Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin

  • rojane
  • 14:07 8 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir divê desthilatdarî di zûtirin demê de dev ji polîtîkayên şer û milîtarîzmê berde û wiha got: “Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, serî li polîtîkaya şer û neçareseriyê didin. Em neçarin ku li dijî van polîtîkayên şer û neçareseriyê helwesta xwe nîşan bidin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Rêxistinên elewiyan ên ku beriya civîna Lijneya Giştî têkildarî pêşnûmeqanûnê li Meclisê meş li dar xistin jî di civînê de amade bûn. 
 
QEZAYA LI DUTAXÊ 
 
Sancar, di serî de ji bo malbatên kesên duh li navçeya Dutax a Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li kesên di qezaya li Dutaxê de jiyana xwe ji dest dane bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim. Mirov nikare hinek karesatan tenê weke qeza qebûl bike. Mînaka me li Dêrikê jiyayî, yek ji mînakên vê yên zindî ye. Ev karesat, encama terkexemiyê ya desthilatdariyê ye.” 
 
ROJEVA WELÊT A SIYASETÊ 
 
Bi domdarî Sancar bal kişand ser rojeva siyasetê ya welet û wiha domand: “Pirsgirêkên civak û welêt roj bi roj girantir dibin û siyaset jî welêt û jiyana civakî dixitimîne. Armanca sereke ya saziya siyasetê ew e ku bo pirsgirêkên siyasî û civakî çareseriyên mayînde pêş bixe. Heke ji vê armanca xwe derkeve, dê êdî nekare bibe saziya diyarkirina qedera gel û veguhere amûra rant û rûxandinê. Mixabin ku di halê hazir de rewşa em tê de ev e. Em bi feraseteke desthilatdariyê ya ku ji pirsgirêka kurd heta pirsgirêkên demokrasî, edalet, aborî û talankirina xwezayê red dike û roj bi roj kûrtir dike re rû bi rû ne. Ev desthilatdarî li ser bingeha derew, talan û xwînê hatiye avakirin. Ya ku civakê ber bi karesatan ve dibe jî ev siyasete ye. Partiyên muxalîf jî ji vê rewşê gelek dûr nînin. Xwedî wê cisaretê nînin ku ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyên mayînde peyda bikin. Girîngiya polîtîkayên çareseriyê ya siyaseta demokratîk a HDP’ê jî tam di vê rewşê de xwe nîşan dide û dibe navnîşana hêviyê. 
 
JI BO ÇARESERIYÊ EM BIBIRYAR DIMEŞIN 
 
Yên ku li dijî desthilatdariya ku sazûmankirina faşîzmê da ye ber xwe, otorîteriyê weke rêbaza rêvebirinê bi kar tîne û kedxwarî jî li bingeha siyaseta aboriyê bi cih kiriye, yên herî jidil têdikoşin em in. Ev welêt neçar nîne ku bi vê ferasetê bijî û xwedî wê hêzê ye ku wan biguherîne. Derfetên hêzên demokrasiyê hene ku pergaleke nû ya adilane ava bike. Ev yek jî bi wê pêkane ku kedkar, karker, bindest, kurd, elewî û hwd. bibin yek û têkoşîneke hevpar bidin. 
 
NEÇARESERIYA DI PIRSGIRÊKA KURD DE
 
Di mijara pirsgirêka kurd de divê di zûtirin demê de dev ji polîtîkaya şer û rêbazên milîtarîst berdin. Ji bo nixûmandina kedxwarî û mêtingeriyê, serî li polîtîkaya şer û neçareseriyê didin. Hewl didin berê kedkaran bidin hev û bidin şerkirin. Em neçarin ku li dijî van polîtîkayên şer û neçareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. Ew helwest jî rêya hemwelatîtiya wekhev û edaletê ye ku ber bi Komara Demokratîk ve diçe. 
 
ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYÊ AZAD 
 
Di nava 20 salên desthilatdariya AKP’ê de 859 rojnameger hatin girtin. Di nava pênc mehên dawî di çarçoveya lêpirsînên ji hêla serdozgeriyên komarê yên Amed û Enqereyê de 33 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 33 jê hatin girtin. Li hêla din jî tundiya li dijî jinan, binpêkirin û tecrîda li girtîgehan didome. Texrîbata ku vê desthilatdariyê rê li ber vekiriye pir mezin e. Lê bila kesek ji ber van qewimînan xwe bêhêvî neke ji ber ku em xwedî wê hêzê ne ku vê desthilatdariyê biguherînin. 
 
DIVÊ TÊKOŞÎNA CIVAKÎ MEZIN BIBE
 
Em guftûgo û muzakerayan ji b hemû pirsgirêkan weke rêya çareseriyê dibînin. Divê têkoşîna civakî û muzakereyên siyasî bi hev re bên kirin. Ji pirsgirêka kurd heta ya elewî û jinan, armanca me ew e ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan em têkoşîna civakî mezintir bikin û muzakereyên siyasî xurtir bikin. 
 
Li hêla din desthilatdarî hewl dide pirsgirêka elewiyan weke pirsgirêka ceyran, av û hwd. nîşan bide. Lê komeqanûnên we nikarin daxwazên elewiyan bi cih bînin. Daxwaza wan a sereke hemwelatîtiya wekhev e. Her wiha dixwazin ku cemxane weke perestgeh bên qebûlkirin û di makeqanûnê de bê mayîndekirin.  Em hemû bedelan didin ber çav û têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê û berxwedana li dijî hewldana wê ya avakirina rejîmê didomînin. 
 
WEZÎRÊ DADÊ YAN Ê KARÊN HUNDIR?
 
Şandeyeke AKP’ê ya bi serokatiya wezîrê dadê hat serdana partiya me û ji ber vê jî qiyamet rabû. Piştî vê serdanê jî spekulasyon û senaryo hatin çêkirin. Armanca serdanê diyar e. Ew jî guherandina makeqanûnê ya têkildarî ‘sererastkirina laçikê’ bû. Bi daxwaza piştgiriyê hatibûn. Çûbûn serdana partiyên din jî. Me jî rêgezên xwe yên sereke dubare kirin û jê re got ku dê teklîfê bibin lijneyên pêwîst. Dê MYK’a me sibe bicive û bersiva şênber bi raya giştî re parve bike. Bila AKP êdî biryarekê bide. Gelo kî rêveberiya wan û kabîneya wan temsîl dike? Wezîrê dadê yan yê karên hundir? AKP daxwaza hevdîtinê dike û bi serokatiya wezîrê dadê şandeyekê dişîne, rojek piştre jî wezîrê karên hundir heqaretan dike û gefan dixwe. Êrişên xwe yên li dijî me dijwartir dike. Hûn jî biryarê bidin, serokê hikûmetê Soylu ye yan hûn in? Heke Soylu be wê demê hûn çima vê şandeyê ji me re dişînin? Em qala wezîrekî karê hundir ê wisa dikin ku navê wî di nava her îftîra, heqaret, kompas û karên qirêjî de derbas dibe. Heke nûnerê we ev kes be, wê demê ew şande nûnertiya kê dike? 
 
GIRÎNGIYA MUZAKEREYAN A DI SIYASETÊ DE 
 
Hinek kes hewl didin ji ber vê hevdîtinê êrişî me bikin. Ên ku têkoşîna herî mezin li dijî vê rejîmê dide, HDP ye. Me bo xwe weke astengî dibîne lewma operasyona 4’ê Mijdaê kir, dest bi doza kompasê ya Kobanê kir. Em baş bi nirxê muzakerayan a di siyasetê de dizanin. Yên ku ev hevdîtin weke hevkarî pênasekirin hene. Me tu carî di siyaseta xwe de tawîz nedane û nadin jî. Yên ku hevkariyê bi desthilatdariyê re dikin ew kes in ku di pirsgirêka kurd xwedî zîhniyeta înkarger in û piştgiriyê didin polîtîkayên şer û milîtarîzmê. Yên ku ji tezkereyê re dibêjin erê hûn in. 
 
Gelo hûn dê di hilbijartinê de çi bikin? Gelo hûn di siyasetê de rol û mîsyoneke çawa bo HDP’ê dibînin? Me stratejiya xwe ya hilbiartinê ragihandibû. Gelo hûn di hilbijartinê de ji me çi dixwazin? Wer in ji me re bibêjin. Bi vekirî biaxivin. Rêgez û armancên me diyar in. Dema em rêya xwe diyar dikin jî rêbazên demokratîk û piranîparêz bi kar tînin. Em ji xwe bawerin û dizanin bê ka kî di nava hesabên çawan de ne.”
 

Sernavên din

05/12/2022
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da