* Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku di wargehên êzidiyan de ku di bin kontrola PDK'ê de ne xizmeta dewletan a ji bo wargehan hatiye qutkirin û got: "Li gel qutkirina xizmetê êzidiyên ku dixwazin vegerin Şengalê jî PDK berê wan dide Ewropayê."
* Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan got: "Divê tevahiya civakê li dijî binpêkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş rabe."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 598’emîn de berdewam bike.
* Danişîna biryarê ya doza êrişa li dijî malbata Dedogûllari dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê li darxistin. (09.30)
* Danişîna 18'emîn a Doza Kobanê dê di roja 3'yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
* Danişîna doza derbarê Hevserokê HDP'a Amedê yê heyî Zeyyat Ceylan û hevseroka berê Hulya Alokmen de hatiye vekirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê li darxistin. (09.00-17.00)
* Danişîna doza derbarê parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş de hatiye vekirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
* Berdevka HDP'ê dê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)
* Danişîna doza derbarê rojnamevan Ersîn Çaksû û Azîz Orûç de hatiye vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)
* Binçvkirina Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci dê li gelek bajaran bê protestokirin. (12.00-18.00)
* Têkildarî binçavkirina rojnamevanan dê li Şirnex û Îzmîrê daxuyanî bên dayîn. (13.00-18.00)
* 8'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê bi lîstikên şanoyê berdewam bike. (15.00- 20.30)