WAN - Serokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş xwest bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û divê ku daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê esas neyên girtin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş di civînê de axivî û îşaret bi wê yekê kir ku çekên kîmyewî li gorî peymanên navnetewî hatiye qedexekirin û Tirkiye jî terefê wê peymanê ye.
DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ
Karataş destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û divê li Tirkiyeyê Serdozgeriya Komarê ya erkdar derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsîn bê destpêkirin. Karataş destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî dikarin bi lêpirsîn û lêkolînê bigihîje encamê. Karataş da zanîn ku divê ku daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê esas neyên girtin û hewcehî bi lêkolînê heye.
BERTEKA LI DIJÎ BINÇAVKIRINAN
Karataş bertek nîşanî binçavkirina Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci û 11 rojnamevanan da û binçavkirina Fincanci û rojnamevanan nayê qebûlkirin û xwest tavilê bên berdan.