EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin û gotin: “Em ê li ber hemû êrişan rabin û bêdeng nemînin.”
Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê girtiyên siyasî bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û girtî destnîşan dikin ku bêdengiya hêzên navnetewî di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de bandorê dike. Girtiyan bertek nîşanî hevkartiya PDK’ê jî dan û dibêjin PDK rê li ber hêzên dagirker vedike ku bikevin Kurdistanê. Girtiyan anî ziman ku divê berpirsiyar derkevin holê û gotin: “Em ê li ber hemû êrişan rabin û bêdeng nemînin. Divê qada navnetewî demildest bikeve tevgerê û li herêmê lêkolîn bên kirin.”