ŞIRNEX - Girtî Omer Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket.
Girtiyê bi navê Omer Evsen ku di sala 1992’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin û di Girtîgeha Amedê de dima, hat berdan. Evsen, ji aliyê malbata xwe û HDP'a Hezexê hat pêşwazîkirin.