Rêxistinên rojnamevanan nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û xwestin hevpîşeyên wan demildest bên berdan. 
 
LI DIJÎ ÇAPEMENIYA KURD ZEXTEK TAYBET HEYE 
 
Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok diyar kir ku li Tirkiyeyê her roja ku diçe zextên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Hê îdianameya 16 rojnamevanên li Amedê nehatiye amadekirin û girtî ne, niha jî gelek rojnamevanên din kirin binçavan. Wateyek vê operasyonê ya taybet heye. Ev operasyona duyemîn a li dijî çapemeniya kurd e. Bi awayek zelal nayê zanîn bi çi tên tawanbarkirin. Lê nêrîna dewletê ya li meseleya kurd û medyaya kurdî her tiştî diyar dike. Yanî dewlet neçareserkirina pirsgirêka kurd, bi zextên li ser rojnamevanan dide nîşandan.”
 
ARMANCA OPERASYONÊ 
 
Ok da zanîn ku ji cihên herî zêde binpêkirina mafan lê diqewime herêmên kurdan e û wiha got: “Ev operasyon di heman demê de beriya hilbijartinê pêk hat. Ji ber ku li herêmê herî zêde wezîfe dikeve ser milê çapemeniya kurd. Dewlet naxwaze neheqiyên di hilbijartinê de bên kirin, kes hîn bibe. Lewma jî rojnamevanên kurd tên binçavkirin.” 
 
‘EM ŞAHIDIYA ROJNAMEVANIYA WAN DIKIN’ 
 
Ok destnîşan kir ku îktidar bi zextên li ser rojnamevanan dixwaze peyamê bide civakê û rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û ew şahidiyê rojnamevaniya rojnamegerên binçavkirî dikin. 
 
‘BERSIVA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YE’ 
 
Ok anî ziman ku çapemeniya kurdî di demên dawî de nûçeyên ku bala rojeva Tirkiyeyê bikişîne çêkiriye û wiha got: “Ev yek qet li xweşa îktidarê naçe. Her çiqas gotin û nûçeyên rojnamevanan îktidarê û hemû saziyên dewletê aciz bike jî lê belê ev azadiya derbirînê û mafê agahî girtinê ye. Belavkirina nûçeyan wezîfeya rojnamevan e. Li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûnek zêde li dijî dewletê çêbû, dibe ku binçavkirina rojnamevanan encama vê yekê be jî.” 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Ok da zanîn ku niha di pergala hiqûqê de kes ne di ewlehiyê de ye û nemaze piştî qanûna sansûrê ne tu kes û ne jî tu rojnamevan di ewlehiyê de ye. Ok anî ziman ku rojnamegerî ne sûc e û divê li dijî van zextên îktidarê yên li ser rojnamevanan têkoşînek hevpar bê kirin. 
 
‘OPERASYONA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ YE’ 
 
Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî têkildarî binçavkirina 11 rojnamevanan wiha got: "Heke telefonî hevpîşeyên me bikin dê biçin îfade bidin emniyete. Lê li şûna vê bêserûber bi ser malên rojnamevanan de digirin û bi kelemçekirî wan dikin binçavan. Bi rastî jî hevpîşeyek me tevî ku pitika wê ya du mehîh eye jî hat binçavkirin. Armanca van operasyonan krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ye. Tam di serdemek ku qanûna sansûrê hat derxistin de binçavkirina hevpîşeyên me dide nîşandan di dema pêş de wê xebatên rojnamegeriyê li Tirkiyeyê hin zêdetir bibin.” 
 
‘HEVALÊN ME DEMILDEST BERDIN’ 
 
Dûrmûş diyar kir ku hevpîşeyên wan hatine binçavkirin demek dirêj e di Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê de dixebitin û wiha got: “Ev operasyon li dijî azadiya çapemeniyê darbeyek giran e. Em dixwazin hevpîşeyên me ku hatine binçavkirin, tavilê bên berdan. Her wiha em dixwazin derbarê polîsên ku muameleya nebaş li hemberî hevpîşeyên me kirine de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Hevalên me demildest berdin.” 
 

Sernavên din

26/10/2022
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike