Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin

  • rojane
  • 19:10 1 Mijdar 2022
  • |
img
AMED – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di pîrozbahiya Roja Kobanê ya Cihanê de axivî anî ziman ku dê têkoşîna wan bi felsefeya Kobanê bidome.
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Girse li kolana Sakaryayê ya navçeya Rezanê û semta Ofîse ya navçeya Yenîşehîra Amedê kom bûn û dirûşmeyên, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, “Bijî berxwedane Zapê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadi” berzkirin û meşiyan. 
 
Di meşê de Hevserokê MEBYA-DER’e Şehmûz Karadag axaftinek kurt kir. Karadag got ku Kobanê berxwedana gelê kurd e, ew ê berxwedana gelê kurd bi ser bixin.
 
Piştî meşê girse li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê kom bû û li wir Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivîn.
 
‘AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE’
 
Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê bû û ev tişt gotin: “Berxwedana Kobanê çawa ku hişmendiya DAÎŞ’ê têk bir, em di wê bîr û baweriye de ne ku îro jî wê têk bibe. Ji bo Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wê bibe wesileya aştî, aramî û azadiyeke serfiraz û birûmet. Bi wê wesileyê em ê careke din yên di vê rêyê de canê xwe dane bi rêzdarî bibîr bînin û em careke zîhniyeta DAÎŞ’ê şermezar dikin. Çi dibê bila bibe azadî dê bi ser bikeve. Bijî berxwedana Kobanê.” 
 
‘BERXWEDAN DÊ HEBE’
 
Pişt rê jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûnê anî ziman ku bi wesileya Roja Kobanê ya Cihanê xwestine daxuyaniyê bidin û wiha bertek nîşanî dorpêça polîsan da: “Îro dîsa bi sepanên tecrîdê dora me dorpêç kirine. Lê em li vir careke din dibêjin ku li ku zilm û zordarî hebe dê li wir berxwedan jî hebe. Bi pêşengiya jinê li Kobanê serfiraziyeke mezin çêbû û li hemû cihanê jî belav bû.” 
 
‘JI FELSEFEYA KOBANÊ DITIRSIN’
 
Tosûnê bi domdarî gotina serokwezirê wê demê Erdogan ku gotibû "Kobanê dê bikevê" bibîr xist û got: “Lê xeyalên hemû desthilatan xirab bû û tekoşîna Kobanê belavî hemû cihan bû. Niha jî dixwazin tola Kobanê ji hemû siyasetmedaran bistînin û gelek siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Li Kobanê bi pêşengiya jinê felsefeyek belav bû. Ew felsefe îro ji hemû cihanê re bûye mînak. AKP-MHP jî ditirse ku ew felsefe li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe. Ew jî dizanin ku ew felsefe belav bibe, dê Tirkiye û Kurdistan bi aştî û azadiyeke bi rûmet bi hev re bijîn.” 
 
‘EM Ê LI HER DERE TEKOŞÎNA FELSEFEYA KOBANÊ BIMEŞÎNIN’
 
Tosûnç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê û got: “Tevî ku ji aliyê Rojavayê kevirek jî nehatiye Tirkiyeyê, desthilata AKP'ê dixwaze tola Kobanê ji hemû siyasetmedarên kurd û gelê kurd hilîne. Lê hemû dinya jî dizane ku dema DAÎŞ derket hemû dinyayê derî û paceyên xwe girtin, lê keç û xortên kurd li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek mezin dan û bi ser ketin. Em careke din dibêjin ku mînaka Kobanê divê li hemû cihanê belav bibe. Mînaka Kobanê divê li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe û aştî, azadiyeke bi rûmet bi ser bikeve. Deshilatdar dixwaze dengê hemû hezên demokrasiyê bitepisîne, çend roj ji berê ji bo dengê heqîqetê bitepisînin rojnamegerên kurd ên çapemeniya azad girtin. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku der barê çekên kîmyewî de axivî ew avêtin zindanê em jî li vir careke din dibêjin ku em li her cihî doza aştiyeke bi rûmet dikin û li her cihî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin. "Jin jiyan azadî" çawa li Kobanê bi ser xist wê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî azad bike.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
Hat zanîn 3 kes di meşê de hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin, Hevserokê DBP'a Rezanê Nasir Yentar, rêveberê DBP'a Rezanê Îhsan Înatci û Hasibe ku paşnavê xwe nehat hînkirin. 
 

Sernavên din

02/11/2022
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin