ENQERE - Kar û barên îfadeyê yên rojnameger Zemo Aggoz ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin, dest pê kir.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin, 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê duh hatibûn binçavkirin. Nûçegihana ajansa me Zemo Aggoz ku pitika wê ya 45 rojî heye jî hatibû binçavkirin. Kar û barên îfadeyê yên Aggoz a li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dest pê kir.