Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin

  • rojane
  • 15:50 26 Cotmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Hiqûqnasan bertek nîşanî hedefgirtina parêzer Aryen Tûran û Sezîn Ûçar a ji ber axaftinên xwe yên li hilbijartinên baroyê dan û gotin: “Ev mijar, encama bêtehemuliya hem jinan hem jî hebûnên cuda yên etnîkî ye.” 

Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Hiqûqnasên Hemdem, Piştgiriya Parêzeran û Hiqûqnasên ji bo Edaletê der barê parêzer Aryen Tûran û Sezîn Ûçar ên ku ji ber axaftinên xwe yên di hilbijartinên baroyê de bûn hedef li Qada Çaglayan a Şişliyê daxuyanî dan. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû û gelek kesên din jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINÊ DAN
 
Ji Koma Parêzerên Hemdem Kemal Aytaç diyar kir ku desthilat her ku diçe ji hêzê dikeve, nikare welat bi rê ve bibe û ji ber vê yekê zext û êrişên xwe zêde dike. Aytaç, bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) dan û wiha got: “Hêj di bin çavan de û îfadeya wê nehatiye wergirtin, Serdozgerê Komarê bêyî ku şerm bike dixwaze peywîra wê were bidawîkirin. Bi kîjan maf û hiqûqê? Hûn kî ne ku Seroka TTB’ê, saziyên maf ji peywîrê bigirin? Em vê mûameleyê qebûl nakin. Ev bi awayekî aşkere faşîzm e. Kesên ku mûxalîf, kesên ne ji wan dijmên maf û weke xayînê welat tê binavkirin. Ev gel manîpule dikin. Provokasyoneke ku bi zanebûn tê kirine. Em vê şermezar û lanet dikin.”
 
Aytaş, bertek nîşanî 11 rojnamevanên ku duh bi serdegirtinên malan de hatin binçavkirin da û wiha axivî: “Ev çi ye? Dixwazin çi bikin? Rojnamevan, serokên baroyan nizanim kî terorîst û xayînên welat in. Ev çi ye? Ev hişmendiyeke çawa ye?” 
 
ODA TV HEDEF NÎŞAN DA 
 
Parêzer Meral Hambayat a li ser navê rêxistinên hiqûqê axivî, ragihand ku piştî hilbijartinên lijneya giştî ya Baroya Stenbolê Oda TV’yê bi serenavê “Kîmyasalvanan winda kir, Ataturkvanan qezenc kir” parêzer Sezîn Ûçar hedef girt. Hambayat, hedef girtina Ûçar ku di civata giştî ya Baroya Stenbolê de ya di sala 2022’an de hat lidarxistin de, tevî ku di ti lîsteyê de nebû namzet rexne kir û got: “Oda Tv’yê berovajî veguhastina heqîqetê û agahiyên rast ku yek ji prensîbên etîk ên herî bingehîn ên rojnamegeriyê ye, ji bo civakê tenê ji bo hempîşeyê me hedef nîşan bide nûçeyên sexte çêkirin. Bi nûçeyên xwe yên sexte hempîşeyê me kiriye hedef û sûcê teşwîqkirina gel a li kîn û dijminatiyê jî kiriye.”
 
BÊ TEHAMULIYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Hambayat, bi bîr xist ku Rêveberiya Navenda Giştî û endama Şaxa OHD’a Îzmîrê Aryen Tûran a di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê di heman dîrokan de hedef hate girtin û diyar kir ku ji ber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” Tûran di lijneyê de bi êrişa fizîkî re rûbirû ma. Hambayat, anî ziman ku hempîşeya wan hem ji aliyê qenalên netewî hem jî ji aliyê Umît Ozdag hedef hatiye wergirtin.  
 
DÊ GILÎ BIKIN 
 
Hambayat, destnîşan kir ku bûyerên qewimîne ne şexsî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji encamên kûrbûna faşîzmê û rejîma yek zîhniyeta li welêt a ji ber gotin û pêkanînên hikûmetê ye. Bi heman awayî ne tesadûf e ku her du hevalên me yên rastî vê êrîşê hatin jin bûn. Ev bûyer li meclîsên giştî yên baroyan qewimî ye. Ev mijar, encama bêtehemuliya hem jinan hem jî hebûnên cuda yên etnîkî ye. Ev encama îfadeya ramana totalîter e. Ji ber ku totalîterî tenê yekperestiyê dixwaze, tehamula fikir û jiyana din jî tune ye.”
 
Hambayat, da zanîn ku wê têkildarî her bûyeran giliyê bikin û destnîşan kirin ku wê têkoşîna wan li her qadê bidome. 
 
Sekreterê Giştî yê TBB’ê Velî Kuçuk jî wiha got: “Binçavkirin û lêpirsînên neheq ên xebatkarên çapemeniyê pê re rûbirû dimînin, krîmînalîzekirina rêxistinên pîşeyî û Seroka TTB’ê ya mîna sûcdaran weke ku direvin bi dîmenan binçav dikin û weke ku sûcdar in tên nîşandan nayê qebûlkirin. 
 

Sernavên din

28/10/2022
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin